Rûşen Yûsif di sala 1972yan de li gundê Moseko yê girêdayî navçeya Racoyê li herêma Efrînê ji dayîk bûye.
DI BÊDENGIYA ŞEVÊ DE
Di bin sîwana bêdengiya şevê de
Nalîn tên
guhdar kirin
Stranên êş û lorînan
Xwe berdidin holê
Qerebalixa giyanan…….
Tên diyarkirin..
Di bin sîwana bêdengiya şevê de
Şoreşa rondikan
tê radgihandin
Xwe ji girtîgeha xwe..
rizgar dikin
Dibin lehî….
Û diherikin…
Li ser balgîvan efsanan dinivîsin..
Tenê di bin sîwana bêdengiya şevê de..
Tu dikarî nependiyên xwe..
Ji stêrikan re vebêjî..
Xewn……
Xeyal..û hêviyên şikestî..
Li ser keviyên şamalan bikolî…
Tenê di bêdengiya şevan de..
Tu…………….dikarî!!!!
ŞEVA NEMIR
Were em demê bi hev re parve bikin
Roj para te
Şev a min
Bi serê hevdeyên porê xwe
Zêrîna tȋrêjê
Hembêz bike
Ez jî……
Bi roniya çavên xwe
Zîvbûna heyvê
Biberqînim
Bi hêzbûna germahiya rojê
Dilê xwe geş bike
Li ser têlên tîrêjê
Wê bireqisîne
Ez jî….
Bi şemala şevê
Dilê xwe bixemlînim
Tu di rojê de
Bi çivîkan re bicive
Bi bilbilan re
Li ser şaxa gulên jînê
Bixwîne
Ez ê govendekȇ bi stêrkan re
Li ber awaza bêdengiyê
Bigerînim
Biçe nav zevî û newalan
Li ber xumxuma ava kaniya dil
Vebêje sirûdên evînê
Ez jî……
Bi asîman re bisitrim
Destanên hez û xeyalan
Bi agirê bîrêkirinê
Li ser xwarê raxim….. stêrkan
Li darxînim… şevbûherkan
Li keviyên şevê
Bigerînim….
Şox û şengiya xwe
Rojên xortaniyê
Vegerînim…
Li paş beydera helbestê
Veşêrim gewdeya evînê
Li ser têlên tembûra Şêxo
Bireqisînim awazên evîn û welat
Tevlî tembûra Perwer
Sama bikim awazên êşa netew
Li ber dengê Dîkran
Bireqisînim bîranînên bav û kala
Li ber tiktika demjimêra zaroktiya xwe
Binivîsim
Çîrok
Helbest
Û destan
Niha de bêje
Roja te bextewar bû…?!
An şeva min
Nemir bû……?!
TU
Di girnijîna heyva vê şevê de
Dipelînim rûyê te
Jê re çîroka evîna Mem û Zînê..
Çîroka Derwêşê Evdî…
Û…. Ya Siyabend û Xecê….
Vedibêjim
Bi min re got:
Ev ne welat in….?!
Min got:
Belê!
Û tu jî….. welatê min î.
ŞEVA HEZNÎ
Di wê şevê de….
Şeva heznî de…….
Ku morîkên xemgîniyê…
Xwe bi gerdenê wê de….
Daleqandibûn
Di wê kêlîkê de…
Helbestên di rûyê te de……
Pijiqandibûn
Bi lorînên demê…. Min diristin
Bi hibra şevê……….
Li ser eniya heyvê….
Bîranînên temirî….
Min ji nû ve vejandin
Lê…….!!
Gerdûnê ew xwendin…
Tenê te nexwendin…..
Dîsa……. Li çavên min…
Careke dî……
Wan xwe spartin……..!!
JIYÎN
Giyanekȋ ji henaseyên xwe
Bi tîpên min de…. Berde..
Bila……….
Şaxên helbestê
Li ber zîl bidin
Bila…………
Bibe awaz
Dilê min li ber lê bide
Bila……..
Kilama xemgîniyê darbest bibe…
BENDEMAYîN
Ji kaniya dilê te
Vedixwim ava jînê
Bi xeyalan re
Bi destên te digrim
Û dibim mêvanê heyvê
Li deriyê xeman didim
Û di asoya asîman de
Belav dikim
Diçirînim perdeya şevê
Bi destên te yên biçûk
Diçînim stêrkên hêviyê
De were
Delalê ber dilê min
Were.
ÇÛYÎN
Di şeveke bê serenav de
Windabûn awirên min
Di xatirxwestineke sêwî de
Rêwî bûm
Ez çûm
Û…. Tu çûyî
Li ser rêya bê navber de
Şikestin
Westîn
Gavên min û te
Nedixwestin bi dûr bixînin
Navê min û te
Hinavê min û te
Û ne çarenûsa min û te
Awir jî westiyan
Min dan ser hev
Mijankên bi hev ve
Û……..
Ez çûm……..
PARSEKA EVÎNÊ
Li ber dergehê hesretên
Bê sînor de….
Bi çûnhatina pelên keserên
Stûxwar de…
Li ber deriyê çavên melûl de
Parseka ewlehiyê dike
Dil
Lawo…….
Hinekî ji pesara dilkeviriyê
Biherkîne….
Misteke evîn
Guleke sor
Xunaveke ji lêvan
Bila êşên tazî
Kirasekî bûka baranî
Li xwe bikin
Bila şev jî tîrêja rojê
Ji xwe re bike fîstan
Loo……lawoo.
EVÎNEKE KURMANCÎ
Ji ser pişta
Pelên payîzeke melûl
Diherkin sitrana
Evîneke sermedî
Pê re jî………
Diherikin lorînên
Êşeke kûûûr
Bi zimanê
Kurmancî.
ASOYÊN ÇAVAN
Li min bike fîstanê şahiyê
Ji çavên min
Hil bike awirên xemgîniyê
Di gulistana lêvên min de
Biçîne gulên girnijîyê
Wan xewnên newêrek
Ên xwe li paş jiyaneke xapînok
Veşartine
Bi çî bîne
Sitûxwariya hêviyan
Di hembêza xwe de
Vejîne
Agirê di dil de
Bi xunava ramûsanên jînî
Vemrîne
Tiliyan li tiliyên min bişdîne
Û……
Here paş asoyên çavên xwe
Derd û kulan bihelîne..
DIYARÎ
Ji peyala şevê
Dinoşim helbestên cegersotî
Ji bin neynokên heyvê
Didizim xweşikiya peyvê
Diqelizim şevbûhêrkên stêrkan
Guhê xwe didim wan
Serpêhatiyên evîna wan
Ji wan direvînim
Ji aso zelaliya wî ji dest digrim
Û
Bi çemeke bîrêkirin newestiyayî
Wer didim
Û
Bi tîrêja roja dikenê jî
Diyarî te dikim
Welatooo.
TÊ BîRA TE
Tê bîra te….?!
Di Bihareke li welatê me de
Ew nêrgiza te li ber çamê reş
Ji malbata wê sitandibû
Û di ber guhê min re kiribû
Tê bîra te……?!
Te çi li ser nivîsandibû
Te bi hilma hezkirinê
Li ser pelên wê
Hemî hêvî û xeyalên me
Te li ser muhir kiribû
Te bi tîr û kevanên awirên xwe
Li ser pelên wê
Hezkirina Mem û Zînê
Nivîsandibû
Tê bîra te ew bayê bêrehim….?!
Ji bakur de hatibû
Û ji ber guhê min ew firand û
Belav kiribû
Ma tê bîra te jî…..?!
Çawa min li pey pela bazdabû
Û yeko…… yeko
Ji nava lepên Bê, berhev kiribû
Û min di qefesa sînga xwe de
Di qunçika tevî ewle de
Min veşartibû
Delalo
Ew nêrgiz hîna di wa quncikê de
Li benda hatina te ye
Ma tu dizanî……..?!
HEZKIRIN
Bedewiya min a di çavan
Wergerîne wê
Lehiyeke ji hestan
Biherikîne xunava wê
Ser rûpelan
Helbest…….. helbest
Bila pê ji bîr bikin derd û kulan
Bilbilên şevê
Evîndarên heyvê
û jimarvanên stêrkan
Bila têlên berbanga zelal
Bi yek sazȋ
Yek dengȋ bang bikin
Ji te hez dikim
Ey bedewa warê hestan.
Çîroka min xwendibû
Nizanim tav bû…
Nizanim gavek xav bû…
Bi asîmanê awirên te de firandibûm.
Nizanim erd bû…
Nizanim Stêrk û Heyv bû.
Ew xala di bihişta sînga te de şîn hatibû.
Her ez didîtim
Ber xwe ve dikşandim.
Ew henaseyên lêvên ewran zuha kiribû
Bi ser giyanê min de…
Weke xunava berbanga welêt
Barîbû….
Ew zeviyê di navbera milên te de
Welat bû…
Ew harbûna demê
Her… û her
Zindî û xweş bû…
Ey çîroka li ser pelên Payȋzê
Min xwendibû.
WELATO
Welato
Ji paş çiyayên bȇrȋkirinê…
Gurzeke vedenga dilê xwe
Ji min re bi rȇke
Di çemên bêdengiyê re….
Geştiyekê ji melûliya xwe
Di leylana tabloya bêxwediyê de
Di gerdûna can didê de
Ji min re bi rêke
Wan çavên xew jê reviyayî….
Wan lêvên di xatirxwestinê de.. miçiqîne……..
Wan newalên li rûyê heyva te… neqşîne…..
Wan hêstirên di buxçika tariyê de…. Veşartîne……
Di peleke zeytûnê werde……
Û……
Ji min re bi rê ke….