Qamişlo, bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mele Ehmedê Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: “Frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endezyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endezyarekî frensî hat danîn û avakirin”. Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e.
Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene; 70% ji wan kurd in. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesîçeyê ye. Li Qamişlokê balafirgeh heye, 6 km dûrî bajêr e.
Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km li Rojhilatê) û Hesîçe (85 km li Başûrê Rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li Rojhilatê) dûr e.
Qamişlo bi nav û darê Qamişloka Evînê ye.
Herêma Qamişlo di havînê de dibe ku agirê ku di meha tîrmehê de dibe 41 °C, û di zivistanê de dibe 2 °C pileya germayê di meha kanûna paşîn de û carna kêmtir ji 0 °C dibe. Sedema damezrandina dibarîne, di saetên serê sibehê de. Sarbûna herî bilind di roja 11ê sibata a 2020an bû, sarbûn geha -6 °C. Germahiya herî bilind di roja 13ê tebaxa 2019 bû, germahî geha 47 °C.
Şerê li navbeyna Ebasî û Emewî li cihe bajarê çêbû.
Li navberî sala 1914-1922 piştî qirkirina pitir ji 250.000 asûriyan li Tirkiyê û hatina asûriyan û herwesa kurdan, bi damezrandina îstgeheke trênê vî bajêr li sala 1925-1926an hat sazkirin.
Di meha avdara 2004an de leşkerên Sûriyê piştî raperîna gelê kurd li wê bajarî pêtir ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.
Cihên dîrokî nêzîkî Qamişlokê
Çaxirbazar (30 km dûr e)
Girê Leylên (30 km)
Girê Mozan (25 km)
Til Birak (40 km)
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com