feqiyê teyran

Jiyan û Berhemên Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran  yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yên mezin û klasîk e.

Feqîyê Teyran di sala Hîcrî 971 / Miladi 1564an de  li Miksa ku girêdayîyê Çolemêrgê ye ji dayîk bûye. Lê Miks, niha li ser Wanê ye.

Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an ji du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe hizre xwe aniye ser ziman.

Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, wekî di çarîna xwe de gotiye Mihemed e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe “Mihê” daniye. Di diroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mirekî kurd e tê gotin lê ev mijar tam ne eşkere ye. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye ew e. Pexşana wî ya bi navê Ber Sîs tê zanîn.

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê axafitina çûka ye.

Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Mihemed e.

Feqiyê Teyran di sala Hîcrî 971 / Miladi1564an de hatiye dinê û H. 1041 / M. 1631ê de jî di 70 saliya xwe de çûye li ser dilovaniya Xweda û li gundê Şandisê yê Xîzana Bêdlisê hatiye veşartin.

Berhem

  • Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana “El Hewadîs” li Bexdayê hatiye çapkirin.
  • Şêxê Sen’an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
  • Bersîsê ‘A’bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
  • Qewlê Hespê Reş
  • Sîseban
  • Xan Dimdim
  • Qiseya Bersivayî

https://www.bernamegeh.org/2020/10/12/helbesten-feqiye-teyran/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !