Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî li zanîngeha Helebê.

JI ÇAVÊN TE FEDÎ DIKIM

Ez ji çavên te fedî dikim
Gava li bedewiya min dinerin
Matmayî qermîçonkên xwe vedişêrim
Tevî ku tu hewil didî
Pirtûkên jihevketî vekî
Û hestên razayî şiyar bikî
Giriyê xwe dikim girnijîneke raketî
Û çavên min xilmaş dibin di nav deryake şor de
Xwe nebihîstî dikim
Guh nadim ne çavên te
Û ne mêbûna xwe
Û pêxwas û winda di rêyeke ne xuyayî de diçim.

ÇAVÊN WÊ

Çavstêre
Awir bi kêre
Rû kûjmêre
Ax limin binêre
Lêv kaniyek hingive
Dilê min hew dilive
Çavê nema dinive
Ax te jimin xêre
Laş melûle tijî heste
dîtin hedem mebeste
De rabe ji xewê heste
Bes êşê bihêre
Bendewarim
Bê sebir û hedarim
Bê te yar nema dikarim
Dilêmin jixemê têre.

XATIR XWESTIN

Dikarim ji her kesî xatiran bixwazim….
Lê ji te na……

Himbêza te ne ya oxirê ye.

 

NAVÊ TE

Gava navê te dibêjim şekirek ji devê min derdikeve
Mijankên min dikevin di xeweke giran de
Tevzînok laşê min gezdikin
Ser mest dibim û barê bêdengîya min giran dibe….
Dirjim…. diwestim….
Dîse xwe didim hev da ku karîbim careke din navê te bêjim.

 

BARAN

Wê kengî baran bibare
porê min şil bike
her dilopek av li ser canê min bimeşe Tîbûna salan derman bike
Xewnên xav bipijîne
Bêhna axê sînga demê fireh bike
qederê hînî medrbûnê bike
Ma Xwedê jibîr kiriye
ku dilekî tenik di hundire min de afirandî ye
Yan jî di xeweke giran de ye.

 

ESMER

Esmer tu wî lawê delal
Xewin û xwezî her dem li bal
Dilê nazik tim nale nal
Weslê bike bese ev hal

Esmer tu wî xwîn şêrîn
Derd û dermanî him birîn
Canê reben dike qêrîn
Bes e zalim ev dil êşîn

Esmer tu wî çavên direş
Meqsed hebûna dilê geş
Rewan bi te dibe kêfxweş
Tu merdî qet nebe keleş.

Esmer tu wî, tu wî mirad
Hinav û cerg li min sûtand
Dînbûna xwe min tev hiland
Gelek hêsir li min barand

Esmer vegere bê nivişt
Te têra xwe canê min kuşt
Birîndar û birçî te min hişt
Ji min re tu semyan û pişt.

Ji min re tu war û welat
Bav û bira sûra heyat
Xwe bibîne yar ji Çîmen re
Tu jî wek min dilşewat.

 

WELATÊ MIN

Welatê min pir delal
Gelek rind û pir şepal
Hemî gulên bi jalin
Darên bilind bejin û bal
Tijî çem û kanîne
Ava wî sar û zelal
Bejin herdem çiya ye
Kiras li bejinê giya ye
Ger tu herî welatî
Ji dîmenan dê bibî lal
Evîndar jê pir dûrin
Dilê wan her nale nal
Ku em man bê cih û war
Ewe pismam ewe xal.

 

RÊWÎ ME EZ

Li ser riyan…
Û Di nav tûrikên rêwîtiyê de
Bîranînên xwe didim hev
Barek hêvî û hesret didime pişta xwe
Û ber bi geşteke din ve diçim…

Derne nû dibînim
Xelkne nû nasdikim
Û Qehweyên cûr bi cûr
Vedixwim…

Digel her wêstgehekê de çîrokek…
Di her çîrokê de
êşek
Kenek
Oxirek…

Di Her Wextekê de
Hêsir…

Hêsireke kêfê
Yeke din ya şînê
Jiyanê bi min didin naskirin
Û min jî tevlî destara wê ya kuh dikin

Ew jiyana dûr û kûr
Dûûûrrr ji malbatê….
ji hilma zeviyên simbilan
Û xecxecokên xwezayî…

Qedereke kor e…
Li welat Mêhvanbûn em
Li malê em dîse mêhvanin
Li her derî em her mêhvan in
koçber û penaber in

Tenê ax û xweza warê dan û standina me ye….

 

BÊHNA XEWÊ TÊ MIN

Bêhna xewê tê min
Sira sibê min xilmaş dike
Lê hîn lêlana te di çavên min de kon veda ye
Dil û mejiyê min li hev hatin
Êdî nema qayîşê bi hev re dikşînin
Dem ji kengî ve avis bû bi te
Lê tu asê mabûyî
Qeyî te nizanî bû ku ez li hêviya te me
Û her û her min keziyên xwe dihûnandin
Û disekinîm li ber pencereyê
Min dizanî bû ku tu kes bêdengiya min rizgar nake ji te pêve Û dilê min î pûç bi can nake ji te pê ve………..
Xwe tevle min bike
Bila xûzbûna pişta min a westiyayî li bende te henase bibe Bila xeyd û dilmanî fedî bikin ji heskirina me …..
Tu dizanî …….?
Min her beyanî di xeyela xwe de giyakê sêva ji te re dikeland Û em rûdiniştin li bin dara tûyan
Lê niznim tu ji giyakê sêva hesdikî yan na ?
Li Gerebêtê Xaço guhdarî dikî yan na ?
Û tu di xew de dike pixepix an na ?
Ne xem e
Ne xem e ez qurban
Helbet ji te hez dikim bê pîvan.

OXIRA TE

Oxira te hê kême
Yan jî nîvcih maye
Tu çûyî erê
Lê hîn tu heyî

hê bêhna te çermê min dorpêç kir ye
Û kulîlkên min xunavgirtî ne

Hîn giyanê te di min de dijî
Ez û ew em cêwiyên yek malzarokekî ne

hîn jî şûna tiliyên te yên ku veşartokê di porê min de dilîstin ma ye

Hîn jî gilyazên min ên pijyayî di nav hilma te de
ta girtî mane

Ez tevde hê di bin tîrêjên roka te de diperitim

Bêdeng dimînim ji tirsa ku te carek din ji dest bidim…
Û bi dizî guh didime hestên xwe yên tisî…….

ma ez bi tenê me !???

Na hê tu bi min re yî
Oxira me tenê ya çava bû

Ez û tu hê bi hevre ne.

 

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Siyahpûş

Helbestên Siyahpûş

Şairê kurd ê bi nav û deng, Muhammed Cewad naskirî bi Siyahpûş tê gotin ku …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !