Mustafa Özçelik

Jiyana Mustafa Özçelik

Mustafa Özçelik, di 13yê Gulana 1965an de li Dêrika Çîyayê Mazî ya ku girêdayî bajarê Mêrdînê ye ji dayik bûye.

Heta pola 5em a dibistana seretayî li Dêrikê xwendîyê. Paşê wek malbat barkirine Stenbolê û dibistana seretayî, navendî, bakelorya û unîwersîte li Stenbolê qedandîye.  Di sala 1988an de Mihendîsîya Sivîl (Endazyarîya Înşaatê) li Stenbolê qedandîye. Peywendîyên Mustafa Özçelik û malbata wan her bi Dêrikê re berdewam bûye. Mal û milk û mirovan wan nuha jî li Dêrikê ne.

Mustafa Özçelik di nav malbateke welatperwer de mezin bûye. Ji sala 1979an heta îro di nav xebata welatperwerîyê de cîh girtîye.

Yek ji damezranêrê  Weqfa KURT-KAVê û Weqfa Mezopotamyayê ye.

Di gelek partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê de xebata sîyasî , demokratîk û sivîl kirîye.

Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsar nivîsîye.

Ji ber xebata xwe ya sîyasî demekê li Stenbolê di hefsê de razaye.

Di 18yê cotmeha sala 2014an de li gel hinek hevalên xwe Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) weke fermî  li Tirkîyeyê damezrandîye. Û di dema damezrandina partîyê de weke Serokê Giştî yê PAKê hatîye hilbijartin.

Mustafa Özçelik heta damezrandina PAKê jî karê xwe yê endazyarîyê li gel xebata xwe ya sîyasî bi hevre meşandîye.

Piştî damezrandina PAKê jî ji alîyê mehkemeyên Dîyarbekirê û Wanê ve di derbarê wî de lêpirsînên yasayî hatine destpê kirin.

Mustafa Özçelik di Kongreya Asayî ya Yekemîn a PAKê ya ku di 22yê Cotmeha  sala 2017an de li dar ketibû  û di Kongreya Asayî ya Duyemîn a PAKê ya ku di 18ê Cotmeha  sala 2020ê de li dar ketibû de careke din wek Serokê Gişti yê PAKê hatîye hilbijartin. Nuha jî her Serokê Giştî yê PAKê ye.

Mehkemeya  Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê di meha Çileya paşîn a sala 2019an de jiber ku di navê PAKê de Kurdistan heye û jiber ku PAK di bernameya xwe de behsa mafê çarenûsîya miletê Kurd dike, di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekirîye. PAKê bi Kurdî û bi Tirkî parastina xwe di Mehkemeya  Qanûna Bingehîn de kirîye. Mehkeme berdawam e.

Mustafa Özçelik, zewicî ye. Du keçên wî hene. Mustafa Özçelik bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî dizane.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !