Di 90 Saliya Kovara Hawarê de Werin Em Kovarê Nas Bikin!

Konê Reş

  Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 – 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî, di roja 15.5.1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar)ê bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav Kurd û biyanyan de belavkir.. Bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got: 

  (Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..).

Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40/1942.

  HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya Kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. 

  Wek ku min got û tev zanin xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Şam, Taxa Kurdan/ Çapxana Tereqî.

  Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bûn. Beşê fransî 2-4 rûpel bûn. Beşê Kurdî ji hejmara (1-23)an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara (24)an û pê de, tenê bi alfabeya latînî hatiye nivîsandin. Dema ku Mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşî ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê Erebî, Tirkî, Faris û Fransî diyar û eşkere kir. Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên Kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de, bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên Kurdan bûn. Tevan xwe li mala Mîr Celadet digirtin û hina ji wan rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Tevî ku gelekan ji wan xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî nekiribûn. 

  Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibistanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî bibûn û dibûn.. Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara Kurdan dineqişandin û bi gelek navan. 

  Bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşî de bi wan re beşdarî kiriye. anku ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara duyem de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Başûrî Kurdistana Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz Beg Zaza, wek bijîjkê Hawarê, di quncika bijîjkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, Hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûredîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa..Hwd. Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandiye wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Mela Enwerê Mayî, Pêrût, Lawikê Kurd..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kiribûn vekirî bû.. Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van Kurdenasên biyanî jî ew beş bi nivîsên xwe dixemilandin wek: Pr. G. Michaelian û R. Lescot. 

57 hejmar ji HAWARê, di navbera sala 1932an û sala 1943an de, hatine weşandin. Hejmara pêşî (1), di 15ê Gulana 1932an de û hejmara dawî (57), di 15ê Tebaxa 1943an de hatine weşandin,.

  Temenê Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewşa abûrî, ya ku Mîr Celadet Bedirxan têre derbas dibû, yazdeh salan pê re dirêj kiriye. 

Hawar, ji hejmara (1-23), di roja 25 Tîrmeha 1933an de, bi dûv hev de hatiye weşandin, hejmara 24an di roja 24ê Nîsana 1934an de derketiye, hejmara (27)an di roja 15 Nîsana1941ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawî (57), di 15ê Tebaxa 1943an de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.

Cihê daxê, ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, ev kovara bedew û spehî, tev hejmarên wê, li gor programê xwedîyê wê, nehatine çap û belavkirin û dawî hatiye rawestandin. 


Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

ZIMAN Û NETEW 

Mehmet Gür Dema ku ziman weke pêkhateyeke civakî û navgîna lihevkirina hin civakan tê pênasekirin, …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !