Hunermend Enwer Şêxanî di sala 1951an de ji dayik bibû û ji temenê 19 saliyê ve dest bi karê şanoyê kiribû.
Enwer Şêxanî beşdarî di bêtir ji 60 şanoyan û 10 fîlmên sînemayî de kiriye û çendîn xelatên rêzgiritnê wergirtibûn.
Ew hunermend di sala 1991an de yek ji damezrênerên Komeleya Hunermendên Kurdistan/Hewlêr, herwiha endamê desteya damezrêner a televîzyona Kurdistan TV di sala 1992an de bûye, herwiha endamê desteya damezrêner a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê bûye û di sala 1998an de weke Sekreterê Giştî yê wê sendîkayê hatibû hilbijartin.
Hunermendê kevin yê bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyê di sala 2019an de jiyana xwe ji dest da.