DILBIRÎN DILO
Ez ne xwedayekî fermî me,ji ber ku min ti pergal neafirand û min nexwest kes ji bo min bimire an jî ji bo min kesê bikuje. Min ti pêxember neafirand ku emrê min bigihînin evdên min. Lê xwedayekî ne fermî me,ji ber ku min xwe ji xwe afirand min kes ji malzaroka diya wî dernexist,lp min xwe ji malzaroka binhişê xwe afirand.
Ez ne xwedayekî fermî me, ji ber ku min tiştek li kesê heram nekir û min kesayeta kesê nekir bi qurbana kesayeta xwe. Lê ez evdekî bê xweda me ji ber ku ez nebûm bendeyê ti xwedayekî û min temamê xwedayên xweyên guneka kuştin û min temamê xebînetan li xwe helal kir û bûm xwedanekî xebînetkar.
Ez ne xwedayekî fermî me,ji ber ku min jiyana xwe di mirina ti kesî de nedît û bi xwîna kesê neminjîm,min ti kes birçî nehişt û ez têr ranezam. Û ez minneta kesê bikişînim. Lê ez kûçikekî minnetkar im,di bin minneta temamê xwedan de li benda hestiyekî me ku ji xwe re bikojim. Dêla xwe li ber derê xwedan û evdan dileqînim.
Ez ne xwedayekî fermî me ku ez bihuştekî û dojehekî biafirînim û ceza û mukafatan bidim evdên xwe yên reben,li gel afirandina qencî û başî jî ji min be. Lê belkû ez evdekî xebînetkar im ku xwe bi temamê gunehan şûştibim û bûbim dojehiyekî mehrûm ji bêhna gerdena horiyên bihuştê.
Ez ne xwedanekî fermî me ku xwe re ji tenêtiyê bihuştekî biafirînim û tê de kêf û şahiya tenêtiyê bikim. Lê belkû ferîştehekî ji bin emrê rebbê xwe der nakeve bim û bi şev û roj xebînetên evdan binivîsim.
BERNAMEGEH