Asya Xerzan di sala 1974an de li herêma Xerzan, gundê Qorixê, yê bi ser navçeya Qubîna Batmanê ve pêavêtiye jiyanê.
GÎYAGERÎNEK
Giyagerînek im ez
Belawela me li asoyê ax û avê
Di nav milyonan gul, kulîlk de
Li welatê rojê nefela çarpel im
Stûyê min ji devê şûr û xencerê tûjtir e
Ku min biqetînin jî ez ê biniqutim ser axê
Ku bişewtim jî ez ê bibim ax
Û min binax jî bikin ez ê zîl bidim
Di bin kevirên qorzîbir de jî şîn têm
Giyagerînek im ez
Li her derê li ser koka xwe şîn têm.
GERSTÊRK
Gerstêrkek im îşev
Li warekî dûr
Der bi der
Mest û sergerdan
Li pey şopa te digerim
Heyv jî stûxwar e îşev
Nizanim çi xema dilê wê ye.
EZDAYÎ
Ez berî we hebûm
Ger hûn min nasnakin
Perestgeha min roj e
Berî we ez hebûm
Berî ala we jî ez hebûm û ez Kurd bûm
Kurd im ez.
DU ÇAVÊN AZA
Tunebûna te li asoyê dilê min direqise îşev dîsa
Di berbanga şevaqê de ez maç dikirim du çavên aza
Saqî, ka tasek din jî dagre ji şerbika şarabê
Bira paytext di bin lingên me de bimeşe
Bi lêvên xwe yên qaçax bipêce cixarekê ji titûna xwe ya rengpayîzî
Ji tebeqên hefta biniqute ser lêvên min yên mirr û tahl
Ji destên min yên lerzok Qedeh difire
Paytext di bin lingên me de mest û sergerdan dimeşe
Noşşş!
ŞEVA YELDA
Hîv keçeke şermok e îşev
Hêdî hêdî ji ser xwe hildide reştariyê
Stêrka xêrê di ser govendê re dilîlîne
Ji Xwazayê bêhna Xwedê difûre îşev
Di şaristaniya mirovahiyê de sewtek olan dide
Tembûra Yaresanî awazek kevnar dilorîne îşev
Misk û ember xwe bi tama sêvên xelatî şil dikin
Şev bi emrê qut ê Rojê dikene lê nizane, ku ronahî xwe ji şevreşê diwelidîne.
NAME
Vê nameyê ji bo te dinivsînim
Di şeveke xemdar bi dilekî şikestî
Bi pênûsa xwe ya lerzok û stûxwar
Li ser rûpelên dîroka bêbext û bê ujdan
Virde were neçe
Ezê ji te re melodiyek xatirxwestinê bilorînim
Ezê te li ser eynika dilê xwe razînim
Tu hê derbasî koşka dilê min nebûyî
Tê bi kurde biçî
Vê nameyê ji bo te dinivsînim
Ezê çavên Xwedê şîrêz bikim ji bo ku min û te nebîne
Ezê paça têxim guhê Xwedê ji bo min û te nebihîze
Ezê dest û lingên Xwedê qefil û qeyd bikim ji bo hew çarênûsa min û te binivîse
Virde were neçe
Vê nameyê ji bo te dinivsînim li ser baskên kevoka mizgîniyê û ber bi ezmanê dilê te ve difrînim
Neçe…
Lê heger tu çûyî û rastî kujerê xewnên min bûyî
Pirsa çavên keskeşînî jê bipirse, bêj ev çi qeder e.
SIWARÊ ÊZDÎXANÊ
Ez im siwarê Êzdîxanê
Têkoșerê ola Ezda
Fedayî yê gelê xwe me
Her tim min li ber xwe da
Netirsiyam ji zilma Sedam
Ne ji dara sêpiyê, ne ji îdam
Em naxwazin serweriya wan
Ne Enqere, ne Tehranê ne jî ya Şam
Ez im siwarê hespê Medan
Diyako me li Hemedan
Li Wêranşarê Derwêşê Evdî me
Li Cizîra Botan Hacer û Bêrîvan im
Zekî Şengalî me erê
Ji bo azadiyê ketim ser rê
Wekî dara her û herê
Wê bidome ev xaserê
Ez im Koçek Brahîm
Pût şikandin wek Ibrahîm
Şîreta min li we Kurdino
Biparêzin ola qedîm.
BERXIKA MIN
Berxika min
Xwezî ez bibûma sîwanek û min çavên te yê xareşînî ji germeroja tebaxa 2014 biparasta
Piçûka min
Xwezî ez bibûma ava Zimzimê û biherikîma ser wan lêvên te yên qelişî
Por zerîna min
Xwezî ez bibûma ava kaniya Spî û Kevirê beratê li nav porê tey zêrîn
Delala min
Xwezî ez teyrê Tawus bûma û min te di nav per û baskên xwe de li ser şiyayê Şengalê bigeranda.
DELALÊ MIN
Delalê min delal
Demsal ne bîstûyekê adarê û ne jî bihar e
Lê dilê min wek kihêla fal e
Çar gavî sergovendê dileyîze
Tu jî hêdî hêdî bibeze
Sibe, dusibe û sêsibe jî heye
Tenê bi Kurmancî hij min bike
Delalê min delal
Eger ez roj bim, dizanim tu jî rojperest î
Dibînim rojê sê dan, sibe, nîvro û êvarê
Li ber tav û ronahiya min radiwestî
Ciwanî herikbar e wek ava çem û kanî
Binoş û bicêr li ser sing û berên mêrga keskeşînî
Helal e ev can ji te re
Delalê min delal
Sond dixum bi Lalişa Nûranî, sond dixum bi Kevir û Beratên Kaniya Spî
Sond dixwum bi tîrejên rojê, hij te dikim bi Kurmancî.
HEVDÎTINA PÊŞÎ
Cara pêşî, gava me hev dît,
di nav baskên Te de perpitîm
guhên dilê min kupekupa dilê Te dibihîst
hebûna Te li xweşiya min hat
bi xwe keniyam
kenê min ne wek her car dikeniya
bêmebest ji dil û hinav dibû hîqehîqa kenê min
wêneyê Te xwe li ser keskereşka çavên min xêz kir
gava dihatî hizra min, min bînferhiya dilê xwe bi wêneyê Te haşt dikir …
Hebûna Te li xweşiya min hat
Newroz jî hat û çû biharê kulîlk û nergizên xwe veda bûn
çarşema serê Nîsanê min navê Te li ser paçê keskesorî nivîsand
û li çiqilê dara mirada girêda
meha Gulanê li hêviya dengê Te mam, mam mam û mam…
payîzê kirasê xwe guherand
demsal çûn û hatin
lê Tu ne hatî
û ne jî kenê min hat
ku Tu bihatayî, minê lêvên hinarokên xwe danîna ser maçên Te
hew kenê min hat
Na na dikeniyam lê bê hîqehîq dikeniyam, ne ji dil dikeniyam…
şevek ji şevên zivistanê bi xweşewîstî dengê Te hat
bêrîkirinê dilê Te dişewitand
hesta min bi tîna bêrîkirina Te hisiya
dîsa hebûna Te li xweşiya min hat
bi kenê Te şa bûm
bejina Te li xweşiya min hat
birêveçûna Te li xweşiya min hat
Rabûn û rûniştina Te li xweşiya min hat
Navê Te li xweşiya min hat
kurmanciya Te li xweşiya min hat
Gava xweşî û bêrîkirinê hev bêhn kirin
Dilê min xwe noqî nav dilê Te kir
Tu sîbera min be, ezê herûher gul û nergiza ber dilê Te bim
De ka dîsa strana KEÇÊ ji min re bêje
Keçê xwe li min giran neke,
dizanim Tu ji min hez dikî, poşmaniyek di çavên Te de xuya dike wek Tu dibêj kuriko ji min hez bike.
HIJ TE DIKIM
Ji evîndaran tê veşartin
Ji Xwedê nayê veşartin
Destên min ji te nabe
De ka bêje ez çi bikim
Hij te dikim ez.
PAYIZ
Gava hêdî hêdî lêdixe dilê dinyayê,
kêlî bi kêlî kin dibe emrê rojê
Gava gulberoj mehrûm dibin ji germahiya rojê,
nikilê tûj ê çivîkê qala stûxwariya dilê gulberojan dike
Gava pale zadên xwe didêrin û pelên darên hejîran li çiyayê Gago rengezerî dibin,
marê reş ê xwediyê darê hejîran kirasê xwe diguhere
Gava rezvan tirîyên xwe diguvêş, ji bo sewîlkên şerabê dagirin,
bi Xeyamkî serxoş dibe û helbesta evînê ji nû ve dinivîse helbestvan
Gava zebeş û petêxên Diyarbekirê digihîjin
bêhna şimamokan ji porrê diya min tê
Gava şivan û bêrîvan di berbangan de li qeraçên Qerejdaxê di nava qirş û qalan de bi hemet dimeşin,
karxezalên Dêrsimê di qirr û qeşayê de hildikişin lûtkeyên çiyan û teyr û tilûr ber bi welatên rojê ve difirin
Li welatekî dûr pelê darên gûz û kestaneyan bi ser te de biweşin, bizane hingê Payîz e.
LI XWE DIGERIYAM
Li xwe digeriyam
Lê min tu dîtî
Di nav gola xwînê de
Di qumatkên dergûşên bê zarok de
Di çavên Dayîkên kezeb peritî de
Li xwe digeriyam
Lê di xendekê ŞIRNEXÊ de
Min çavên te yî kizwanî dîtin.
ÇAVÊN KIZWANÎ
Min dixwest îşev
Di bin esîmanê pîroz de
Ji çavên teyî kizwanî
Helbesta evînê bixwînim
Û
Tu min bi hêvî bikî
Lê ne te ez dîtim û ne min tu dîtî
Dizanim hemû tişt hatin û çûyîn e
Wek her çar xopanên demsalê
Dizanim vegera çûyînekê tuneye!
Ez ê îşev
Bêdengiya dilê xwe bikujim û herim
Tişta qet jê hez nakim xatirxwestin e.
XEWN
Şiyar bûm ji xewê
Diricifî nav û dilê min
Tenê du çirûsk
Li esîmanê Amedê
Melûl û bi tirs…
Min got qey ew her du çavên tey kizwanî bûn.
LI WELATEKÎ BIYANÎ
Li welatekî biyanî
Bibûm lehenga evînek bê nav û nîşan
Di nîvê demsala havînê de
Sivderên xaniyê me
Yeko yeko hilweşiyan
Stêrk ji me xeyîdîn
Min dît bira ti kes nebîne
Dilê dayîkan bûbû kevir!
Bav û birayan
Simbêlên mêrxasiyê badidan
LI ser termê kuştina me
Min dît bira ti kes nebîne.
DEMA KU EZ MIRIM
Dema ku ez mirim
Min neşon!
Bihêlin ez bibim xwe!
Naxwazim qewl û… telqîn û yasînan
Min bixemlînin bi kiras û xiftanê morê gulgulî
Bihûnin keziyên min bi moriyên xareşînî
Kumê zîv û şara reş bidin serê min
Di berbanga şevaqê de
Bi dengê Eyşana Elî
Min ber bi deşta Xerzan, goristana zarokên bênav re bi rê bikin.
NÛJÎN
Dibe ku nûjîn be mirin!
Ma roj bê şev dibe?
Hez dikim, gava roj şewqa xwe direşîne ser gerdûnê û kêlî bi kêlî diçe ava…
Teyrûtilur ref bi ref ber bi welatên rojê ve difirin…
Tu bextewar î? Kêfxweş be!
Tu xemgîn bî, kela dilê te rabû?
Biqîre, bigrî, biîske
Bi guliyên heyatê bigre û bernede.
REVA MIN
Ez ê li hemû sînoran bixim û biçim îşev
Reva min ji hebûn û mayîna we bi hêztir e
Wê ji şaneyên xwîna min kulîlk şax vedin
Wê heyat bireşîne esmeriya min.
BÊHNA ZAROKATIYA MIN JI TE TÊ
Tê bêra min wek xewnwkê
Kirasekî şîfonî rengê morî
Porê ma gevolî
Zikê me birçî
Lingê me pêxwas…
Çavên te reş, wek liba zeytunên Entebê
Çavên minî keskeşîn mîna stêrkên li esîmanan diçirisîn
Tê bîra min wek xewnekê
Bêhna zarokatiya min ji te tê
Xaniyek ji kelpîçan
Dîwarên wî bi axa sor sehandî
Baniyê wê ji kêranên spçndaran û zilê gurgurê…
Di hewşê de dareke hejîran
Li ser darê kovil daye marekî reş
Bêhna nanê tendûrê tê pozê min
Bûka baranê bi kirasê xwe yê rengorengo xemilandiye
Li esîmanê welatê min
Bêhna zarokatiya min ji te tê.
https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-asya-xerzan/