Şêx Memdûhê Birîfkî (1911-1976) helbestvan û nivîskarekî kurd e.
Birîfkî di 1911-an de li gundê Badê ku girêdayê bi bajarê Dihokê ve ye, hatiye dinyayê.
PERÎŞAN
Ditirsim ez ji wî ˈhalî
Ji xêran ez im yê xalî
Gunahan ho lˈ me kir talî
Xudê bˈ reˈhma xo me bˈşûtin
Xudê bˈ reˈhmê biket dˈgel min
Tu lutfa xo bide ser min
Ji ˈhizûra neke der min
Feqîr im min ˈefû tˈvêtin
Feqîr im ez gelek jar im
Şev û roja bi zêmar im
Xusaret bû hemû karim
Neşêm hemya bidim gotin
Hewar lˈmin ez çi diljan im
Jˈgunaha ez perîşan im
Hizar cara peşîman im
Lewa Exlatî pir gotin
Hilo Memdûh bike tobê
Were ser cada û derbê
Di gel nefsê bike ˈherbê
Heta reˈhma xudê bêtin.
SEHER
Îro seˈher min dît gelek
Ew serşirîna sermelek
Xurşîd e yan çavreş belek
ˈHûrya di baxê cennetê
Hûrî li ber qîzê reş e
Lê şems û bedra pir geş e
ˈAlem hemî bûn serxweş e
Ber ˈetr û şewqa cebhetê
Jˈ ber ˈetr û şewqa wê şehê
Şermîn dibû reng ji mehê
Xistîme ber ah û lehê
Tîra kivanê qudretê
Tîr wan ji qewsê eswed e
Şehzade ye şirînqed e
Sotî ne wek min deh sed e
Bi narê fîraq û hesretê
Hesret niye dilsotin e
Agir hinavê keftin e
Nexoşiyek li ˈhalê min e
Ji nalî û girîn û ˈhirqetê
Jˈnalî û derd wa li min
Raˈhet min nîne yek demê
Ah û girîn e ji xemê
Xûn co-co ji çavêt me tê
Xûn tê ji nav cerˈhên di kul
Min sed hizar daxên li dil
Lê kuştî me çavên bi kil
Sorgul li ser xal û xetê
Sorgul li ser xalan e wê
Şekkir li nav lêvan e wê
Reyˈhan li ser sêvan e wê
ˈErˈer bi şibhê qametê
Qametriˈhana tabelav
Sotin li min cerg û hinav
Îro mi dî girtî xunav
Zilfên li dora cebhetê
Zilfên li dor bedra mûnîr
Kilên sîyah lê kir ˈebîr
Zendên spî lê bˈdesteşîr
Wa keftiye nêv muhcetê
Wa keftiye nêv sotiya
Xoşî nema me bˈhûriya
Memdûh dibê selwa çiya
Min divêt ji çendî ummete.
SÎNOR
Mûsil û tevrêz û şîraz hemedan, toros û sêwaz
Beˈhrê qezwîn, beˈhre faris beˈhrê reş, beˈhrê beyaz
Ev tixwîb in bo me Kurda belkî samsun û araz
Xwîn ji canên xo dirêjîn da bijîn em serfiraz
Dê bijîn yan dê kujîn dijmin we nakeyn vebijîn
Jˈnûke pê ve bo kesê qet çi temenna nakêşîn
Em dixazîn, cengebaz în em bi xo şêr in bijar
Melek xo tên bo neyara her wekî gurgên di har
Bûs û kozik me girêdan merziyan wê hate xwar
Roja cengê em di naz în da bijîn wek xundikar
Dê bijîn yan dê kujîn dijmin we nakeyn vebijîn
Jˈ nûke pê ve bo kesê qet çi temenna nakêşîn
Bîst û pênc milyon didêrîn em hemî Kurd în xurî
Pehlewan în serbilind în destbijar în bo şerî
Her dema bîva me bêtin dê vekeyn tolên berê
Bˈsond û peymanên me xwarîn dê bijîn wek kişwerî
Dê bijîn yan dê kujîn dijmin we nakeyn vebijîn
Jˈ nûke pê ve bo kesê qet çi temenna nakêşîn
Alayê rengîn hilînin vî cihî pê şah bikeyn
Kurdistanê bˈxemlînîn çendî lawan xir bikeyn
Keskûsora bihejînin dijmina pê kor bikeyn
Nevrozê dîsa vejînin Exlatî dilxoş bikeyn
Dê bijîn yan dê kujîn dijmin we nakeyn vebijîn
Jˈ nûke pê ve bo kesê qet çi temenna nakêşîn.
DILBERÊ DÎSA
Dilberê dîsa ji nû derd û birînêt me kewand
Bi serê zilfa sîyah wê xem û teˈelî lˈme cemand
Me dihî şengeşeha qet ji elîf yara berê
Li serê rê me bi endaze ji dil tev meyizand
Xal û xetên li sîmaê dil û bê perde me dîn
Wekî mahê reşiya li dêmê be Kurdî me vexwand
Du hîlalan li binê rojê li ser dêmî helat
Rişiya bextê me daê zivirî şev lˈ me gehand
Me nezanî ka ve sêr e yan tecelaya xudê
Qîbleya min di dinê evro li min têk zivirand
ˈHûriyên baxê biheştê çav li dîdara te ne
Bejn û balayê şirîn evro du ca lˈme xemiland
Me go nûnê bi kilê surmeî lˈ çava bireşîn
Rû veda ve lˈme kenî xunçelebê dil herişand
Nêrgizên ser di giran şermendeê çavên te ne
Me ji wan tirs û fîxan e ku ewan dil peritand
Pazde sal e wekî perwaneê bêdeng şewitîn
Yarperês în û ditirsîn me ji zilfan digezand
Xûn û zerdav û ˈedav co ne ji cergê me diçin
Geh û wersel lˈme birîn surperiya xwê lê reşand
Şev û rojan wekî bilbil dikme firyad û hewar
Ez dinalim ji xemê solîneya perde dirand
Ji yê serpak î dirêj beyhûde me digel te biwar
Rojekê rû te nada min xem di hestiyê me mehand
ˈHeq dizanît ji xema ˈişqa te bêmar û dil în
Çi qiyamet li me rabû bi xudê dil kuzirand
Me go dilber ji kula bêder e xem jan e di dil
Were Exlatî binêr bo mirinê ser me zirand.
ŞEVÊN TARÎ
Şevên tarî di nav pêlan bi girdabê giriftar im
Kesê lˈdwî min, kesê bêxem çi zanît ez çi bedˈhal im
Çi xoşî v ˈeyş dibînim ez di gel yar û şirînşahan
Mirin her dem diket gazî direng e rabe serbar im
Bi dilxoşî çewa rwînim digel yaran ez ê pirxem
Dizanim paşî çend rojan digel gorî hevaldar im
Nizanim ew kesê ˈaqil bi dinyayê çawa xoş bûn
Li ˈhalê pêşiyan nêrî v nezanî ez ˈecebkar im
Were saqî me dil nîne bigêre kase û camê
Evînya ewwilî bûrî nuhe dilteng û xemdar im
Dilê kul çû ji destê min hewar e lˈmin bikin rayê
Ditirsim sirrîya mexfî bikim ˈzahir ˈuzirdar im
Nesîbê min di dinyayê nivîsîn tehl û pirr mîˈhnet
Her ro sed car dibê Memdûh ji vî ˈhalî şukirdar im.
DILBERÊ
Dil birîndar e şirînê
Jar û bêmaro dilo
Keftime derdê evînê
Ay dilê min ay dilo
Keftime ber derd û janê
Wek memê sotî gumanê
Ahji destê vê ciwanê
Ay dilê min ay dilo
Ah ji destê zilf û xalan
Awirê wa çavxezalan
Dame ber çekûç û nalan
Ay dilê min ay dilo
Dame ber derdê fîraqê
Helfirandim wek buraqê
Sed hewar jˈvê îştiyaqê
Ay dilê min ay dilo
Hey hewar jˈva kul û derda
Miˈhnet û ˈişqa di wer da
Ez kirim bêmal û şeyda
Ay dilê min ay dilo
Ez kirim wek şiklê dalê
Mam di kovana wîsalê
ˈEşweyîn wê serşepalê
Ay dilê min ay dilo
ˈEşweyîn wê ˈalîşanî
Ez kirim bêmarê xanî
Xoş dibim ma ez bi canî
Ay dilê min ay dilo
Ma kul û daxa birînê
Sotina derdê evînê
Sax dibit carek bi dînê
Ay dilê min ay dilo
Sax dibin ma ev mehane
Dax û derd û kul û jane
Ruˈh û dermanêm bi can e
Ay dilê min ay dilo
Ruˈh me cana mekkeî bû
Nazik û ˈhor û perî bû
Çav me lew xewn û girî bû
Ay dilê min ay dilo
Çav me ma lˈbejna şirînê
Remz û nazên xemrevînê
Mam bi vê dax û birînê
Ay dilê min ay dilo
Mam di benda dax û derdan
Xoşî piştî te me berdan
Can û dil her du li ser dan
Ay dilê min ay dilo
Can dema hatî ji wê ve
Ateşî dil girt ji rê ve
Serxoş im mame bˈdînê ve
Ay dilê min ay dilo
Serxoş im bî camî mest im
Ejdeha bî jehrê gestim
Bi girya zilfa ve bestim
Ay dilê min ay dilo
Ay dilo jaro xerîbo
Dûredost û bêneˈsîbo
Xesteˈhal û bêˈtebîbo
Ay dilê min ay dilo
Xesteˈhal im pir fena me
Çav li rê yara xo mame
Ez bo yarê canfîda me
Ay dilê min ay dilo
Can ji bo wê min fîda kir
Dil bi ˈişqê mubtela kir
Ruˈh ji Exlatî cida kir
Ay dilê min ay dilo.
CANÊ CANA
Pir ji dinya te xerîb im
Canê cana min tu ka
Dilkel û jar û keîb im
Canê cana min tu ka
Dilkel im sê sal temam e
Çav li rê yara xo mame
ˈAşiqek pir mubtela me
Canê cana min tu ka
ˈAşiq im dûr im ji ramê
ˈEşweyîn şirîn kelamê
Girtî me lˈvê qeyd û damê
Canê cana min tu ka
Girtime mame di qeyda
Her wekî mecnûn û şeyda
Dil bi navê te me ˈhey da
Canê cana min tu ka
Dilkul û jar û zeˈîf im
Mubtelê qametelîf im
Ruˈh fîday şama şerîf im
Canê cana min tu ka
Ruˈh fiday werdên bixar im
Kuştiyê cotên xumar im
Jˈmeˈhbeta ˈişqê dizar im
Canê cana min tu ka
Jˈ meˈhbet û cewra ˈhebîba
Qehr û azara reqîba
Zêde kir êşa xerîba
Canê cana min tu ka
Zêde bû cewr û cefa me
Bêguman beˈhra xema me
Jˈyar dostan ez cida me
Canê cana min tu ka
Bêguman dilvanî dost im
Sed meqaman veguhistim
Heta ez jˈmeˈhwê veristim
Canê cana min tu ka
Min heta meˈhv û fena bû
Dil bi ˈişqê mubtela bû
Cezbe û lerzîn û ta bû
Canê cana min tu ka
Lê dema jˈmeˈhv û fenayê
Geştîme ˈhalê beqaê
Can û dil her du me daê
Canê cana min tu ka
Can ji ber kezmên du sadan
Bˈser û feyˈza selewatan
Bûme meˈzherê sîfatan
Canê cana min tu ka
Bûme meˈzher bo cemalî
Weˈhdeta cûd û wîsalî
Dil geha nûra celalî
Canê cana min tu ka
Dil geha keşfa şihûdê
Zîkr û tewˈhîda sihûdê
Bˈcan û dil çûme sicûdê
Canê cana min tu ka
Can bi navê te me ˈhey kir
Xulqê razî me di ber kir
Sed şukir merˈza li ser kir
Canê cana min tu ka
Sed şukir feˈzla te dîsa
Nûr û narî nebî mûsa
Dil me tor e bê teyîsa
Canê cana min tu ka
Dil kete sîrra lîqaê
Weˈhdeta ˈhalê beqaê
Cinneta zewq û sefaê
Canê cana min tu ka
Cinneta keşfa cemalê
Menzîla min di xeyalê
Hazir Exlatî fîda lê
Canê cana min tu ka.
XUTIYA MIN
Dilbirîndara şirînê
Bêjne canê xutiya min
Keftîme derdê evînê
Remz û nazên xutiya min
Remz û nazên wê şepalê
Nazikê gerdenşemalê
Çend me gotê der nihalê
Rabe sotim xutiya min
Rabe sotim kul û derda
Xoşî paşî te me berda
Ma çiqa jˈişqê xeber da
Rû neda ve xutiya min
Rû neda min serşirînê
Dernikar î xemrevînê
Çend me gotê nazenînê
Rabe ser xo xutiya min
Rabe cana dêm ji cûrî
Spêde hat û şev lˈme bûrî
Tu çira dê min guhûrî
Bi xewa xo xutiya min
Wê xewa şirîn zû îna
Çend me kir çav nehilîna
Mam bi wa derd û birîna
Tengezar im xutiya min
Tengezar im bêdewa me
Bˈderdê ˈişqê mubtela me
Min lˈser kuloma te dame
Ruˈh û can e xutiya min
Ruˈh û canê pir dinalim
Şev û roj talib wîsal im
ˈAşiqê wê dêm bixal im
Xo ne bes e xutiya min
Xutî ya keftîye xwarê
Her wekî şevên biharê
Çendî min got rabe yarê
Şev direng e xutiya min
Şev giha weqtê beyanê
Mam di ber benda te canê
Hindî min got sermiyanê
Dilbijan im xutiya min
Dilbijan im, dilbixwîn im
Hindê ez canê dˈhejînim
Ranebû derda bˈkewînim
Poşiman im xutiya min
Poşiman in dilˈhezîn im
Min gotê lêvan gezînim
Daku canê jˈ xew hilînim
Ranebû can xutiya min
Ranebû çendî hijandim
Serûpê lêk zivirandim
ˈEql û hiş her du firandim
Xew giran e xutiya min
Xew giran e bêxeyal e
Dêmdur e gerdenşemal e
Lew xudan ˈeql û kemal e
Serşirîn e xutiya min
Serşirîn û xembelav e
Xet ji misk û leşgulav e
Rû wekî xurşîd û tav e
Lebşîfa ye xutiya min
Lebşîfa ye, şahêcan e
Dernîgar e alîşan e
Dêm wekî destek gulan e
Xemrevîn e xutiya min
Xemrevîn e pir binaz e
Sorgula baxê mecaz e
Ruˈh ji Memdûhî bixwaze
Da fîda ket xutiya min
Dê fîda kem ruˈh û cana
Bo te çend mal û cîrana
Ger tu rabî çillexana
Xoşirîn û xutiya min.
NAZENÎN
Weˈede bit paşî te cana ez çi şehyana nekem
Ez digel kes dî ji bil te ˈehd û peymana nekem
Piştî wa geşt û sefaya min kirî dˈgel dilberê
Weˈede bit êdî nerûnim lˈterzina keyfê nekem
Ma çawa dê bigirim dosta ji bil te nazenîn
Ruˈh bi yekcarî me da te dil ji te qet navekem
Piştî min xwarî ji lêvên qurmizî şekr û nebat
Ez çi cara dˈgel çi cana geşt û seyrana nekem
Min li baxî îremê min dî li sêva ket gezo
Lˈmin ˈheram bît paşî wa sêva gezowê ˈtam nekem
Min li nav baxê gula bo ser şirîna weˈede kir
Paşî wan solîneya alayê rengîn bên nekem
Kewser û ava ˈheyatê me ji lêvên te vexwar
Lew ciwan im ez di ˈişqê dest ji dosta navekem
Min li ser kulma spî alal û sunbil bên kirin
Lew şevên tarî wekî rojê bi ˈişqê çêdikem
Badiya rexqurmizî da min şirîna ser şubak
Min ji wê mey hilmirîst lew kişwera yexme dikem
Ger weku bilbil li ser dêmê te bame sorgulê
Her wekî rengê biharê dem bi dem da geş bikem
Ma gelo mumkin e ez carek binefşa çav bixal
Her wekî cara bibînim dîdeya pê ron bikem
Memdûhî can maye gel, sewda serî havête dil
Sotinê dabû hinava şeb û roj şînê dikem.
TEMEFA
Temefa leb ji şefa bo çî me rencîne dikey
Me emeldar e ji te ˈeqsê çira dˈgel me dikey
ˈTemefa mêze bike kanê gunaha me çi ye
Me bi vî rengî disojî û me pir gende dikey
ˈTemefa min go perî bêt û birîna me veket
Dê bo ˈhalê me girî yan dê ˈîlaca me bikey
ˈTemefa dil me bi te îro kirev bend û heval
Ez bi ruˈhê lˈte dinêrim tu çira ho lˈme dikey
ˈTemefa min dibîhî bo çî li te mêze dikem
Da li ˈhalê me bipirsî kul û derda tu vekey
ˈTemefa min ji kula girtî gula rengîn û bav
Me ji dil her tu ˈhebandî bo çî naza lˈme dikey
ˈTemefa em ji xema eşqa te pir dilkeser în
Me tu girtî dilê qenc e tu mebêçare nekey
ˈTemefa bextê te me min bˈvî derdî nekujî
Tu çi cara me nehêlî me ji xewa şirîn venekey
ˈTemefa bˈişq û evîn min tu ˈhebandî di dinê
Wekû hîrik lˈte dinêrim tu yî lêba lˈme dikey
ˈTemefa ah ˈtmefa ah ˈtemefa ah ˈtemefa
Te ˈîlaca me nekir bo çî birîna lˈ me dikey
ˈTemefa xo bi zeriyê şengeşirîn dost û heval
Ruˈh bi yekcarî te dîsa dê mirim ger me nekey
ˈTemefa bˈsond û qesem wek te me navên çi perî
Me miraz e ˈtemefa canê tu çava lˈme vekey
ˈTemefa bê te biha dê bikirim bˈruˈh û cesed
Ev e soza me digel te ko bˈgotina me bikey
ˈTemefa bi ehd û wefa ez çi ca terka te nekem
Tu xudê key ˈtemefa bêje min ka dê tu çi key
ˈTemefa kulma spî te lˈ me kire dan û dikak
Me nezanî hemî dav in dê me pê peçrîme key
ˈTemefa şukrê bike îro birîndarê te me
Te çi bazî jˈxo ra girt û bi wî ravê dikey
ˈTemefa hêj ez nizanim kanê fikra te çi ye
Dê wekî ya ku me gotî ya bi ˈeqsa me dikey
ˈTemefa bo çî te Memdûh bi gula kuştî heval
Ma yêkê dî heye îro ji wî çêtir tu bikey.
BEHDÎNAN
Ez Kurd im Kurdê çiyan im
Serbilindê behdînan im
Xudê zanît ji bo Kurda
Bi ah û derd û kovan im
Heta kengî gelî Kurda
Dimînî bêser û sewda
Çira bêsûc dikujî Kurda
Dibêjî ez wilatvan im
Eger Kurd î tu rastgo yî
Çira dijminê xo b’xo yî
Tu dê hêlî ewa çûyî
Dibêjî ez pêşîman im
Ne ez tirk im, ne nazî me
Ne îngilîz û emrîkî me
Ne ez be’esî û şiyû’î me
Belê Kurdek bisilman im
Belê Kurd im bi ru’h û can
Bi ehd û bawerî û îman
Dinalim ez bo Kurdistan
Xerîkî derdê Kurdan im
Çi dilvan im ji va derda
Çira bêsuc dikujî Kurda
Neyarên me li va erda
Dibêt ez şahê Kurdan im
Li Kurdistana rengcûrî
Bi xo bi xo tinê tu xoşmêr î
Me dît dijmin j’te ra bûrî
Te negot mêrê meydan im
Bo nekey li cihên jorî
B’xo bi xoy tu xoşmêr î
Çira xo te nekir gorî
Wekî tirk hatye hîzanim
Heta mirnê dikim gazî
Dinalim ez ji nû tazî
Nizanim ka tu çi d’xwazî
Lewa hinde î perîşan im
Her ro têm ez dinalînim
Birîndar im cigerxwîn im
Wekî mêra te nabînim
Dibêjî ez wilatvan im
Dilovan im me tu nasî
Çira Kurdo belengaz î
Piyawekê keserdar î
Tu napirsî li kovanim
Eger rast î tu camêr î
Wilatvan î, xudanxêr î
Xo bo Kurda bikey gorî,
Dibêjî ez wilatvan im
Lewa hinde dinalînim
Birîndar im, cigerxwîn im
Çi sinahya ez nabînim
Pê ron bikim dil û canim
Pê ronî bikim canê xwe
Rûreş bikim neyarê xwe
Memdûh belav ket derdê xwe
Exlatîyê pir beyan im.
DA BIÇÎNE LALEŞÎNÊ
Rabe da ez tu bi hev ra biçîne laleşînê
Kul û kovana bihêlîn nwî vekeyn j’dil evînê
Mêrg û çîmen xemilîn sosin û sumbil ketinê
Terzina girtî xunav û com û kanî ketinê
Sorgulên simaê rengîn girtine rengê b’xwînê
Nêrgizên ser di giran lê d’kene baweşînê
’Endelîb dîsa dixwînin bilbilê l’ser hêlînê
Kevîn kefte katoyî û kewderî hatne şûnê
Çîmenên nazik û ter ’hûr û perî daniştinê
Şahiya l’yazdeyî adarê şox û şeng wê t’bezinê
Nazika xemle girêdan raserî dêrahinê
Kofî xar kir tu binê bejne û bala şirînê
Ask û mam û pez û kovî qul bi qul wê d’ girtinê
Xuşî ya ketye welatî rabe da em biçînê
Exlatî xwast ji xudê rojeka husa d’înê
Newrozê sala me nwî kir b’xêr û şahî b’gehînê.
GELÎ KURDA
Rabne ser xo gelî Kurdan hwîn b’tebayî ciwan û pîr
Dijmina j’erdê xo raken da bijîn em wek wezîr
Me nevêtin ev jiyana bêcih û ala û mîr
Roja cenga me û tirka me çi ca naçît ji bîr
Piştî jarî û bendewarî lê me dîtin sed hizar
Ma ne bes e gelî Kurda l’bin tep û destên neyar
Yan çawa em dê ji bîr keyn ya ku me j’destî dixwar
Me hemî pêk ve nivîsîn b’xwîna kuştiyên di zar
Her ji bakû ta ku şîrazê hemî Kurd in xurî
Pehlewan in serbilind in dest bijar in bo şerî
Û ji bo te dê fîda ken yek bi yek can û serî
B’ serfirazî dê helînin alayê roj li zerî
Me divêtin wekî mêra serbixo, aza bijîn
J’ nûke pê ve bo kesê qet çi temenna nakêşîn
Yan wekî ava buharê dê l’ cihê xwînê rijîn
Her wekî şêr û pilinga em li cengê nahejîn
Wê li ser me bûne yekdil ’ereb û tirk û ’ecem
Hilfa bexdayê girêda Exlatî ruh da ji xem
Kurdistan kes nema carek ku pirsê jê bikem
Rabne ser xo gelî Kurda çar rexa lê bikne dem.
HEWAR
Hey hewar hewar hewar
Dinya hemî l’me bû neyar
Rabne ser xo gelî Kurda
Dijmina goştê me xwar
Şîn û bangîn û hewar e
Qîr û gazî tê ji welat
Dad û fîxanên me Kurda
Wê l’me bûne sed hizar
Hinde jarî w bendewarî
B’ser me ra bûrîn bira
Ma ne bes e gelî Kurda
Ev jiyana sar û bar
Bo çî ma em ne mirov in
Xo ne em dar û ber în
Heq me nîne di jiyanê
Ey bêmirwet ey neyar
Hinde sal e em dibêjîn
Ereb û tirk û ’ecem
Ew di gel ême neyar in
Bo neyara pişt û kar
Bîst û pênc milyon didêr in
Em hemî Kurd in xurî
Ma ne ’ar e em bimînîn
L’bin tep û destên neyar
Pehlewan û genc bila bên
Şêremêr dê werne pêş
Dijminên t’hat in dîlanê
Tîleşor kanê hewar
Misriya dîsa b’hejînin
Va kula derman bikin
Canê dijmina bisojin
Bikelihên wek jehrê mar
Hwîn hemî pêk ve b’tebayî
Dest bidin darê çekan
Dijmina j’erdê xo rakin
Jîn bêxwîn nabîte yar
Qeyrekê bidne girê
Nehrî û palo dê vejîn
Dêrsim û barzanî
Vêk ra j’ gelyê zîla bêne xwar
Serbixo azadî rûnin
L’vî cihî serbest bijîn
L’ser rû û difna neyara
Dane wanî xundekar
Alayê rengîn hilînin
Vî cihî pê şah bikin
Kesk û sora lê b’hejînin
Rojî newroz e bihar
Roj l’bîraqê helînîn
Ron bikin dax û çiyan
Daku Exlatî bijîtin
Serbixo, dilşad û yar.
KURDISTAN
Me Kurdistan gelek d’vêtin
Çi ca terka wê em nakeyn
Eger bîva me lê bêtin
Em ê tolên kevin rakeyn
Eger nemrîn em ê bînîn
Kul û derdên xo der înîn
Digel dijmin b’kul û kîn în
Çi ya bûrî ji bîr nakeyn
Ji bîr nakeyn ewa bûrî
Wekî dijmin dikir zorî
Eger canî bikeyn gorî
Ji nû paş bendeê nakeyn
Ji nû paş ev rih û can e
Me dest jê şwîşt û berdane
Li ser dijmin me ferman e
Heya tolên kevin rakeyn
Heya tolên hizar salî
Nehêlîn bo kesê xalî
Xo qurtal keyn ji vî halî
Neyara j’vî cihî rakeyn
Neyarên xo em ê înîn
Wekî twîla rezîl xwînîn
B’şeqa ji qel’a bi der înîn
Bi zincîra girên dakeyn
Bi zincîran û sencûra
Em ê kêşîne ser gora
Paqij keyn van rex û dora
Serê xo l’nav dinê rakeyn
Serê xo dê bikeyn bala
Vejînîn rustem û zala
Vekeyn tolên di ’ebdala
J’nû kuştiyên berê rakeyn
J’nû kuştiyên berê xazîn
Bo hîzanî necm û taz în
Lewa hinde b’kul û gaz în
Çi ca ahan ji bîr nakeyn
Çi ca ahên xo nahêlîn
Roja cengê find û fêl în
Em ê dîsa dinê şêlîn
Heta Kurda ji dil şa keyn
Heta Kurda bikeyn serwer
Li ser ’alem bikeyn kîşwer
Li dîwanê bikeyn dilber
Ji rojê beyreqa rakeyn
Ji rojê beyreqa mêra
Hejînî l’ser serê şêra
Bikeyn keyf û sema vê ra
Hîzan û dêrsimî şa keyn
Hîzan û dêrsimî bînîn
Bi zêravê bireşînîn
Dîsa paloyî bixemlînîn
Li wî kesk û zera rakeyn
Li wî kesk û zer û sora
Bikeyn rewşen li sînora
Vejînîn dilmirî û kora
Bi serbestî xo aza keyn
Bi serbestî, bi azadî,
Bi dilxoşî, bi dilşadî
Werin kirmancê Exlatî
Da Kurdistanê ava keyn.
NÛNA TEVÎ
Nûna tevî qed xemilî
Re’na dilî dildar e xet
Wê l’ser kulûmet sorgulî
Şehdane û d’gulzar e xet
Şehdane û d’emberfeş e
Solîneya sîmageş e
Yan jî gulaba bênxweş e
L’ nav sumbila surdar e xet
Surdar e ev re’ na dila
Ta ta gulî ketne mila
Ez çûm silava sorgula
Surperiya surdar e xet
Surperiya min serwer e
Durdaneya gerdenzer e
Çavbeleka ebrûter e
Nazikqeda nazdar e xet
Nazikqeda gerden bimûr
Wê ji badiya rex lê di sor
Mey da me û bêdest û dor
Mest im bi wê diljar e xet
Mest im bi wê şehda zelal
Lêvên di sor l’min kirne xal
Rengê sipî şiklê delal
Serxoş kirim xemar e xet
Serxoş kirim durdaneyê
Pê şehdê şirîn dûbeyê
Mîna tewafa ke’beê
Geryam li dor heft care xet
Geryam li dora zemzemê
’Hîna gehame kulûmê
Sucde me bir l’ber wê demê
Berê reş î guldar e xet
Berî reş î rengenwer î
B’ dest û devî çûme serî
Hadir ewê dil j’me birî
Evro li min xwîndar e xet
Xwîndar e yanî dilber e
Têrxuriya rengesmer e
Lewra me ru’h danî sere
Da kes nebêt bêyar e xet
Da kes nebêt bêyar e naz
Ew serşirîna serfiraz
Min her tinê ew bû miraz
Canî bidem yekcare xet
Min dane wê ev ru’h û dil
Wek ’endelîbê dilbikul
Hêşta ji min ew maye sil
Gotî ji te dilsar e xet
Dilsar e her ho ba diket
Da min bi vînê jar biket
Daku dilê min sar biket
Tecrîbîya xwîndkar e xet
Tecrîbîya yar birijît
Min jî bi destê xo b’kujît
Nabît ji wê dil bihijît
Taku hebim her yar e xet
Taku hebim min ew şirîn
Êş û bela şahî û girîn
J’xo ra me kirbû xemrevîn,
Willah me ew hemwar e xet
Hemwar e min ew serşepal
Nazikqeda ebrûhîlal
Memdûhî ron kir pê xeyal
Exlatî lew diljar e xet.
PÎREQORÊ
Pîreqorê ez ’helandim l’ me firandin ’eql û hoş
’Emr û jî beyhûde bûrîn her wekî avên di boş
Ev e bîst sal e dibêm evro sibe dê gêhimê
Her bi vê tas û hemamê wê l’me bûrîn şev û roş
Her dema pirsam ji wê go ez temamî ya te me
Min nezanî rengserab e çend biçim dê bîte boş
Yan wekî jinka durû ye her kesek tê digehît
Her bo wê mal e w nizanît bo hemyan berdaye koş
Pîreqora sed hizar salên berê îro me dî
Wê b’libasê kesk û sor dil j’ebleha înaye coş
Gote min tu b’nêre min ev xeml û şahî min hene
Min go dê zwî paş keve ey kevneqora rengbeşûş
Em ji mêj e te dinasîn tu ew î pûşta berê
Te bi wa hîle w hewala sed wekî min kirne poş
Te divêt da me l’hizûra wî şehî rûreş bikey
Daku ez her dem bibêjim wey li min halê nexoş
Min ji ixbara dizanî kes bi te xoş nabitin
Kanê ew şah û emîrên te kirîne ax û pûş
Te bi wan sozên direw sed kes li ser rêkê birin
Ma hîvî tu j’min dikey ez jî weke wan bibme poş (man)
Min di destî da heye zincîreka pak û temîz
Ew dikêşît min ji te ey leşmirara rûfiroş
Hîmmeta pîrê terîqê ger li ser Memdûh bitin
Dê bi Exlatî gehînît mededa şahê li şoş.
LALEŞÎN
Ez çûme laleşînê
Nav elkî û bilbêsa
Min dî li wê ciwanek
Wek fenerê ’teyîsa
Şenge şirîn û nazik
Xunçeleba pelazik
Derhal me can bû gazik
J’derdê evînê dîsa
Min gote wê tu rind î
Şengeşirîn û qend î
L’ber katoyî bilind î
Wek torê nebî mûsa
Go ez şirîn şepal im
Bi qed û xet û xal im
Kurdistana delal im
Keftîme destê pîsa
Keftîme dest nezana
Dûr bûm ji xwindevana
Weyla l’me bêxudana
Lewra ku mame husa
Lewra ku ez dibêjim
Hoy bargiran û gêj im
Rond’kê d’ xwînê dirêjim
Bo hemkî û bilbêsa
Bo hemkiya dinalim
Hindî b’xem û xeyal im
Kesek ne pirsî l’halim
Bûm hevgirê kabîsa
Bûm hevgirê neyara
Dwîr bûm ji dost û yara
Dilxoş nebiûm çi cara
Ez dame bênamîsa
Ez kaniya mêra bûm
Destgirtiya şêra bûm
Xoştiviya Kurda bûm
Beyhûde dame pîsa
Hindî me go hewar e
Yê ez birîm neyar e
Jîna me sar û bar e
Kesek li min ne pirsa
Kesê ji we negotî
Şehzade me firotî
Ya keftye destê kotî
Lazim nemînît husa
Lazim li wê bipirsîn
Bo çî ma em bi tirs în
Pêxas û tazî û birs în
Can bo mirnê me rêsa
Me ev cane nevêtin
Da dilbera me bêtin s
Erbest dîsa b’gerêtin
L’nav batî û pîrosa
Nav batuyê di jêrî
Tu b’nêre derê zêrî
Bo çî ma tu ne mêr î
Te ez dame b’ du kîsa
Te dame yê biyanî
Serşor kirin xuyanî
B’destê te ma gavanî
Gêlme te kir telîsa
Gêlmexur î û jar î
Pêxas ketye nizarî
Bo çî ma tu dewar î
Piştî d’kêşî b’ werîsa
Piştî d’kêşî bi penc î
Hinde bi te’eb û renc î
Diyar e ne mêrek qenc î
Yara te girt ramîsa
Yara te girtî kanê
Xelq pê dikin seyranê
Tu maye l’vê kolanê
Berê te ma li kîsa
Bila tu evro mêr bay
Xudan xencer û kêr bay
Nav dijmina wek şêr bay
Te bi Kurdî b’nivîsa
Te b’ Kurdî ez bixwandam
Da l’ ber te ez rawestbam
Me j’dil gotba te estam
Dijmin revîn çûn lîsa
Dijmin revîn j’welatî
J’ tirsa şêrê nwî hatî
Bo serbestî l’ xelatî
Newbet çû j’destê pîsa.
TIRSA XUDAYÎ
Xo j’vê xewê hişyar bike pembwî j’guhêt xo bîne der
Daxwazî xelqê zû bidey hêşta negotî yek du ser
Dolab û çerxa vê dinê sed sed wekî min hatne ser
Ew jî bin axahî mirin, bêdeng û dûman bêxeber
Ma çêdibît her ho biçît ev lewleb û çerxa dinê
Roja li min bêtin ecel j’difna me dê înîte der
Heçya me gotîw me kirî ew dê li nav çavêt me det
Rûreşiya min wê demê ez dê çi kem çi b’deme ber
Çi b’deme ber rûyê siyah l’barîgeha wî ’hakimî
Ew mewqifê hindê giran tirsê dilê min kir du ker
Tirsa min e j’wî ’hakimî ew bêjte min ey bed’emel
Hinde xirabî te kirin kanê te qencî bîne der
Qencî ma kanê danme ber sed ah û kovan û keser
Şermende im fêhêt û zer xolî l’serê min toz û ger
Xûlî l’serê min sed hizar ’emrê me çû bê karûbar
Willah ji wî bûm şermizar sermayê min tev bûne şer
Sermayê min bûne gunah faydê li min bû rûsiyah
Ez dê çi bêjim padişah b’ezmanê lal rengê di zer
B’ezmanê lal b’çavên di şor barê giran b’kotek û zor
Çawa li nik wî bim ’huzûr şerminde im willah ji ber
Şermînde im bêhed gelek gunah li ser min bûn xelek
Heta l’me wergêra felek tirsim cihê min bît seqer
Eger cihê min ew bîtin rengê li me dê zer bîtin
Xûlî l’serê me wer bitin daxên me tev dê bin keser
Daxên me dê bin ah û nal hîvya min rehman zul celal
Çend kal û pîr qencên delal belkî li min ew bêne der
Belkî ku hîvya min bikin barîgeha şahê mezin
Aza biket min wê demê bêjît li te ev bûn sifir
Bêjît me tu aza kirî bo xatira pêxemberî
Tu jî fîdaê wî serî herew tu bûye mu’teber
Herew bigehe wan kesa ta’et kirî sub’h û mesa
Min tu nivîsî her husa Exlatî bûye kulbiser.
ESMERÊ
Esmerê serdarê canan,
Xal û xet miskê te ter
Ziyareta her du reqîban,
Her wekî eswed ’hecer
Ziyareta zulfan û xalan
Wacib e yan muste’heb
Ez dibêm ewla û e’hsen
Nezer e enya kever
Nezer ji bo min ’helal e
Fetwa tu’hfe û menhecî
Belkî merwa sunneten
Min el nebî xeyrel beşer
Wer temaşa nûn û dala,
Kefte bin cotê hîlala
’Eqrebê l’ser mahê bala
Din kirev zîr û zeber
Ez dema çûma seraê
Nê şekir reqs û semaê
Go feqîr werne lîqaê
Xecîl im tîr çûn ciger
Tîrek dema j’ bala verist
Cerg û hinav l’min girt û gest
Bê ageh im dil maye mest
Firyad û fîxan in ji ber
Firyad li min bûne hizar
Marek mi dî jê hate xwar
Xwîna dilê min girt û xwar
’Heta ku selma hate der
Ma hebûn selwa û selma
Şubhetê ya min di bal
Xet ji misk û lebşeker
Cebhet qemer ’eqreb li ser
Xal û xet katib ji nû
’Îrab li ser demdem veda
Agirê ’işqê me hil bû
Dil ji Memdûh bû du ker.
DILBERA QAMET ELÎF
Dilbera qamet elîf durdaneya gerden zi ’ac
Me li ser kel’hên spî îro tinê mayîn du maç
Şehde ya kel’hên spî dermanê derdan e ji dil
Min go dê carek bixwazim ka li min naket ‘ilac
Her dema min gote wê duba şirîna min divêt
Gote min ser her du çavan dê bidem bêş û xerac
Nazika min pê letafet xêl û perde wê hiland
Wê temaşa kir birîna melhemê tê girtî sac
Ser ji nû xunçeleba baxê binefşa l’me vekir
Dil kire rengkiz ji ‘işqê sorgula mil dane tac
Ev dilê hoy reş û tarî wê kire find û beyan
Der nikarî b’rewşena xo hilgirin lê şeş sirac
Dilbera min we’ede da min dê mecazê heq biket
Ay dilo rabe tu şa be serwerê jîn kir rewac
Sed hizar bar şa kirim îro ji belqîsa perî
Çend xeber dan wê digel min daîne bê ser dîbac
Me go dilber ev çi bû qed xoşiyek me j’te nedî
Ji yek e bûrî bi xema ma hêş ne bes in ev kilac
Dil di kovana te cana can bûye hestî û rah
Lew dinalim ez ji ’işqê mame bê serkar û bac
Tu dizanî di dinê bo teriebal û bende im
Yarperês im me di piştê bestine zunnar û xac
Min digel şahê cehan soz û qerar û we’ede kir
Ta hebim her bende bim, fermangeha te b’kem kirac
Ferwera tu l’ser me danî dê bikem tac û xelat
Da li bin emrê tu rûnim her wekî sêhwan û tac
Koleyî bê qeyd û şert zanim ku Memdûh e ji dil
’Umrek e beyhûde bir Exlatî lew poşman e qac.
ZULFÊN DI MEST
Çingaleyê zulfên di mest
Havête xirfê inqilab
Reştoziya perwane gezt
Milkê dinê l’min kir xirab
Reştozeyê malikzirav
Ker kir li min cerg û hinav
J’vê alemê girtim bi rav
Êxiste cergê min kilab
Êxiste ser derda birîn
Wek mahê new reng zer kirîn
Dilvanî şewqa agirîn
Perwane me dil bû kebab
Perwanevanî agir e
Her dem li dorê pirpir e
Mirdin li nik wê xoştir e
Jê nativê lê b’ket ’itab
Xoşteviya gerden perî
Durdaneya ez muşterî
Îro bo halê min girî
Wextê geha destî kitab
Wextê vexwandî ew gulî
Ya sor kirî b’xwîna dilî
Go ka feqîrê behdilî
Destûre dabît bê ’hicab
Hîcab û perde rakirin
Zulfên siyah bin da der in
Ebrû ji mahê tertir in
Xurşîd e an rengafitab
Xurşîd e yanî can e ev
Elmas e yan durdan e dev
Min ko nikarî wan e ev
Belkî hizar reng e şebab
Belkî hizar texlît e naz
Hêmî zerifşan e lîbas
Girtim şihûdê çûme caz
Lewra perî tên bê niqab
Min dî perî pir deng û nav
Solîneya rengîn û bav
L’enya kever zulf bûn belav
Barîn ji wa misk û kilab
Barîn ji wa şîrînleba
Şehda şerab û hem neba
Marê siyah gel ’eqreba
Geztin li min hestî û kab
Marê siyah ebter kirîn
B’derdê evînê zer kirîn
Heyranî çavên reş kirîn
Kê dî perî reng mahitab
Min dî perî re’ina dila
Ta ta gulî ketne mila
Min gote wa dêmsorgula
Tirsim birêjînim ’ezab
Min gote wê şîrînlebê
Birqa vedit j’enya te bê
Armanc li mêlaka me bê
Bextê me reş ket wek xurab
Bextê te me dil hûr nekey
Me j’vê xeyalê dûr nekey
Memdûhî pê rencûr nekey
Şahînşeha ’alîcenab.
GUNAHÊT MIN
Gunahêt min wekî xîzê çeman e
Me rû reş bû li ’huzûra yezdan e
Li şerma reş çawa dê biçme pêş wî
Çi bêjim, dê çi kim sed car eman e
Bira tedbîrekê l’halim bikin hûn
Li ser min barekê bêhed giran e
Her ro rojek ji ’emrê min diçîtin
Ditirsim bimirim bê tobe mane
Peşîman im ji wî ’emrê ku bûrî
Nizanim dê çi kim çend roj me mane
Xudê bo xatira qenc û se’îda
Li paş mirnê nekî min poşîmane
B’ rûyek spî bihêm ez te bibînim
Bi dilxoşî bigirîm şadimane
Hemî dosta digel min tu ’efû key
Digel wa ez bikem şahî w şehane
Xudê tobê tu dane ser me îro
Gunahêt min li bin ’efwê tu dane
Peşîman im ji destê min çi naê
Çawa çêkim hewar e ev çi jan e
’Emir bûrî nema wextê ’xirûrê
Tu rabe lez bike rêkê bizane
Te jî bûrî sih û çar sal temamî
Kir hicret l’sê sed û şêst û siyan e
Tu lez ke j’dil bike tobê xelatî
Hevalêt xo bihijmêre çi mane
Yeqîna min ew e dê min ’efû key
Dema mirnê bidey Memdûh îmane.
Eşqa şirînê
Ji ’işqa te şirînê min hewar e
Me ser ’hetta qedem can pêk ve nar e
Ji ser ’hetta qedem bûm pêtekê sor
Şeb û rojê mi ne sebr û hedar e
Mi ne sebr û ne ’ezm û ne sukûn e
Li zarê min daîm me’hbûb û yar e
Ji me’hbûb û şirîna te bidêrim
Bes î min tu ji çend dost û neyar e
Ji dosta û hevalan te didêrim
Bi xo mîr im ne mihtac im çi çare
Ezîzê şengê seyranê, tu rû’h î
Dil û can û cesed min bo te dar e
Me dil da te û ser danî di rê da
Di bibirim yan jî weslet min beyar e
Ji qesda wesla sultanê wilatan
Me daim l’ber ’hebîbê ah û zar e
Ma çend sala xem û t’elî dixwarin
Ji çavên reşbelek leyl û nihar e
Digeriyam ez li kehfan û li xaran
Wekî kewên bi nalîn û hewar e
Ji derd û firqeta me’hbûb û cana
Me dinya pêk ve zulmat û bixar e
Bixarê avête çehvên me yekser
Ku bîna min di qesrê de ’hesar e
Ji hicra serwerî alem l’me bûrî
Hizar û sêsed û pêncîw du çar e(*)
Te dil sotî ji Memdûhê birîfkî
Ji sala hijde ye evro bihar e
——————–
(*) Şêx memduhî bixwe li jêr nivîsandiye 1358. Dibe 1938 ê zayînî.
PERÎŞAN
Ditirsim ez ji wî ˈhalî
Ji xêran ez im yê xalî
Gunahan ho lˈ me kir talî
Xudê bˈ reˈhma xo me bˈşûtin
Xudê bˈ reˈhmê biket dˈgel min
Tu lutfa xo bide ser min
Ji ˈhizûra neke der min
Feqîr im min ˈefû tˈvêtin
Feqîr im ez gelek jar im
Şev û roja bi zêmar im
Xusaret bû hemû karim
Neşêm hemya bidim gotin
Hewar lˈmin ez çi diljan im
Jˈgunaha ez perîşan im
Hizar cara peşîman im
Lewa Exlatî pir gotin
Hilo Memdûh bike tobê
Were ser cada û derbê
Di gel nefsê bike ˈherbê
Heta reˈhma xudê bêtin.
https://www.bernamegeh.org/2019/11/03/jiyana-sex-memduhe-birifkani/