Dengbêjî li parastina nirxên netewî bi bandor e

Keyhan Mihemedînijad

Min li ser Dengbêjî ku wek wêjeya devkî tê nasandin digel du hunermendên netewî yên bi navên “Hozan Birader” û “Kawe Urmiye” hevpeyvîn kir û min mijarên wek “dengbêjî yekem car ji kuderê ve hatiye û dîroka dengbêjiyê vedigere li ser çi serdemekê? Di nav kilamên dengbêjan de zêdetir çi tê gotin? Dengbêj, serhatiyan û çîrokên rastî tînine ziman an jî yên xeyalî? Dengbêjan çi bandorek li ser dîroka nenivîskî hebûye? Û çendîn mijarên din ên girîng anîne ber behskirinê.

Di rastî de mirov dikare bêje ku folklor bi xwe jîn e û jînek e bo huner û wêje. Folklor wekî neynûka civatgehê ye û mirov dikare bi saya wê neynûkê xwe bigihîjîne kûrahiya çandê.

Yek din ji çiqên folklora Kurdî dengbêjî ye. Ew çiqa folklorê bi wêjeya devkî tê nasîn û ew wêjeya devkî serhatiyên civatgehê, êş û keder, eşq û evîn û ya hemûyan girîngtir dîroka neteweyekê têne ziman.

Dîroka serhildana dengbêjiyê verdigere li ser zêdetir ji 2 hezar sal berî niha û dahênerên wê nediyar in û bi milkê gel tê nasîn, û yekem kesê ku bi dengbêjiyê di nav gel de tê nasîn Evdalê Zeynikê bû, êdî yên li pey evdalê zeynikê hemû têne nasîn û wan bi giştî çîrokên hatinî gotin sing bi sing verdigirtin.

Min li ser dîroka dengbêjî li hunermendan pirsî dîroka dengbêjiyê vedigere li ser çi serdemekê? 

“Hozan Birader” di bersiva pirsa min di wiha got: “Em nikarin bêjin ku dengbêjî ji kuderê ve hatiye, lê em bi texmînî dikarin bêjin ji du hezar sal wir de hatiye. Dema ku em dîroka Kurdistanê dinêrin ku 2 hezar sal berî niha dewlet tine bû û begitî, mîrî û otonomî hebû lê dewlet tine bû, wê çaxê Kurdan her tiştê xwe bi stran anîne ziman û tiştê xwe yên qedexe û civakî anîne ziman, mesela eşq û evîna ku nikarîne ji civata re bêjin bi devkî gotine û kesekî jî nekariye bêje te çim gotiye. Li ser ji Evdalê Zeynikê wir de em dîroka dengbêjiyê dizanin û berî wî kî hebû û çi hebû em nizanin. Evdalê Zeynikê jî li herêma Serhedê jiyan kiriye û em dikarin bêjin bingeha Dengbêjiyê ji Evdalê Zeynikê wir de hatiye.”

“Kawe Urmiye”: “Di destpêka ferasenda afirandina mûzîk, melûdî, awaz û stranê de ku di nav gelan de çê bûye, yek ji wan netewa Kurd bûye ku bi awaz, mûzîk, stran û dengbêjiya xwe ve rewşa xwe hîn zelaltir û jîrtirê wê demê aniye berçavan û ew jî vedigere beriya Mîladê li 401ê dema vegera 10 hezaran ku tê de xwdiyê pirtûka “Ana Basîs” “Gezênfon” behs dike û dibêje, “dema ku me bera xwe da welatê Kurdan li wir miletekê berahîka me girt û bi me re şer kir û rê li me girt û nehêla em derbas bin jî, û dema dibû şev di çiyayên bilind de wan agir hil dikirin û li dora agir kom dibûn û bi stran, govend û dengê xwe yên cur bi cur bi melûdiyên taybet dianîne ziman.” Hunermend Kawe Urmiye dibêje: “Mirov dikare bêje vegera dengbêjiyê dizavire li ser dîrokek kevnar û bi sedî salan û hezaran salan ku ew jî beriya Mîladê ye.”

Çanda dengbêjiyê ji bo dîrok, wêje, cugrafiya, civaknasî, kevneşopî, derûnnasî û mûzîkê bingehek pir bihêz e. Dengbêjan her bûyerek civakî bidîtibana dianîne ser ziman û dikirin bi kilam û distirîn. Wan evîndarî, şer û kuştar, malvêraniya Kurdan, koçberî û sedan bûyerên tal, egîdiya Kurdan û xweşî û serhildanên wan dikirin bi çîrok û dianîne ziman.

Min ji her du hunermendan pirsî di nav kilamên dengbêjan de zêdetir çi li dihate gotin?

“Hozan Birader”: “Em dikarin bêjin dengbêjî ji bo Kurdan gelek tişt in û ne tenê Dengbêjî ye, ew wêje, mûzîk, dîrok, kevneşpî û serpêhatî ne. Jiber ku netewa Kurd ji demek dûr û dirêj de neteweyek bindest û bê dewlet bû û nivîsîna wan nebû, hemû tiştên xwe bi dengbêjî, stran û melûdiyê anîne ziman û hemû tiştên xwe bi dengbêjiyê parastine. Wan bi vî awayî hem ziman û folklora xwe û hem jî dîrok, bûyerên welatê xwe û zilm û zordariya ku bi ser wan de hatiye sepandin parastine. Ya hemûyan girîngtir wan bi dengbêjiyê zimanê me parastiye.”

Hunermend “Kawe Urmiye” jî li ser vê pirsa han wiha peyivî: “Dîroka neteweyekê, dîroka resen ya kevnar a miletekê ku bi hezarê salan e di qefesa sîngê xwe de hem di warê zimanî û hem di warê wêjeyî û bedevbûya xwazaya welatê xwe, sererd û binerd û dewlemendiya welatê xwe, reng û şekil û şemayilên welatê xwe bi stranî û dengbêjiyê anîne ziman. Rola her stranekê di nav dengbêjiyê û hunera resen ya dengbêjiyê de bê guman wateya dewlemendbûyiya arşîvekê dide nîşandan, wateyên pîroz dide nîşandan û parastiye. Her stranek di nav dengbêjiyê de rola wê çi bûye dengbêjan bi vî awayî aniye ziman û ew dîroka ku wê serdemê qewimî ye, êdî çi evîndarî be çi zilm û zordarî, mêrxasî û egîdî û heta di warê xiyanetê de jî dengbêjan gelek stranên pîroz û her yek bi rengek cuda û bi mûzîk û melûdiyek cuda anîne ziman û ew dîrok bi vî awayî parastine û em dikarin bibêjin ku her kilamek ji bo me di nav hunera dengbêjiyê de wekî arşîvek dewlemend û dîrokekê ye.”

Debgbêj wek nûçegihanan bûn û her wek hunermend Birader dibêje, wan nûçeyên bûyerên civatgehê vediguhastin û di nav civatgehê de belav dikirin; dengbêjan bo civatgehê rola îroyî ya ragihandinên wek televîziyon û radiyoyê hebûn.

Min ev pirse ji “Hozan Birader” kir, gelo rola dengbêjan çi bû?

Wî di bersivê de wiha got: “Niha ku bûyerek çê dibe televîziyon wê bûyerê hildigirin û vediguhazînin bo milet. Dengbêjan jî li aliyekê ew karê ragihandinan kirine. Eger ew ragihandin ne di eynî wê demê de û li gorî wê çaxê çê nebibin jî, lê dîrokê tomar kiriye. Dema ku tu stranekê guhdar dikî, tu dizanî kengê û kîjan demê çi bûyer bûye. Wek vê ku tu televîziyonekê bişînî cihê bûyerê û jê re bêjî ka bo civatgehê veguhaze. Ev yek ji armanca dengbêjan bûye ku bûyeran di dîrokê de tomar bikin.”

Cugrafiyaya dengbêjiyê gelek berfireh e û cugrafiyaya dengbêjiyê bakurê Rojhilatê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û parek zêde ji deverên Başûrê Kurdisatanê li xwe digire û zêdetir di wan deveran de tê strîn. Lê wê awaza kevnar jî nekariye wek tev awazên din zêdetir cugrafiyaya xwe berfireh bike û bibe awazek netewî.

Min li ser cugrafiyaya dengbêjiyê pirs kir û hunermendên hêja wiha bersiv dan:

“Hozan Birader”: “Li Serheda Bakurê Kurdistanê tê gotin, li Sirocê dngbêjî zêde heye û li Botanê jî heye lê bi rengek din tê gotin û dibêjin sê dibistanên dengbêjî û strangotinê li Bakurê Kurdistanê hene ku ji Serhed li vir Urmiye li bakurê Rojhilatê Kurdistanê jî dikeve ser Serhetê, em ji Evdalê Zeynikê wir de wê dibistanê dizanin ku ew jî dengbêjî ye; li Botanê jî Payîzok û Heyranok hene û stranên Mihemedarif Cizrawî hene ku ew jî çanda dengbêjî ya Botanê ye û Heta Amedê û Başûrê Kurdistanê bandora wê heye; Li Sirocê jî li deşta Ruhayê heta digihe Efrînê cure dengbêjiyek heye lê rengê wan hinekê cuda ye; Dibistanek din li Şengalê heye ku li vir jî şêwe dengbêjiya xwe li hemûyan girtiye û ew jî bi rengê xwe dibêjin.”

Ez li ser pirsên xwe berdewam bûm û min xwast ez bizanim giringiya dengbêjiyê di nav folklora Kurdî de çende ye û min ev pirse ji wan kir, gelo girîngiya dengbêjiyê di nav folklora Kurdî de çende ye?

Hunermend “Kawe Urmiye” di bersivê de wiha got: “Wêjeya herî girîng di nav folklora Kurdî de em dikarin bêjin dengbêjî ye; Kesên ku di nav folklora Kurdî de bikaribin pisporiya xwe nîşan bidin yan jî pispor bin, pêweîst e berî her tiştî dengbêjiya Kurdî baş nas bikin. Dema ku em dibêjin dengbêjiya Kurdî ne tenê herêmek wekî Serhed, Botan û Behdînan, bi giştî pêwîst e dengbêjiyê baş fêm bike ji bo ku karibe di warê folklorê de pêşengiyek baş bike û reseniyek baş biparêze û diyariya gelê xwe bike.”

“Hozan Birader”: “Yek bixwaze folklorê lêkolîn bike bila here bera xwe bide dengbêjiyê û dengbêjiyê lêkolîn bike û li wir folklor bo wî/wê derdikeve ortê. Yek bixwaze mûzîka Kurdî bistre dengbêjiyê guhdarî bike, eger ew li ser stayila Ewrop jî bêje mûzîka wê dê Kurdî be; Yek bixwaze li pey wêjeya kevneşopî û dîrokê bikeve bila guhdariya dengbêjiyê bike û hemû tiştek nav dengbêjiyê de hene. Lewma ji bo min dengbêjî bingeh e, û ev tişên han din dengbêjiyê de têne komkirin.”

Ev çîrokên ku di nav dengbêjiyê de têne strîn piraniya wan heqîqî ne û wan dengbêjan bi xeyalên xwe ew berfireh dikirin. Ger wan li ser kesek qehriman çîrokek biafirandibana, ew kes hem mezin û hem jî zîrek û jêhatî nîşan didan. Di rastî de li jorîn jî li ser hate behskirin ku dengbêjan dîroka gelê Kurd bi awayê devkî gihandine nifşa nû; min li ser vê mijarê ji hunermendên Kurd pirsî, gelo dengbêjan serhatî û çîrokên rastî dianîne ziman an jî yên xeyalî?

“Hozan Birader”: “Ez dikarim bêjim hemû rastî ne, lê bi xeyalên xwe berfireh kirine. Qehrimanên xwe bêhtir mezin û geş kirine. Dîlbera xwe bêhtir xweşik, şewq û şemal û neqiş nîşan dane û eger li ser erdekî gotibin ew erda bêhtir xweş kirine. Lê di bingehîn de rastî heye.”

Ew kesên ku di demên berê de dengbêjî dikirin, piraniya wan nexwendevar bûne, ew dengbêjane gung bi gund, dever bi dever geriyane û dîroka Kurdan di nav singê xwe de komê ser hev dikirin û dev bi dev û sîng bi sîng digerandin da ku karîn dîrok û serhatiyên Kurdan bigihînine nifşa niha.

Di dîrokê de kurd neçar maye ku çanda xwe bi deng yan jî gotinan bi cîh bîne. Kurd bi dirêjahiya dîrokê ji aliyê dujminan ve hatiye asmilekirin. Jiber ku nivîs û pirtûk li demên berê di nav kurdan de gelek kêm bûne. Kok û pêkhatina gelê kurd, serhildan û azadî û evîndarî hin mijarên herî girîng ên kilamên dengbêjiyê ne ku niha cihê xwe di nav pirtûkan de girtine.

Ez berdewam bûm li ser pirsên xwe û min ji herdu Hunermendên Kurd pirsî gelo dengbêjan çi bandorek li ser dîroka nivîskî hebûye?

“Hozan Birader”: “Di nav hemû miletan de hebûne, belkî ew dengbêj nebûn lê bêjer bûne û li ber wan bêjeran dîrok hatiye nivîsandin û wêje hatiye amadekirin û felsefe hatiye nivîsandin, bo mînak “Homerûs” tiştek xwe nenivîsiye û wî tenê digot, lê qutabiyên wî hemû nivîsîne. Wê çaxê amûrên tomarkirinê jî nebûne û dengbêjan jî tenê digotin û wan gotin û çîrok bi awayê dengbêjî bi dengbêjek din vediguhastin û ew jî fêr dibûn û wî/wê jî neqlî yekê din dikir da ku heta roja me hatiye û wê dawiyê nivîskarên me ew bûyerên dengbêjan nivîsandin û gelek ji wan kirin pirtûk bo mînak “Cebeliyê Mîrê Hekariya” û jiyana “Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Siyabend û Xecê û Memê Alan” hemû berî dengbêjiyê bûne ku bi dengbêjî hatiye ber destê nivîseran û wan pirtûk li ser nivîsîne.”

“Kawe Urmiye: “Wêjeya nivîskî hertimî xwe spartiye bi dîroka devkî, ji ber ku parastina resentiya ziman û devokên herêmî, çîrokên Kurdî, wêje û edebiyat û…hwd ji wêjeya devkî bûne û ev jî bûne sedema serkevtina wêjeya nivîskî. Wêjeya devkî wek derabeyek e bo wêjeya nivîskî. Dema ku Birîtaniya û Rûsiya Rojhilata Navî dagîr dikin, bi hezaran çîrokên Kurdî bi xwe re dibin û talan dikin û ji bo xwe dikin mal û bi awayek nivîskî di nav pirtûkan de cih dixin. Hekî heta roja niha jî Tirk, Ereb û Fars û welatên Rojhilatî û Rojavayî û yên ku hatinî Rojhilata Navîn dagîr kirine, mirev di nav berhemên wan de te`ima motîvên Kurdî dibîne û ev yeka eşkere ye û dîrok vê yekê eşkere dike û ji ber vê yekê em dikarin bêjin bandora dengbêjiyê li ser wêjeya nivîskî gelek bi bandor bûye û nivîskar dikarin ji bo wêje, dîrokek kevnar û resen, xwe tê de hîn xortir û geştir bikin.”

Dengbêjî li ser pirosa netewesazî gelek bandordar bûye û bûyerên netewî tê de hatine sitrîn. Ji Serhildana Simkoyê Şikak ve bigire heta digihe dawî serhildanên Kurdan tê de hatine gotin û ev yeka bûye vejandina nifşa nû ku bîr li qirkirina Kurdan ji aliyê dujmin ve û herwisa bîr li netewesazî û heta bîr li xisarnasî jî bikin. Lewam yek bi yek peyvên di nav dengbêjiyê de têne bihîstin tev watedar in.

Min li ser pêvajoya netewesaziyê jî li hunermendên wî warî pirsî gelo dengbêjiyê çiqas li ser netewesaziyê bi bandor bûye.

“Hozan Birader”: “Di nav dengbêjiyê de behsa gelek serhildanên netewî hatiye kirin û gelek dengbêjên me di nv serhildanên netewî de beşdar bûne, bo mînak; Ferzinde Beg, ew hem qehrimanek e û hem pêşmergeyek û fermandeyek mezin e û hem jî bûyerên wê çaxê kirine stran û bo dengbêjin din veguhastine. Resûyê Gupala jî li serhildana Agiriyê beşdarî kiriye, belkî ne fermandar bûbe, lê ew jî kevtiye nav dîrokê. Evdalê Zeynikê, dema ku Sormelî Memedpaşa diçû kuderê tim pêre bû, û çûye Dêrsimê behsa wî derî kiriye û çûye Xozanê behsa Xozanê kiriye. Ew hemû erdnigarî û dîroka netewa me bi xêra dengbêjiyê hatiye parastin û lewma ez dibêjim bandorek baş hebûye û hemû nirxên netewa me parastiye.”

Bingeha dengbêjiyê civat bû û ev di civatan de pêş dikevt û di demên berê de dîwan hebûn û wan dengbêjan sitranên xwe di diwanan de dianîne ziman û di wan dîwanan de gelek qutabiyên wan peyda dibûn û ji nava wan de dengbêjên dengxweş dihatine afirandin. Min di dawiyê de pirsî gelo di niha de dengbêjî lawaz bûye û ber bi lawzbûnê ve diçe?

“Hozan Birader” li ser lawaziya dengbêjiyê û nemana dîwanan gilî heye û dibêje civatgeha niha û berê newek hev in û dibêje dengbêjî bingeha mûzîka me ye û divê neyê mirin û jinavçûn.

“Hozan Birader”: “Bingeha Dengbêjiyê civat bû û di civatan de pêş dikevt. Demên berê dîwanxane hebûn, bo mînak Evdalê Zeynikê li dîwana Sormelî Memedpaşa de bû, Şêx Silê yê Tarxan Begê ye û yên wiha bi hezaran kes hene. Di wan dîwanan de wan dengbêjan stranên xwe digotin û qutabiyên wan jî li wir peyda dibûn û li wê civatê de keç û xort ew guhdarî dikin û ji nava wan dengbêj çê dibûn û heta digihîştine astek baş û ji xwe bawer bûn û diçûne cem mamosteyên xwe û digotin em dikarin bistrin û dema ku dengbêj gotiba bistre êdî ew jî dibûne dengbêj. A niha ew civata berê û ya niha newek hev e. Ez niha strana Cemê Reynê ku 6 xulek e û dema ez dibêjim gelek gazinde têne kirin û dibêjin Birader stranên wî pir dirêj in. Yekê got derdê me pir e, yanî evqas tişt bi serê me de hatine wek Helebçe, koçberî li Ewropyê û…hwd, ez di nav strana Cemê Reynê de gazinê xwe jê re dikim û em bi hev re diyalogê dikin, yanî mumkin e ez wan hemû tiştan di nava sê xulekan de bêjim û ev yeka nemumkin e. Ew civat a niha nemaye û niha emû bûye televîziyon, telefon  û teknolojiya derkevtiye û bi yek xulekê tişt têne belavkirin; te dît yek hat bi navê hunerê xulek weşand û belav kir û bi milyonan kes temaşa dike, çima? Çimkî çav û guhê wan mandî nabe û dilê wan zêde nayêşe û yek xulek e û ji xwe re guhdarî dike û dimeşe. Ew telike heye ku dengbêjî êdî ber bi pêş ve neçe, lê me gotibû, wêje, dîrok, çand û…hwd di nav dengbêjiyê de hatine parstin; îcar derfet çêbûne ku hewceyê dengbêjiyê nake ku ew tiştane bêne parastin û ber bi pêş ve herin, û teknolojiya pêkevtî ye û dikare bi hezara tiştan di nav meymoriyek piçûk de biparêze. Lê dengbêjî bingeha mûzîka me ye gerek nemire û divê bimîne û geş bibe, em nikarin bibêjin bila wek berê be, lê divê hebe.”

“Kawe Urmiye”: “Tişta ku li me tê xwastin eva ye ku em seha dilê dengbêjên xwe baş bizanin û fêm bikin. Pêwîst e qedr û qîmeta wan kesên ku piraniya dema xwe ji bo parastina dengbêjiyê terxan kirine ji bo parastina wê hunera resen wê nasnameya netewa me terxan kirine, ji wan xwedî derkevin û bi dengbêjên xwe yên ku mane û li ser wê rêbaza pîroz yadigar in xwedî derbikevin û em nifşa nû han bidin ji bo rihê hunera dengbêjiya resen û ji bo wê hunera resen perwerde bikin. Di dawiyê de ez dibêjim ku nabe em dengbêjiyê ji bîr bikin.”

Em bi vî awayî jî gihane dawiya hevpeyvînê, û ez spasiya her du rêzdaran “Hozan Birader û Kawe Urmiye” dikim ku bersiva wan pirsên min dan.

Ez hêvî dikim ew resentiya gelê me bê parastin û nifşa nû zêde girîngiyê bidê. Divê qedrê wan kesên ku dengbêjiyê dikin bigirin û di astek bilind de mêzeyê wan bikin û tev çîrokên wan binivîsin û bikin bi pirtûk.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Nimûneyek ji Pêwendiyên Kurd û Ermeniyan

Konê Reş Gelekan li dor pêwendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !