Yucel Aslan (Koçer)
Dema payîz tê wek hatina biharê bi xwe ra gelek tiştan jî tîne, mal ji wara dadigerin, hasila salê tê hildanê, zimhêra salê tê kirinê, toximê zeviyên payîzê tên reşandinê, heqê şivan, gavan, berxvana diqede û dema beranberdanê jî tê, axir her payîzê da payîzxêrek heye.
Dema em zarok bûn heyamê beranberdanê dihat em pir şa dibûn, ew roja bo herkesî rojeke taybet bû. Xwediyê pez şa dibû wekî ji bo berxê saleke din beran berî nava bira pezê xwe dide, şivan şa dibû heqê wî diqede êdî ew diçe mala xwe, zarok jî şa dibûn sêvên sor stûyê berana da darda dikin, paşê diqetînin û dixwin.
Erê roja beranberdanê wek rojeke eydê bû bo me, em sibê zû hişyar dibûn kelecaniyeke mezin va em bendê diman heta şivan danê nîvro pez bîne nêzîkî êlê. Mezinên me jî diçûn sûkê sêv, zengil û çend reng jî boyax dianîn kevaniya malê jî kilor, kate û hewle hazir dikir. Me beranên xwe dixemilandin qoçê wan û pişta wan boyax dikirin, em pêra dietirîn me beran wek zavayê here cem bûkê wisa dinexişandin.
Sêvên sor stûyê wan da dardadikirin, zengil dikirin sitûyê wan me beran didan pêşiya xwe em diçûn nava bira pez. Dibû şeqe- şeqa zengilê stûyê berana , nêriya qoçê xwe li hev dixistin, rêda bendê sêva yekcaran diqetiyan me ew sêvana hildidan hema çoka xwe didan û dixwarin. Lê heke nêrîyê tewişî nav birê da hebûyana delîl halê şivana ewana nav bira xwe da nedisekinîn, wisa nava bir, col û celeban digeriyan.
Dema em diçûn nava bira pez şabûneke mezin dikete dilê şivan, wê rojê wî şiv û berşivka xwe teslîmî xwediyê pez dikir, xwediyê pez jî xelatek pêşkêşî şivanê xwe dikir, di nava salê da heke peyveke nexweş hevra gotibana jî lêborîna xwe ji hev dixwestin. Bi dilekî qenc beşereke xweş lehzekî gel hev disekinîn kate û hewle çi hebûya me tevî hev dixwar, şivan sêvê para xwe, xelata xwe hildida bi dilekî şa berê xwe dida berva mala xwe diçû.
Em zarok jî tevî bav û birê xwe nava pez da diman, kêjan mîh ewil bihata beran me ew nîşan dikir , me bisk dikir ew dibû mîha serberanî, pêşiya pez tevî diza berxê wê mîhê jî dibû berxê hilik. Êdî pez nediçû guhurê me êvarê pezê xwe dianî malê dikire gomê, mezina digotin cîhê pez germ bibe mîh xweştir tên ber beran.
Li Serhedê heyamê beranberdanê nav me da dîrokek bû yekî pezê xwe deynî bida, digot min daye heta wextê beranberdanê, yekî tiştek bikiriya an jî bifrota heta beranberdanê wede didane hev.
Carna jî zarok bihatana dinyaye digotin filan zaroka me meha berana da hatiye dinyayê deweta filankesê meha beranberdanê da bûye.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com