(1560-1650)
Navê wî yê rast Mihemed e. Li Miksa Hekariyê di sedsala 14an de jiyaye. Ev jî di nav helbestvanên kurd de gelek navdar e.
Di sala 1560an de ji dayik bûye. Li Miksê, Hîzan û Finikê jî xwendina xwe dewam kiriye. Di medreseyên li wan herêman de gelek maye. Feqiyê Teyran, heta çûye ber dilovaniya Xwedê, li Miksê û li gundê Werezozê maye. Niha jî gelek ji xelkê me, ji bo ziyareta meqbera wî diçin Werezozê.1
Abdurrehman Durre di berhema “Evîna Welat” de ji bo jiyana Feqiyê Teyran wiha gotiye: ‘Feqiyê Teyran di navbera salên 1590 û 1660 de jiyaye.”’2
Zimanê kurdî, di helbestên Feqiyê Teyran de bi her dewlemendîya xwe eşkere bûye. Zimanekî pir hêsan û zelal bi kar anîye. Di helbestên xwe de li ser mijarên dîrokî û jiyana civakî rawestiyaye. Tesewûf, şîretên olî, wehdetîl wicûd, bawerî, ji Xwedê Teala re îbadet kirin û pesnê Hezretî Pêxember jî, mijarên ku di helbestên wî de bi giranî cih girtine.
Feqiyê Teyran gelek li Cizîra Botan jî ma ye û li wir xwendiye. Ew hemdemê Melayê Cizîrî ye. Hin dibêjin ku Feqiyê Teyran şagirtê Melayê Cizîrî bûye û li ber destên wî xwendiye. 3
Mehmed Uzun di berhema xwe ‘Destpêka Edebîyata Kurdî’ de wiha gotiye: ‘Feqiyê Teyran şagirdê Melayê Cizîrî bû û dabû ser rêya wî. Li gor uslûba wî şairiya xwe pêş de biriye.”4
Feqiyê Teyran di nav nivîskarên kurd de sereke ye. Di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa girtiye. Wekî hemû helbestvanên kurd yên klasîk, zanayekî Îslamê ye û di nav jîyaneke olî de mezin bûye.
Berhemên Feqiyê Teyran di pirtukekê de hatine civandin. “Şêxê Senan”, berhema wî ya herî navdar e. Berhemeke wî ya din a navdar jî “Bersîsê Abid” e. “Qewlê Hespê Reş û Kela Dimdim”ê jî berhemên wî yên din in.
Çavkanî:
1Sadinî, M. Xalid, Feqiyê Teyran, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2011, r.54.
2Durre, Abdurrehman, Evîna Welat, Weş, Melsa, Stenbol 1992, r.27.
3Sadinî, Feqiyê Teyran, b.n.,r.40.
4Uzun, Mehmed, Destpêka Edebiyata Kurdî, Weşanên Beybûn, Ankara 1992, r.11.
Hüseyin Koyuncu.