Fyodor Dostoyevskî di 11ê Çiriya paşîn a sala 1821an de li Moskowê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşkiyê dike. Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe ê bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e.
Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li Petersburgê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike.
Hîn di vê dema xwendekariyê de bala wî li ser wêjeyê ye. Ji hevalên xwe bêhtir, nêzîkiya wî û pirtûkan bi hevdu heye. Şevên nîvê şevan ji nav nivînên xwe radibe, xwe vedikişîne xwaringeha xwendingehê, dixwîne an jî dinivisîne. Ji romantîzmê heta realîzmê baş têdigêhîje; Balzac, George San, Hugo, Pûşkîn, Gogol, Dickens dixwîne û nas dike. Niviskarî, hîn di wê demê de bi wî ve xuya dibe. Lê di wan nêzîkan de dayika Dostoyevskî di çel saliya xwe de ji ber tuberkulozê dimire (1837).
Piştî vê yekê bavê wî vedigere ser wargehên xwe û zû di bin ve dibe, bi ser nakeve. Her wiha xwe dide ber vexwarinê, dest davêje jinên koleyên xwe, zordariyê li wan dike û heta ku di sala 1839an de ji hêla koleyên xwe ve tê kuştin. Mirov baş tênagêhîje bê ev kuştina bavê wî çi bandorê li Dostoyevskî dike, lê bêguman şop û pirêzên van tevgerên bavê wî di berhemên wî de xuya dikin.
Ji romanên xwe yên mezin Dostoyevskî li ber nivisandina Sûc û Cezayê (1866) rûdine û dinivisîne. Di demeke teng û dijwar de ye. Ev dijwarî ji tunebûna peran, nerihetbûna ji deyndaran e. Ji ber destengiya xwe peymanek bi weşangerekî re çêkiriye ku ew ê di wexteke diyarkirî de paknivisa romaneke xwe bide wî. An ne, weşanger ê li ser wan hemû berhemên wî rûne yên ku wî heta niha nivisandiye. Heta mehekê beriya peymana wan Dostoyevskî rêzikek jî nenivisandiye. Dûre bi alîkariya nasekî xwe, ji xwendingeha stenografiyê bi navê Anna Snîtkînayê keçeke jîr û bîstsale bangî nivisandinê dikin.Piştî bîst û şeş rojan paknivisa romana Qumarbaz amade dibe.
Di dema karê vê berhemê de bala Dostoyevskî her li ser vê keçika jîr û şêrîn e. Dûre pêşniyaza zewacê li wê dike, bersiveke erê digire û piştî du mehan jî bi hev re dizewicin. Her wiha Anna Snîtkîna dibe sermiyan û bermaliya Dostoyevskî. Di salên pey re Dostoyevskî gelek peran di lîstikan de winda dike, rewşa wan xirab dibe, heta tiştên xwe yên dawîn jî bi girûganî datînin; lê dîsa jî ev jinika ciwan, serastiya rêkûpêkiya malê dike, nêzîkî çardeh salan paknivisa gelek berhemên Dostoyevskî ew bi destê xwe dike, dibe stûna mala wî, dayika zarokên wî û di ber re jî her li ser nexweşiya wî ya epîlepsiyê jî li wî xwedî derdikeve.
Di dawiya jiyana xwe de Dostoyevskî tevayiyê hiş, hêz û wexta xwe dide ser nivisandina berhema xwe ya Birayên Karamazov ku tiştekî wiha derkeve. Lê hîn di ser çap û weşandina wê re salek derbas nebûye, Dostoyevskî dimire (1881).
Berhem
Roman
- 1846: Merivên Reben — (Бедные люди, Bednye lyudi)
- 1849: Nêtoçka Nêzvanova — (Неточка Незванова, Nêtoçka Nêzvanova)
- 1861: Rûreşkirî û çixandî — (Униженные и оскорбленные, Unizhennye i oskorblennye)
- 1862: Bîrnameyên ji mala mirî — (Записки из мертвого дома, Zapiski iz mertvogo doma)
- 1864: Bîrnameyên ji binerdê — (Записки из подполья, Zapiski iz podpolya)
- 1866: Sûc û ceza — (Преступление и наказание, Prestuplenie i nakazanie)
- 1867: Lîstikvan — (Игрок, Igrok)
- 1869: Îdîot — (Идиот, Idiot)
- 1872: Cinan — (Бесы, Besy)
- 1875: Nûciwan — (Подросток, Podrostok)
- 1881: Birayên Karamazov — (Братья Карамазовы, Bratya Karamazovy)
Çîrok û kurteçîrok
- 1846: Cêwî — (Двойник. Петербургская поэма, Dvojnik )
- 1847: Roman bi neh nameyan — (Роман в девяти письмах, Roman v devyati pis’mah)
- 1847: Kek Proxaçîn — (Господин Прохарчин, Gospodin Prokharchin)
- 1847: Kevanî — (Хозяйка, Hozyajka)
- 1848: Polzûnkov — (Ползунков, Polzunkov)
- 1848: Dilikê sivik — (Слабое сердце, Slaboe serdze)
- 1848: Jina kesekî û mêr binê nivîna — (Чужая жена и муж под кроватью, Chuzhaya zhena i muzh pod krovat’yu)
- 1848: Diziya dilpak — (Честный вор, Chestnyj vor)
- 1848: Kaj û dewat — (Елка и свадьба, Elka i svad’ba)
- 1848: Şevên Spî — (Белые ночи, Belye nochi)
- 1857: Gernasê biçûk — (Маленький герой, Malen’kij geroj)
- 1859: Xewna apo — (Дядюшкин сон, Dyadyushkin son)
- 1859: Gundê Stêpançîkovo û şêniyên vî — (Село Степанчиково и его обитатели, Selo Stepanchikovo i ego obitateli)
- 1862: Henekekî pîs — (Скверный анекдот, Skvernyj anekdot)
- 1865: Sîsemar — (Крокодил, Krokodil)
- 1870: Mêrek heta-hetayî — (Вечный муж, Vechnyj muzh)
- 1873: Bobok — (Бобок, Bobok)
- 1876: Nazok — (Кроткая, Krotkaja)
- 1876: Zilamek Marêy — (Мужик Марей, Muzhik Marej)
- 1876: Kurek li ser kaja Îsayê Mesîh — (Мальчик у Христа на елке, Mal’chik u Hrista na elke)
- 1877: Xewna mirovek henekçî — (Сон смешного человека, Son smeshnogo cheloveka)
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com