Mahîn Şêxanî di sala 1960 de li bajarê Dirbêsiyê (Sûriya) ji dayik bû.
EVRODÎT -1
Evrodîta min
Anahîta Kurdî
Xwedaya şengewîn
Û biçûk bûnê
Evrokê.
Rehê dilê min Xwîna min
Keboka aştîyê: Evrokê
Ji cîhanê hezdikim
Ji bo çavên te zarokê
Dilê xwe ji wan re vedikim
Wek hêlîna kebokê
Wan teva himêz dikim
Ji bo xatirê: Evrokê
Jiyana min evîna min
Helbesta min rewanê min
Ahîn û nalîna min
Ji bo xatirê
Evrokê
Evroka min delale
Bi ap û xale
Bi gund û male
Ranazim
Dema dinale
Evroka min şîrîne
Çîçek û nesrîne
Gula Cudî û Hemrîne
Li ezmanê min
r o k ê
Bûka welatê mine
Li Dirbêsiyê
Li Diyarbekirê
Li Dihokê.
————————————————–
WELATÊ MIN
Ji şêranî
Tu şêrîntirî,
Ji ruh û can
Buhatirî,
Ji av û ba
Tu ferztirî,
Ax.. Welatê perçe kirî.
Tu namûs û ol û jîne
Ji xuşk û yar
Tu bê tirî,
Tu romet û niştiman
Û vîne
Tu Hece
Lê ji hecê muqedestirî.
Sitêrek li ezmanê mine
Ji sitêrka teva
Geş tirî,
Navê te
Pir pir buhaye
Ji navê min
Tu pêştirî.
——————————————-
EV E JIYAN
Eger tu ji vir koç bike,
Bawer neke
Ku tucar jiyan
Piştî te rawiste ..
Wê rok derkeve
Tariyê li xwe napêje…
Rengê keskesorê
Reş nabe…?.
Siruşt wê wek xwe
Bimîne,
Baran wê bibare
Sor bibin kulîlk
Şîn bibe buhar
Tev de wê te jibîr bikin
Mîna gelek mêrxasên
Hatin jibîr kirin.
Wê jibîrbikin
Dilovanîya te
Merovati ya te,
Wan hêsir
Û
Axînin ser birayên te
Wê kal û keda te
Ewin bi xwe
Axê bavin ser çavên te
Wê herin govenda
Reqs û sema bikin
Wê herin şahîya
Kêf û laqerdiya bikin.
Wê te jibîr bikin…
Cîhaneke
Şîrîne
Lê zor xedare
Guh nade kesî
Ji xwere nake
Bare.
Li ba wê kirîn
Û firotin Û bazare?.
Başî û ne başî
Jêre ne bare.
——————————————-
TE BISTÎNIM
Te bistînim.. te bistînim
Heger xwînê ez birjînim
Heger bidim can û jiyan
Bawer bike zê te bînim
Te bistînim ezê ji xwer
Diyar kim cerg û ceger
Temenê ciwan dikim himber
Bê te çarîkê na mînim
Tu rewana dil û cana
Tu ramana hişê zana
Tu helbesta ser zimana
Bi çavê te ez dibînim
Ez bi kul û bi hinerim
Lê be cîh û bê deverim
Li cihanê tev bigerim
Wek te tucar ez nabînim
Tu nasdikî yarê te me
Herdem bendewarê te me
Ez bekçîyê navê te me
Tu Şahî ye ez Mahîn im.
————————————————————
HÊSÎRÊ BÎRANÎNÊ
Hêsîrê bîranînê me
Li her cihî te dibênim
Zor û êşê ez dikşînim
Hêviya wan çavê şînim
Jîn û şahîya min tu bû
Evîn û mêja min tu bû
Dîdara çavêmin tu bû
Yarê bête dil birênim
Ma kanî rojê meyên çû ?
Rokê tenê de vegerîn
Mirin be ezê bidim dû
Lê bera ez te bibînim
Lê dojeha îro ez têde
Xweda bera kes nebîne
Min navê yek roj lê zêde
Bê wê bera ez nemînim.
————————————————————–
HUSN Û CEMALA TE
Ji hûsin û cemala te
Wek wan nîne li her derê
Nel vî warî nel cîhanê
Nel Turka nel Mecerê
Çav û dêmên te cana min
Nayên kêşan li defterê
Ahîn ji ber wan çavê te
Te dil daye ber xencerê
Êşq û evîna te yara min
Ji êşqa evîna berê
Hew dixwînim hew dibînim
Bûme dîlê te dil berê.
Ji rewşa te ez disotim
Min xelas ke ji vê kederê
Hêvîdarim ku yara min
Li min vegere mîna berê.
——————————————————-
LO DILO
Bese girî û axînî lo
dilo
Cihan bi mir xayî ne
dilo
Heger gul û mizgînî
dilo
Ew ji bone dax û sitrîne
Dilo
Heger yar û evînî
dilo
Bûne derd û birînî
dilo
Ger tu xater bi xwaze
dilo
Çava li dû ne §ikînî
Dilo
Cihanek bê bext e
dilo
Rondika li ser ne rijnî
dilo
Dilekî rast tu nabînî
dilo
Herdem tê wa bimînî..
Dilo
—————————————–
GULA SOR
Lê gula sor,
çima te wakir
Xewna xweş
te li min sarkir
Çendî dêşim
Ez nabêjim
Ji ber te yarê
Herdem gêjim
Evîna te can
Sewdan firand
Dilê tenk wek cam
Rabû şikand
Te sundek xwar
Bi evîna min
Tu bû ol û Jîna min
Te hiş xapand
Mêjî revand
Heskirna xwe
Di dil de çand
Lê yar giş tev
Nabin wek hev
Çima yarê
Tu ji min direv?
Lê gula sor
Cima te wakir?
Ew avaye..
Te windakir.
——————————————-
NAVÊ TE
Navê te
Pir pir buhaye
Ez nabêjim
Li her cîhî,
Rehê te
Şax vedane
Ez natersim
Ji lehî,
Tu diroka
Me tevaye
Riwê me bi te
Sibehî,
Gotinek pêşiya heye
(Piştî tengahiyê Firehî).
—————————————————-
NÎGAR
Nizanim
Çawa
Besnê te bidim?
Bêjêm
Tû kiye ?.
tû
Zînê ye..
An tû Xecê ye ?
yan
Fatma Salih Axê ye..?
Lê, Ez karim bêjim
Tû nîgarek
Bi pênûsa Xwedê ye ?.
———————————————————–
EZ Û RENGA
Bûne bira, bûne heval
Bûne ruhek, di yek canî
Bûye peyman, girêdanî
Ez û renga ji biçûkanî
Tablowa min herdem welat
Rengê tê de merov û lat
Ax û nalîn jê diherike
Mîna çemên Dicle û Ferat
Cîhna heval, cîhna dujmin
Cihna sînor û xerakirin
Cihna zanîn û avakirin
Borterên bi kar û xebat
Dema çaxê min bû nexweş
Tablowa min tev dibe reş
Dema Bi kêf û şadîbim
Bi xwe dibe rengekî keş
Tablowa min jîyana min e
Neynika kul û derdê min e
Nîgara xak û siruşta min e
Emza min bi navê min e..
Bi navê Mahîn Şêxanî..
—————————————————–
HÊSÎRÊ BEJNÊ
Li min dinerî, dil bakirê
Ez hêsîrê wê bejnê mi
Ev çi şîre vexwariye
Ez xolamê diya wê mi
Bi wan çava awirek da
Weke tîrê da dilê mi
Dil firya bi alî wê de
Ez baz didim nagihê mê
Sor û sipî bona sêvê
Dibê ji hinarê riwê wê mi
Kilê çava tew dibêje
Ji reş bûna porê wê mi
62
Hawar û sed hawar
Ji derdê vê çelengê
Ez geriyam li cîhanê
Min xweşik dî ne bi vê rengê
Zîna bi nav û dengî
Ku bi rastî piştî wê mi
Heger Cokenda bi axivya
Wi bigota: ez cêrya wê mi
Xweda bawer ya min bi te tê
Li ez mirîdê ola wê me
Eger xwedayê çelengbûnê heba
Wê bigota: ez xwedî me.
https://www.bernamegeh.org/2020/09/14/jiyana-mahin-sexani/