Leyla Qasim (1952-1974)
Di sala 1974an de, ez şagirt bûm di sala sisyan de li perwerdegeha Dar al mûellimîn al ammeh ya li bajarê Humsê yê li Sûryê. Ew tê naskirin, weke peymangehekê bo amadekirina mamosteyan.
Boneya vê gotinê, ez teqez nakim ku tê bîra min, bi cih û war, darvekirina Leyla di wê salê de. Lê belê ez teqez dikim ku di wan salên nêzîk de, min bihîst, ji ber ku ew kiryareke gellekî şerm bû û bûyerek, pirr mezin û bi dengdayî bû di rojhilata navîn de.
Jiyana Leyla :
Bûka kurdistanê ye, çîçeka perwerîyê ye,nayê çilmisandin, heyva asîmanê kurdistanê. Her sal di meha gulanê de, ronahî dide. Leyla di sala /27/12/1952/an de ji dayik bûye li bajarê xanqînê yê li başûrê kurdistanê. Ji malbateke kurdên feylî. Bavê wê karker bû di misfata petrola xanqînê de. Leyla bi malbata xwe re jiyana xwe li xanqînê derbas dike ta ku xwendina xwe ya destpêkê û ya ortê bi dawî tîne. Weke tê gotin ew û xweh û birayên wê pirr zîrek bûn di xwendina xwe de. Piştî bavê wê xanenîşîna xwe bi dawî tîne, ew berê xwe didin bexdayê, paytexta îraqê û li wê derê niştecih dibin.Leyla, di sala 1970an de dibe endama Partiya (pdk). Û dest bi karê siyasî dike, di ber mafê netewî yê kurdî, û rIzgarkirina kurdistanê ya li dijî hovîtiya desthilata Baasê şovenîst û faşist. Ji bilî vî karî bi hêvî bû ku kovarekê derxînî.
Di sala 1971an de Leyla xwe tomarî kolêja wêjeyî dike, perçê civaknasîyê, (sosyolocî). Di zankoya bexdayê de. Lê belê ew karê xwe yê siyasî jî berdewam dike, di nav xaleke hevalên xwe de. Yek ji wan birayê wê ye, û yek jî xwestiyê wê lê mixabin xuya bû ku di bin çavdêriyê de bûn, ta ku hatin girtin li ser destê hêzên ewlehîyê yên rejîma Iraqê. Di bin tariya şeva reş de, mala Leyla dorpêç kirin û ji hundirê malê hate kişandin. Di 29/4/1974an de Leyla oxir xwest ji malbata xwe û qet nema vegeriya. Ji ber ku hat avêtin di binê zindana dijminê setemkar û bêbext.
Di wê zindanê de Leyla gelek êş û azar û lêdan dîtin li ser destê zebenîyên bê ol û bawerî, ew gewdênazik. Lê belê çiqas dIjmin bi gef û lêdan û azarên xweyî bê hempa, û hewil kirin ku vîna Leyla bişkînin, Leyla hîç serê xwe ji wan re dananî û tu agahî li ser heval û partiya xwe neda destê dijminê xwe. Ta ku Seddam Husên û wezîrê wî yê hundir bi kesayetîyan xwe dîdarî pê re kirin, û kef lê kirin ku wê bikujin, tevlî bav û dayik û xwehên wê. Yan jî gotin em amade ne ku tu çi bixwaze, em ê bidin te ku tu xwe ji siyasetê vekşîne. Lê Leyla bersiva wê ew bû kucan û ça`ivên xwe fîda dike bo Kurdistanê. Leyla tawanbar bû ji alî rêcîma şovenîst, û dadgeha wê bi tometa terorê, û bombekirina zankoya bexdayê, û balefirxaneya wê.
Piştî 12 rojan, Leyla hat cezakirin û bi darvekirinê. Serokê Iraqê wê demê Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir ser vê cezayê ji ber ku ew keç e, lê Sedam Husên xwe kir pirsiyarê vê cezayê, û ew neçar kir bo emzekirinê û bi vê kiryara şerm û bêrewa, Leyla bû yekemîn jin di dîroka rojhilata navîn de, di wê çaxê de ku biryara darvekirinê lê tê birrîn. Ew kiryara şerm dibe xaleke reş di dîroka reş de ya dijminan de. Berî serdana dawî ya malbata Leyla, ji wan xwest, fistanekî nûh, ji ber ku ew ê bibe bûka kurdistanê, û divê bi rewşek xweşik binax bibe.
Leyla serê dawî hinek porê xwe birrî û dide destê xuşka xwe weke bîranînekê.
Tê gotin dema berê xwe dide werîsê darvekirinê, ew bi navê kurdistanê bang dike, û sirûda netewî dibêje.
Di 12 meha gulanê de sal 1974an de. Leyla dibe bûka pakrewanên kurd û cenazê wê radestî malbata wê dibe, û bi ala kurdî tê pêçan û li goristana Selam li bajarê Necef tê veşartin. Dûrî bajar û şûnwarê wê, bi vê boneyê gellek jinên kurd yên ducan û keç anîn, navê keça xwe kirin Leyla, bi hezaran û li hemî perçên Kurdistanê.
Gelek helbest hatin nivîsandin, ji aliyê helbestvanên kurd, weke CEGERXWÎN û SEYDAYÊ TÎRÊJ. Û gelek stran jî hatin gotin, ji aliyê hunermendan weke nemir Aram Tîgran û Şivan Perwer,û nemir Seîd Gabarî.
Û ji bilî gotaran, û aheng û bîranînan, her sal ku tê vedijîn.
Hezar hezar dilovanî, bo canê pakrewana kurd, LEYLA QASIM. Rûreşî û şermezarî bo dijminên Kurdan.
Welatê Me.