Mehmet Gür
Ez ê vê heftiyê di qunc nivîsa xwe de cih bidim çivanokan an jî Zûgotina. Hinek
çivanokan bi xwendevanan re parve bikim. Lê berî parvekirinê hewceyî şîroveke kurt heye. Di derbarê zûgotinoka de çend gotinan bêjim.
Wekî hemû zimanên di cîhanê de pir çîvanok di zimanê kurdî de hene. Ev pirbûna wan dewlemendiya zimanê me nîşan dide. Ziman di hemû qadan de xwe pêşdixe û geşbûna di xwe de damezirine û bipeyvan dileyîse. Çîvanok ji beşek ji beşa wêjeya ziman in , di dîroka zimanê kurdî de cihek giring digirin. Ji bo pêşketina zimanê me rolek mezin leyîstiye. Her çi qas gotin,
lêvkirina wan zor bejî, dîsa di geşkirina ziman de rolek giring dileyîse. Bi riya henek , leyîska ev taybetmendî û behremendiya kurdî ragihandiye roja me. Bi vê xususetiya xwe ya yariya nehiştiye
zimanê kurdî berze bibe. Bi şêwazek henekî gelek peyv û geşbûn peşdarî zimanê me kirine. Civak bi şêwazên cûr bi cûr zimanên xwe pêşdixin , diparêzin. Wêje, helbest, felsefe, zanyarî, mamik û çîvanok ji jî van cûrên parastin û pêşxistinê
1. Çîvanok di hemî demê de rastaxiftina gelan û kesan ji serrast dike. Axaftina xweş û bi bandor ne jêhatiyek Xwedê ye ku tê fikirîn. Ew jêhatîbûnek e ku bi ked û zehmetiyê tê bidestxistin, heta hunerek jî. Mîna her hunerî, ew jî xwedî rêbaz, nazik û teknîkên xwe ye. Werzîşkirina bi risteyên ferhengî yek ji van teknîkan e. Ev temrîn dê ji bo kesên ku nikanin bi hêsanî peyvan bêyî daqurtandina tîpan û paşketina tîpan bilêv bikin, bikêr be. Çîvanok ji teknîkeke ji rastaxiftinê. Hemû netew ji bo xweşpeyvinê wekî teknîkekê çîvanoka bikartinin. Divê em çîvanoka tenê
ji bo tinazî, şahî û kêfê ne fikir in. Di hemî wextî de amûreke ji bo rastaxistinê. Gele sûdê dide ziman û rastaxiftina netewê.
Vêca em werin ser sûda çîvanoka ya zanyarî. Em bi kurtasî bi çend xalan rêz bikin.
Sûda xwendina çîvanokan Ew beşdarî pêşveçûna mêjî dike.
Pêşî ji bîrkirinê digire.
Axaftina xweş û watedar pêş dixe.
Hêza vegotinê zêde dike.
Ew şiyana ramanê xurt dike.
Em hinek çîvanokan bi xwendivanan re par ve bikim.
- Kurm qurm kul kir
- 2 Heft teşt mist nîsk
- Rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî
4. Min pişk û mişkê di kolê de. Min pişk xwar, mişk ma tê de.
5.. Sêv gindirî min sêv xwar gû gindirî min sêv xwar.
6.Ez çûm çiyayê şerzê şeş pez kuştim bi rêzê tirrb, ez im kurê şeşpezkuję.
7.Şîva sofî sîso şîş in.
8 Ez çûme şirîşansê şeş seyê şeroyê şirîşansî hebû her şeş seyê şeroyê şirîşansî şer dikirin şer şerê şeş seyê şeroyê şirîşansî bû.
9.Çîrokê,çiçvanokê golga xanê,çû meydanê ez kuncî,tu kunci ser textikê birincî ez firîm tu mayî cî
10. Mast dibe çeqilmast çeqilmast nabe mast mast xweştir e ji çeqilmast
11.Hîvê hîvê zengilzîvê diya min gilora şîr petîye gazî kurê mîr kirîye para min bîr kirîye.
12.Konê me (bi) qîrê ve qîr (bi) konê me ve.
13. Remo remo respî Çû ser darê regisî.
14.Sê selêk bi avê de tên yek mû, yek tû,yek gû bidesta çûm mû bi devî çûm tû bi piya çûm gû
15.Darê min qul darê bavê min qul darê min di qula darê bavê min de
16.Givîn û vîjik li rastê bû min givij xwar vijik ma.
- Min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. qijikê berê xwe da min, min got “qij.
- 18.Çêçik û kûçik di malê de. çêçik firiya, min çêçik xwar. kûçik firiya, min çêçik xwar
19.Ez çûm ber çem min du sing anî min yek kuta kadîna kayê min yek jî da destê dayê.
20.Ez çûm nav rez min dît hirçek tê de ye vêca me xwe avêt hev: min rît wê xwar wê rît wê xwar min rît wê xwar wê rît wê xwar
21.Derziya min qul, derziya te qul derziya te di qula derziya min de, an jî darê min qul, darê te qul darê te di qula darê min de.
22.Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik.
23.Şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.
24 Şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.
25.. Ya allah ya xwedê melê bazda ser medê bi qewl û resûlê xwedê.
26.Ez çûm mala mele remezan, min got bûka mala mele remezan kanî mera mala mele remezan.
27.Ez û karî li min bû tarî ez û qîvar li min bû êvar ez û kereng li min bû dereng.
28.. Rovî rovî rovî bi rindik serê dûvê rovî kincik rovî çûye mala xala li rovî kirin barê dara bihijmere nehijmere jimera rovî bist û çar e.
29.Havîn hat tişt û mişt payîz hat li ser rûnişt zivistané got ka te ji min ra çi hişt
30. Tû û gû di kevçî de, min tû xwar gû ma di kevçî de.
31. Ez çûme mala Sofî Şerîf
Hate min sayê sor ê Sofî Şerîf Min gotê tite sayê sor ê Sofî Şerif
Her hate min sayê sor ê Sofî Şerîf 32. Ez çûme mala Mele Remo
Min gote jina Mele Remo
Ka mera mala Mele Remo
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com