Di nav eşîra Êmed û Çerkezan de, du bira hebûn, navê wan yekî Mamed beg û yê din jî Tek Mistefa bû. Mamed beg birayê Tek Mistefê yê mezin bû, û yanzdeh kur wî hebûn, û Tek Mistefa jî tek keçek wî hebû, navê wê jî gulîsor bûye.
Demek derbas dibe, Mamed beg û Tek Mistefa Eşîra Êmed û Çerkezan li hev parve dikin, eşîra çerkezan bi dest tek Mistefê dikeve û Mamed beg jî eşîra Êmed dibe.
Vêca mal ji cên e, piştî, herdu birayan, herdu eşîr parve kirin, roj bi roj Mamed beg û yanzdeh kurên xwe ve diçûn sînorê xwe bi ser yê Tek Mistefê de diqulibandin û zêde dikirin, ango malê wî dibirin û hin bi hin dixwastin ku malê wî tev zep bikin, ji ber ku ew yanzdeh law in û Tek mistefa jî bi tenê bû.
Tek Mistefê, bala xwe dayê, birayê xwe ji dê û bavekî, bi hev re mezin bûne û îro bi piraniya lawan zorê dide ser wî û taqiman diqulibîne! li xwe gûc giran anî, lê belê nexwast bi birayê xwe re têkeve teşqelan û ew yeka di navbera wan de bibe şer û şor û xelk were sêra wan. Ew pir li ber xwe ket û li xwe raman bû û ponijî, ti rê û çare ji birayê xwe re nedît, tevî ku dikarî tiştekî nede wî, lê çendî biratî bi wî tiştekî rind û şêrîn bû, her tim xwe kerr dikir.
Salek, du sal bi wî awayî derbas dibûn, çavêd Tek Mistefê ew yeka qebûl nedikirin, lew rojekê bi xwe re dibêje: bira mal û hebûna dunyê serê xwe bixwe û ez seba malê dunyê nikarim bi birayê xwe re têkevim şer û cengê.
Êdî çendî tek Mistefa baqil û xudan namûs û rêzik bû, got: bira eşîr serê wî bixwe û ez dê ji vir bar bikim û min ne gerek tiştekî.
Vêca Tek Mistefê bi dengekî bang Feleka Helîm xatînê kir û got: tu rabe kon î li ser heyştdeh dîrekan biqulibîne ser qeterên delîlan û defan biştîne. Hîngê qîza wî gulîsor rabû, kir koz û mefê, zendêd biçîn vemalan û kilapek herîrî di zendêd biçîn alandin û dev da taqim û sînorên çayên asê.
Tek Mistefa bi rêket, li vir, li wir gihîşt ser kevirê zûqê, hember kaniya Qîrê (kirê) û konê xwe yê ji heyştdeh dîrekan li wir berda erdê. Tek Mistefa û xatûna xwe – Felek Helîmê- tev bi qîza xwe – Gulîsorê- jiyana xwe li wir derbas dikirin.
Li wir ser xwe vehesand û bi xwe re got: ev jiyan li ev der çêtirî ku ez li hember birayê xwe rabama û me yekî rûyê xwe li yê din tal û tirş bikiriba, çend roj li wir derbas dibin, Helîm xatûn giran(avis) dibe, bi hêvî û şahî rûpelên dîrokê diqulibînin ta ku şeş heyv di ser Helî xatûnê re bi haydanî diçin û li dawiyê – helîm xatûn- kurekî ji Tek Mistefê re tîne û Tek Mistefa navê wî Ezîz lê dike.
Piştî temenê Ezîz dibe duwanzdeh sal, rojekê Tek Mistefa li bin konê mezin li xwe raman dibe û bi xwe re dibêje: Gava ez berê li nav eşîrê birayê min digot: ev bi tena xwe ye. Lê îro kurekî min jî heye û rojek li ezmanaye, ma gelo ne gerek e, ez herim li ser eşîra xwe rûnim û birayê min bi min şa bibe!
Vêca bang feleka helî xatûnê kir û got: rabe helîm xatûnê rabe, kon î li ser heyştdeh dîrekan biqulibîn û li ser qeterên delîl û defan biştîn, em dê vegerin warê xwe yê kevin. Lê belê ji roja ku tek Mistefê ji nav eşîrê bar kiriye, eşîra Çerkezan di bin destê eşîra Êmedan de bûye dîl, esîr, dirsaq û perîşan, weku kêrsekek di bin kevirekî de bimîne.
Rowê çekir, sibe vehat, eşîra çerkezan bala xwe dayê ku serokê wan Tek Mistefa î vegeriya warê xwe û konê xwe yî li wir berdaye erdê. Xeber dan hev û hemû kesên êl û eşîrê xwe dan hev û çûn serdana serokê êla xwe, li hev rûniştin û pêşwaziya Tek Mistefê bi dilgerî û şabûnek kirin. Bû kutekuta dîbekê qehwê, ji vir û wêde mêvan tên û li bin konê Tek Mistefê dicivin û kom dibin, bi kêf û şahî rojan darbas dikin ta ku hefeyek diçe û hemû eşîr tê bixêrhatina Tek Mistefê û vegera wî li êlê dike.
Roja dawî, di civîn û cimeta Tek Mistefê de, peyayek radibe bi Tek Mistefê re dibêje: begê min bibexşîn, ez dê xeberek nexêr bidim te, lê ev xeber bûyerek rast e û xwedê kir. Tek Mistefê got: Bêja ya ku ji xwedê de be li mirov zor netê..
Peya jê re got: begê min ev çend heyv in birayê te mamed beg mir û ket bin dilovaniya xwedê, divê tu herî sere serdana biraziyên xwe bikî û serê xan xwaş bike.
Dema Tek Mistefê ev gotin ji devê peyayekî ji eşîrê bihîst, di cih de rabû ser xwe û çend peya xwe jî bi xwe re bi rê xistin û dev da eşîra Êmedan mala birayê xwe Mamed begê.
Piştî Tek Mistefa û peyayên xwe ve gihîştin eşîra Êmedan û li bin konê mezin – mala birayê xwe Mamad begê- bû mêvan û serê biraziyên xwe sax kir, Êdî bi hev re ketin axaftin û gotinan, Tek Mistefê bala xwe dayê ku ji yanzdeh lawên birayê wî tenê biraziyê xwe Silêman- yê mezin- li bin kon tune ye û nehat cem mamê xwe Tek Mistefê?
Piştî sê roj derbas bûn, Tek Mistefê lihêmek ji biraziyê xwe rakir ku çima Silêman nehat cem wî. Vêca Tek Mistefê bi biraziyê xwe Bekir begê re got: Birazî, ez dixwezim temiyekê li te bikim..
Bekir begê got: bêje apo
Tek Mistefê got: berê em du biran bûn û du eşîr di bin destê me de bûn- eşîra Çerkezan û ya Êmedan- lê nûho em dudu û hûn jî yanzdeh, erê bavê we mir, lê li şûn wî hûn yanzdeh bira man, û hûn hemû jî gihîştî ne, êdî xwe winda nekin û sifra bavê xwe ji erdê ranekin, herwiha Tek Mistefê gotinên xweş bi Bekir begê re kirin û rabû devê xwe da ber bi eşîra Çerkezan rê dudand.
Li vegerê, ta û sanciyek ket canê Tek Mistefê, zor bizora xwe gohand bin kon û ket cih û nivîna nexwaşiyek giran, nema deng jî ji wî derê û nikarîbû du şor bi kurê xwe Ezîz re bigota temiya min li te ev e û çû ket bin dilovaniya xwedê. Eşîra Çerkezan li serê wî kom bûn û civîn û bi qedr û qêmet Tek Mistefa – serokê êlê – rakirin û veşartin.
Em werin ser Ezîzê Tek Mistefê, temenê wî derê şanzdeh saliyê û bavê xwe winda bû û ji pîşa wî bar kir û çû ket bin dilovaniya xwedê, dê çawa Ezîz ê jiyana xwe bedewam bike, kes nizane, sê roj sê şev di ser mirina bavê re derbasbûne û Ezîz ji ser gora bavê nehatî û tim li wir bi hêstir û girî li ber bavê xwe ketiye û nizana çi bike, yek î bi tenêye kes tuneye wî hîdî bike yan jî deyaqan bide wî.
Ezîz di van ramanan de û li ser gora bavê bi yasa wî hiş ji serê xwe winda kirî, li ber destê sibê û di morantiya dawiya şevê, berî rewşen vedê li ezmanê xwedê, bala xwe dayê ku du siwar daketine û li ser taqim û sînoran raewstine, Ezîz ber wan çû, û gava ji wan nêzîk bû, bala xwe dayê du peyan her yek ji yê din camêrtir e, ew herdu jî birayê hev in û pismamê Ezîz in( Silêman û bekir).
Li vir Ezîz bi dengekî bang wan dike û dibêje..
SITRAN
Li mi law law
li min law law
li min law law
Erê birano dilê min dibê û dil dibê
Xwedê dînê dînenê mala Ezîzê Tek Mistefê
kurê şanzdeh salî, telayê bi tenê
sê roj in, sê şevin e, bavê xwe bar kirî ji diyarî dinê
serê xwe dînayî kêla kevirî û axa gornê
bêyî bavê xwe sebr û dîşliqa Ezîz qe nê
li yanî HEWLÊ bal û zêna xwe didêyê zoyek siwar xuya tê
mîmanî qiyasî li yanî HEWLÊ
ber bi wan diçê, bala xwe didê yê yek Silêman beg, yek Bekir beg e, herdu kurên apê
dibê..
Li mi law law
li min law law
li min law law
Law law pismam dilê min li kulê û dikule lê
ê law law bismam ez î be tenê, ez bi tenê
min got: belbî pismamêd min daketine deyaqan bidin pismamê xwe yê bi tenê
tu nabê pismamêd min vê sibê daketine mîna qereqolan dipên yalî HEWLÊ
min nizanî pismamêd min bireaziyêd şêran rakirine destikê darê rumê
mi go: de fermo kerm bikin derbas bibin peiya odê
Bakir bagê bang kir û got:
Ê law tîr lêketo, ro hilatî di berî rê
…………………………………………..
hele bala xwe pêde malneketo, em neha bixun qisaweta û konê bavê te yê zalim û ji te re bipên periya odê
ez ji bo nemûsa te û bavê te re nebûne qereqolê dewletê
(tu rabe dêv pêde xwedî xelweta dê)
ji mabêna têrê perdê, tu rake Gulîsorê ji xewê
bila bedena bûkinî bide ber darî beden eynê
em dê bigrin bi çeplêd wê tolê û bavêne tergiyê
em ênikeha wê bavên ser birayê me yê biçûk Xelîl begê
were law law
were law law
were law law
Wê çaxê Ezîz dibê:
Ê law law pismam dilê min dibê û dil dibê
ey mala te neketo dilê min î bi birîn e kula leklekê hîn î lê
ez î dilnalim digazim narime pê narime pê
tu çima natirsê ji xwedayê ban rebê alemê û ji serê xwe çenake vê yekê
ey malê te neketo sê roj in bavê minî bar kiriye ji qulpê sinê
hawara xwedê be ez dê çawa bigrim bi destê Gulîsorê vê sibê
ez dê çawa wê rakim ji tîr û tamara xewê
teqlêd çavêd reş û belek vekê
hêstirên xwînî berde ser henarê rûyan, mîna tavê toliyan, berf û baranê û lêmişt û avê
mala bavê te neketo tu dê bi çi tonî bavê tergiya Xelîl begê
li min law law
li min law law
li min law law
Ez xeîb im, ez bi tenê û bi tenê
ey mala bavê we neketo min go, belkîm pismamên min hatine rakin xatirê min û dê
tu nabê hatine xera bikin mala mezin û agirekî berdin konê mezin yê Tek Mistefê
Wê çaxê Bekir beg ber Ezîz derê
dibêje.. yan here ya jî ez ê darê rumê bikşînim ji qinê
ez ê li textê qulinca te bixêm û te bavêm gorna bavê te û te bikim taştiya sibê
ez ê te bikujim û te bişînim wê rê û wê rêkê
Wê çaxê Ezîz got:
Pismam were meke law law
pismam were meke melezîne
ez di bextî te da me law law pismam min gunê ye li min mexîne law law pismam li min mexîne
law mala te neketo hele bal û zêna xwe bide Gulîsorê bi girî û şîn e
law law pismam dil û cîgerê wê şewitî ne
mala bavê te şewitiyo were gu min bike, mala apê xwe Tek Mistefê wêran meke û ûcaqê wî venemirîne
Vêca Bekir begê Bang kir û got:
dilî min li kulê û dikul e lê
ê law tîr vêketo ez ê bi çeplê Gulîsorê bigrim û bavêm tergiyê
ez ê nikeha wê çekim ser birayê xwe Xelîl begê
ez ê rakim eşîra Çerkeza tev obê
ez ê diya te Helîl xatûnê li mala me dînim, ji oliqê kevirî av bidim û bidim wê qatiqê binê sifrê
ez ê te jî bibim tu yê ji min re bikelîne û bikute dîbekê qehwê
Ezîz bang kir û got:
li mi law law
li mi law law
li mi law law
Ê law pismam dilê min dibê û dil dibê
mala te neketo bisebir li ber sebra xwedê û rebê alemê
bila hefteyk di ser mirina bavê min re derbas bibê
paşê werin xûşka min Gulîsorê ji diya min bixwazin bi qewlê resolê xwedê
û herin bibin li ser birayê xwe Xelîl begê derxin nikeha wê
wê çaxê sebir û dîşliq li ser bekir begê qe namînê
radikê dikşînê darê rumê ji qinê
ber Ezîz derê, Ezîz li pîşê dike berber û ji pîşê direvê
dibê were law law
were law law pismam ez bi tenê
wê çaxê Ezîz ji tirsan re derê bin konê dê
bal û zêna xwe didêyê Gulîsorê ketî tîr û tamara xewê
mîmana heyvek li çardan ketiye erdê
li binî enabê rûyan xî dibriqe, jê tê bihna buhutê
û bi Ezîz bûye hulm û tirşiya zeletanê vê sibê
disekine li aliyê periya odê
Gulîsorê radike ji xewê û vê re dibêjê
li mi lê lê
li mi lê lê
li mi lê lê
lê Gulîsorê xayîngê de rabe, lê lê tenahiya bavê
de rabe Gulîsorê tu kê bide min çi cabê
ne bi ser me de hatine Silêman beg û Bekir begê
êkê bi çeplê te bigrin û te çekin tergitê
êkê herin nikeha te jî çekin ser birayê biçûk Xelîl begê
êkê dayika me Helîm xatûnê jî girêdin li ber oliqê kevirî û êkê bidin wê qiriq û qatiqê binê sifrê
êkê min jî têkin ber kelandin û kutandina dîbekê qehwê
Erê wê çaxa Gulîsor ji birayê xwe dibihîse van gotinan li ber destê sibê
qêrinîkê bi xwe dixê mîmanî berq û birûskê
radibe li hember birayê xwe Ezîz disekinê
dibê wey istiyê min bişkê birayê min telayê bi tenê
Ezîz keko xwedê rebî alemê li te werê rihmê
………………………………………………
go: Ezîz keko tu vê sibê bi min re dikê çi şorê
Ezîz keko meşe em di xewletê de herin cem pîra dê
bes bila bide min emr û îzna siwarbûna Kumêtê
ez li kumêta reş siwar bibim û bi ser xwe de berdim zirxa dawidî û rakim ercê darî rumê
ez ê siwar bibim li şûna bavê kal Tek Mistefê
ez ê li wan xim û li yekî bi tenê ji wan nayêm rihmê
ez ne yekî ji wan venagerînim bi konê dê
de rabe de rabe serê Gulîsorê bi qurbano tu mexe ti xemê
erê wê çaxê Gulîsor bi destê Ezîz digrê û barebara Ezîz tê
berê xwe didin periya odê cem pîra dê
bi dengekî got:
lê li mi lê lê
lê li mi lê lê
lê li mi lê lê
Lê lê dayê, pîrê ro hilhatî di ber heyvê di ber hêvê
lê de rabe, tu rabe bi ser me de hatine kurên mamed begê
ne êriş anîne ser me û bavê min ne bûye sê roj serê xwe dînayî kêla kevirî û axa gornê
lê lê dayê bavê min venehesandin heyanî di tirbê
lê de rabe, de rabe tu kê bide min çi cabê
lê anê hatine bi çeplê min bigrin û min bavêjin tergiyê
êkê nikeha min jî çekin ser birayê xwe yê biçûk ser Xelîl begê
ne êkê te jî girêdin li ber kevirê oliq, bi te din qiriqê binê sifrê
lê dayê êkê Ezîz jî li ber destê xwe dînin da ji wan re bikelîne û bikute dîbekê darê qehwê
lê dayê ez ketime bextê te û xwedê
erê dayê, dilê min î bi birîn e, kela dilê min radibê mîna pêla deriyê û dengizê yekê derê û yekê tê
lê dayê ez ji te dixwazim îzna siwarbûna kumêtê
lixwekirina zirxa Dawidî, rakirina şilfê darî rumê
lê dayê daketina tirad û meydanê, li sekinandina hember kurên Mamed begê
lê dayê tu qet nexe ti xema tema ez jî gula wê darê
lê dayê ez bala xwe didimê Ezîz li ber dilê te nazliye, telayl bi tenê
erê zalimê Bekir begê lê dide gurintiyê
lê dayê Ezîz î biçûk e, berbera xwe tê li pîşê
hêstirên xwînî dibarîne li henarê ruyan, dil û cîger dişewitê
lê dayê Bekir û Silêmên zalim in nayên rê
Wê çaxê helîm xatûnê diya Gulîsor û Ezîz dibêjê:
li min lê lê
li mi lê lê
li mi lê lê
Lê lê Gulîsorê bêedet û bêedebênema dilê min dibê û dil dibê
ey bedenê te şewtiyê ar bi te ketê ev çi şor e tu dikê
ma qey ûcaqê Tek Mistefê kor e, ma ezîz nazliyê ber dilê dê çi dikê
şêlkê şêran, şêr nahêle rovî li pesaran ji pîşê birevê
wê çaxê Helîm xatûn dengekî li Ezîz dikê
dibê de rabe Ezîz de rabe bi ser xwe de berdê wê zirxê
law law Ezîz kurê mino nazliyê ber dilê dê
de rabe rake li şûn xwe qama Misirê, şûrê Şamê
law Ezîz tu rake şilfê darê ruma Bexdadê
dakev tewlê, tengiya hepê biştîn û lîwanê têxe dêv û nav lêvê
siwar be li kumêta kabreş û xwe berde meqam û meydanê
li tiradê bisekine li benda herdu kurên Mamed begê
Helîm xatûnê bang Gulîsorê kir û got:
Lê lê Gulîsorê keça minê dilê min dibê û dil dibê
lê lê Gulîsorê e zanim Ezîz î biçûk e nikanê siwar bibe li Kumêtê.