Necat Baysal

Helbestên Necat Baysal

Necat Baysal di sala 1988’an de li Nisêbînê hatiye dinê. Ji ber sedemên siyasî di sala 2009’an de hat girtin û pênc sal û nîvan di zindana Tîpa F ya Tekirdagê de ma.

BÊ TE DIMIRIM

Tu
Xewna li min dikî deşta bendewariyê
Di zozanên bêrîkirinên xwe de
Û ez
Wekî koçerekî
Ji keriyê hezkirina te
Dûrketî li ber mirinê
Tenê û bête..
Bête me
Di çol û çolistanên ku
Rewrewkên xemzeyên te
Tînin bîra min
Ax dimirim bête
Ji derbeyên hesreta te
Û Ji westana
Cotkariya xetên helbestê te

Bê te me
Li rawestgeha ecelê xwe
Cara dawî
Bi hêviya dîtina te
Li gel kenê te yî jiyanî
Xulekên dawî dijîm
Û bête dimirim
Di nav bombebarana
Tenêtiya xwe de
Dûr ax ji te dûr
Lê wesiyeta min e
Ji tîbûna evîna te
Di koça xwe yî bê nav û nîşan de
Bila çavekirî neçim
Min bi destê xwe bişo
Bi hîzarê dilê xwe bipêçe
Û
Di sibehên xwe yî xunavî de
Veşêre
Min veşêre
Tu min veşêre…


ÇAVÊN TE

Di awirên çavê te de
Xwezî dikin hewar
Bi hesreta maçekê
Û bi berger
Di lehiya rondikên xwe de
Tu min difetisînî
Bi xwezîyek şadimanî
Û arezûya mirinê
Bi bîbikên çavê xwe
Ti cîhana min
Ronî dikî
Bi şewqa şefqetê
Û rehma hezkirina xwe…
Û dîsa tu ey xemrevîna delodîn
Bi mijangên xwe
Min ji derbên
Xencera xwe yî
Heyfê re
Dikî armanc
Ez kuştiyê çenda me
Ka bêje lêê
Ka bêje…


ŞEVÊN BÊ STÊRK

Di şevên ku stêrka
Em ji bedewiya xwe
Mahrûm dikirin de
Têlên bi dirî di pencereya çavan de
Ferar dikirin
Û di helke helka beravêtina
Asîmanekî bêewr de
Hêvî bi ser min de dinuqitandin!
Kêliyên bi birîn li berxwe didan
Di himbêza jiyanek dîlgirtî de
Ku hefsarê wê
Di Stûyê qederek bobelat de
Hatibû girêdan
Bi girêkên êşê
Û li bin siya stêrkên baskşikestî

Kulkederên bi bayê pinpinîkan re
Dîn dibûn
Xwe davêtin bextê hechecîkên eşqê
Li ser kabe ya dilê te yê kavilkirî
Ku xwe di siberoja min de
Winda kiriye
De bila ecacokên deşta Mêrdînê
Te binixumînin ji derban
De bila derbên qederê
Te neêşînin ji kerban
De bila terkên vê birînê
Êdî nekin hewar
Û de bila di şevên zindanî de
Stêrk xwe nekin qurban!
Werin
Em şevê bixemilînin
Bi heqîqeta evîn ê
Werin
Em evîn ê bineqişînin
Li ser lêvên dilşadiyê
De werin
Em dilşadiyê biqîrînin
Li ser bircên azadiyê..


BAJARÊ BERXWEDANÊ NISÊBÎN

Kîjan şiverê diçe navenda dilê te
Çend şehîdgeha
Guliyên hinekirî li newqa te pêça
Ka bihejmêre
Çend giyan ji bo te
Bi stêrkan re xuricîn?
Kîjan zalimî jehra xwe
Bi ser wechê te de nerijand
Çend dîrok bi wxîna te
Hatin nivîsandin
Ka bêje
Kengî çongê te
Li ber dagirkeriyê fisiyan
Stûyê te tewiya?
Di çend çîroka de
Av li te çikandin
Di çend Newrozan de
Agir li te tefandin
Kîjan çîrokê Newroza te
Nelorand
Neqîriya?
Ka bêje
Kîjan cengê destana te
Nexemiland?


PENABERGEH

Li penabergeha min
Du êş ji dayik bûn
Yekê ez xistim
Yekê ez kuştim
Dı ketinê de welat
Di mirinê de azadî
Li ser zimanê min bû.


EZ QURBAN

Ew rojek ji rojên berê bû
Ê ku di wan gasînan de dikeniya
ÛD
oza azadiyek temendirêj dikir
Evîn veşartî
Awir şermokî
Di asoyên fikran de
Bajar kamil nebibû ez qurban
Wan rojên ku himbêza welat
Nû ji çargurçikên
Pêlavzer re vedibû
Mêrxasa li qadên şer
Dîrok dinivîsandin
Pevçûnek nûjen
Birînek germ
Û darbestek bi kesk û sor û zer
Hatibû pêçan
Yekemcar çavên diya min
Şil dikirin ez qurban!


XEZEBA ÇAVAN

Diperitînin ew çavên keskezer
Di wan kêliyên ku awirên min
Dikevin himbêza wan
Kedî dikin hestên min
Di bin siya mijangên ku
Dilê min perçe dikin
De pora xwe bi ser sînga min de
Belav bike
Birûyên xwe bike tîr û kevan
Û
Dilê min bide ber derban
Bila bi qurbana te bin!


EVÎNA EZDAYÎ

Jiyanek dixuliqî
Li ber bayê melkemotên vî zemanî
Jiyanek ezdayî
Û porkir
Evînek dihat vejînê
Aj dida li kêleka şûrekî dunik
Evînek xwedayî
Û kor
Û zor…


XIZÊMSOR

Dilşadî navê te bû
Di wan demkurtên nejibîrçûyî
Û dilkulî de
Xizêmsora çav henûn!


NEWAYÊN TE

Bêhna wan gasînan
Ji newayên te tên
Ew gasînên go neqeb bi neqeb
Te êşên xwe lê direşandin
Vaye li xerîbistana min
Di qorzîka hişê min de
Şîn tên…


KEN

Ji bo biranîna Feysel ebû Leyla
Vejîna hêviyên qeşmûşkgirtî
Lûtkeya armancek xwedî maf
Dîtina serkeftinên bi bedêl
Û Têgihiştina azadiyê ye Ken!


FERMANA 74’AN

Destê sibehê di paxila şevê de
Û di fereca gunehan de
Xwe radestî fermana te dikin
Çiya ziwa
Lêv qelişî
Dê wenda
Û namûs di doxîna oleke bêsimbêl de
Xulekên dawî dijî!


BIŞIRÎN

Serdem xweliyê li serê xwe dike
Di pemberoja Jiyanê de
Ku
Li ser bijangên xezalan
Bêhûde qederê dikole
Bi neynûkên pêşeroja dîrokê
Di nav rûpelên zingargirtî de
Di vebûna du xemzeyên binevşî de
Bişirînên te di nav sûlavên hêviyê de
Avjenî dikin heval
Ku
Şembelîrkên êşê
Xwe piço piço dihelînin
Di awirên hesretek zindî
Û keserên kelepçekirî de heval…


PARÎS

Ezê êdî
Zivistana di bîranînên xwe de
Nehewînim
9 ê çile ji ferhenga peyvên xwe
Derînim
Ezê parîsê wekî pezka qurbanê
Di çemê reynê de
Bifetisînim
Dawî li bêbextiya vî bajarê hanê bînim…


BILA NEBE SIBE

Vaye dîsa tu kete xewna min
Dîsa bû mêvan ji êşa min re
Pora te yî reş, çavên qehwe
Dêmên te yî pemba
Û lêvên te yî teniksorî
Birînên min derman dikin
Bila îşev rasteqînî
Ji ferhenga dilê min derkeve
Evîndar di xewnên xwe de dilşad bibin
Bila gerdûn raweste
Cîhan nelebite ji cê xwe
Û dilê evîndaran ji kêfa bilîlînin..
Neqede ey xewna min
Rûberê şevê ji ser çavê min navêje
Bila neçe dîlbera ber serê min
Birînên min xedarin
Bi kelîkê
Bi nêrînkê
Bi bêhn
Û
Maçekê rihet nabin…


TEMENÊ ME

Hevaltiya me jî wekî welatê me
Perçe werçe bûye
Geh li vir e û geh li wir
Tişta nayê guhertin ewe ku
Li vir jî li wir jî
Em tim girtîne..
Temenê me jî wekî zaroktiya me
Nîvco mîvcoyî maye
Geh wêran e geh kavil
Tişta nayê guhertin ewe ku
Wêran be jî kavil be jî
Em tim birîndarin…
Ciwantiya me jî wekî xeyalên me
Belawela bûye
Geh bi dile geh bê dil
Tişta nayê guhertin ewe ku
Bi dil be jî, bê dil be jî
Em tim evîndarin…


NETEBITIYO DILO

Evîna te
Min ber bi asoyan ve difirîne
Giyanê min dişewitîne
Û
Wekî pêlên deryayeke harbûyî
Daxwaza daqurtinê
Li min dike
Dilê min di quncikên tarî de natebite
Her lêdide ji bo te
Wekî mirîdekî sondxwarî
Ku bi baweriyên dijber re şer bike
Bi cizbeyan dikeve
Aş bike vî dilî bi hostayî
Li ber bigere bê sedem
Bê lome
Bê hincet
Bê gilî derman bike carekê
Kedî bike ji xwe re
Mîna nêçîrvanekî ku
Balindeya wî baskokirî be
Xefka wî dilî li ber vî dilî deyne
Û bike dîlgirtê evînxana xwe
Axx de bihêle ku bitebite
Bitebite…

https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-necat-baysal/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !