Şêx Şemsedînê Exlatî (1588 Xelat – 1674 Dihok) Wêjevan û helbestvanê kurda ye. Helbestvanê wêjeya Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di wêjeya Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.
Dîsan ti xeman mayim ev ro pejmirê xwînê
Ke‟v mişk hate ˈenbarê ew tewlê ti kadînê
Kul di pî ye ev mişk e yê pirsî ye lêv hişk e
Vêm rabûye hevpişk e zistanê û havînê
Pêm bestine cot bille hasil dikirim xille
Ku mişk tikite zille pakij dike çoxînê
Kadîn heke pir ka ye ew tewlê li ser ra ye
Her muntezir im maye ta lêm bi kiti‟birînê
Mişkê ku bûye dijmin hinban kiriye kun kun
Nehişt genim û erzin rêj biriye poxînê
Terkê min ê her cayî mişkê ku ji min zayî
Rê nabite vî mayî lewra dikirin şînê
Ev Xelwetî aza bû dîsan ji xeman rabû
Şukrane ku dil şabû ez ber‟ketê Yasînê.
Turk û zeng im şox û şeng im bulbil î
Pir bireng im mest û deng im bulbi î
Ez xumar im baqerar im roj û şev
Dûr ji yar im lew tizarim bulbil î
Sirc û find im mest û rind im daima
Derd(i)mend im dil ti bend im bulbil î
Dil xerîb est ˈendelîb est dostê gul
Yar hebîb est ew tebîb est bûlbil î
Ez cinûn im xerqê xûn im malxerab
Merdê kûn im lew zebûn im bulbil î
Ez helak im derdenak im xeste dil
N‟ez ji xak im rûhê pak im bûlbil î
Ev ne dûr est xweş bixûr est bûyê yar
Cumle nûr est xweş huzûr est bûlbil î
Ev ne laf est şehdê saf est ba dexel
æemrê ˈeyin û şîn û qaf est bûlbil î
Ev çi qal est ev çi hal est bîş û pir
Wecd û şewq est hal û zewq est bûlbil î
Ba niqab est af(i)tab est hûsnê dost
Dil xerab est cerg kebab est bûlbil î
Me dil da dest mustezad est fedlê yar
Her ziyad est xweş murad est bûlbil î
ˈIzz û naz est cumle raz est serbiser
Hem niyaz est zewq û saz est bûlbil î
Xelwet îm û suhbet îm û dost(i) dar
Şerbet îm û ˈişret îm û bûlbil î.
Uzlet dikirim daim dîsan(i) wekû kungir
Her wê ki hebit kavilek ez lê tixûnim qû qû
Geh geh wekû hudhud ez menzûrê Suleyman im
Geh geh li rûyê sehra bi fîxan dibêjim pû pû
Dîtim ki li ser darê ba zeban fesîh kapil
Tigirî ki tibin xafil ev xelq(i) hemû kû kû.
Ez ku mestê meyê ˈişq im tenenaha ya hû
Misr û Bexdad û Dîmeşq im tenenaha ya hû
Teşne ê abê wisal im ji xemê ˈişqê tinalim
ˈAşiqê Heyyê Celal im tenenaha ya hû
Gellekî cerge kebab im bêxwud û mest û xerab im
Saqiyê xemr û şerab im tenenaha ya hû
ˈAşiq û deng im û kas im melek û cinn im û nas im
Xeyrî wî kes dî nenas im tenenaha ya hû
Walleh û kas im û deng im mest im û şox im û şeng im
Serbiser pêt û pereng im tenenaha ya hû
Ez(i) bêcah û meqam im xadim û şah û xulam im
Meşriq û nûr û zelam im tenenaha ya hû
Mezherê zat û sîfat im meˈdenê ˈeynê heyat im
Keştiyê Nûh û necat im tenenaha ya hû
Hadiyê rahê delîl im nemekê û xwanê xelîl im
Beniyê xasê Celîl im tenenaha ya hû
Sahibê qelbê selîm im dujminê dêwê recîm im
Cebelê Tûrê kelîm im tenenaha ya hû
Muşkil û hellê beyan im xefî û sirrê nihan im
Nadirê ehlê zeman im tenenaha ya hû
Waleh û mest im û faş im ser û rîşan di tiraş im
Ku ev est mal û qumaş im tenenaha ya hû
ˈEnber û misk û bixûr im sihuf û lewh û Zebûr im
Agir û av im û nûr im tenenaha ya hû
Ji meyê ˈişqê xumar im me nema sebr û qerar im
ˈAşiqê wesletê yar im tenenaha ya hû
Waleh û mest û cinûn im ji xemê ˈişqê zebûn im
ˈAşiqê heyyê bêçûn im tenenaha ya hû
Bilbilê ˈaşiqê werd im gelekî bêxwab û xwerd im
Ji xemê dostê bi derd im tenenaha ya hû
samit û lal û xemûş im sirê yarê xwe dipoş im
Ger çi ez badefiroş im tenenaha ya hû
Xelwetî ˈaşiqê mest im qedehê bade bi dest im
Ji dinê da ew perest im tenenaha ya hû
Evro we yim ez jêkve nenasim ker û baran
Ferqê nakirim ez nûnkî jêkve gul û xaran
Ey dostê dilê suhtî ne car car disujîtin
Wellah ki dilê suhtî kebabest hemû caran
Zerkê ku bûyîn dîn û ji dînê te û mehcûb
Şev ro tigirîn em ji fîraqê wekû baran
Satê ku dikim newhe û zarê ji xema te
Bêgav ti xurûş tînim û girye ber û daran
Yek lehze û saˈet me nema sukne û sebr im
Madam(i) ez im wî ketî zarê efˈ û maran
Geh geh wekî dîwane tigerim li kûyifan
Geh bêser û saman tiçime qerye û şaran
Geh êrve û wêrve dikirim suhbetê xelqê
Geh geh wekû kungir tiçime suqbe û xaran
ˈIşqa te hebîb ev hemû înane serê min
Lewra ti hemû memleketan keftime zaran
Ez keftime deryayê xemê te weku keştî
Heyhat ku biçî xerqe ê behrê ve kinaran
Ez nû ne ˈecîb im ku ewan ˈaşiqê çûyî
Ehwalê dilê suhtiyê wan ta ku bijaran
Ev Xelwetî bêgav tikete nale û feryad
Meˈzûr bikirin hûn bi kerem jê gelî yaran
Der ˈişqê meqamat û kemalê ku meşîbû
Şeb ta seherê sakinê her kûh û qifaran.
Zihî dur û meˈanî zihî genc û zihî kan
Zihî lutfê îlahî zihî şefqetê îhsan
Zihî bade zihî cam zihî şerbetê safî
Zihî xelwetê xalî zihî saqiyê mestan
Ez im rindê xerabat nizanim bi çi hal im
Ne sofî û ne rind im ne kufr û ne musilman
Ji weqtê ku tinoşim meyê ˈişqa Celalî
Ne leyl û ne nehar bûn ne ev gunbedê gerdan
Ji hingî nûrê mest im ti dest camê elest im
Li bo vê çend cinûn im bûyim waleh û heyran
Ji ˈişqê ku ticûşim mulazim bi xurûş im
Ez im behrê muhîtê ez im qulzem û ˈumman
Zihî ˈeynî ˈecaib k‟ ez im kişwer û derya
Timend hemwar û mehw im ez im nacî û tûfan
Ji camê meyê ˈişqê xumar im hem [û] mest im
Ez im qatilê nefsê ez im dijminê Şeytan
Ti meyxaneyê ˈişqê serê xwe te kir û nê
Vexwu badeyê safî were helqeyê rindan
Yekser cîhan ti dest im li bal im bi filûsek
Hemû mûlkê dinê û hemî hukmê Suleyman
Xumar im ji şerabê werîne nuql kebab
Dîsan zewq û sefa ye bibîn bezmê herîfan
Zihî natiqê nutq im ku ev sirrêt ˈecîb in
Zihî sirrê nihanî zihî defterê eˈyan
Ji derdê xema ˈişqê dîsan sotiye Şemdîn
Ez im samitê teslîm ez im bende ê ferman.
Dîsan ji xemê ˈişqê ez bêser û bêpa yim
Mecnûn im û layeˈqîl dêwane û sewda yim
ˈIşqê ku ˈulû kirde ˈaqil ji ser im birde
Bênav im û bêdeng im bêˈar im û riswa yim.
Sûhtîme ez dîsa çikim wey ku bibêm wey ku nebêm
Derdê xemê wê kîve bim wey ku bibêm wey ku nebêm
Sûhtî wesanî bilbil im qutbê xema û tehel im
Her ti Xwuda ez tikel im wey ku bibêm wey ku nebêm
Derdê xemê dil est û bes bakê nedirîm ez ji kes
Girihtime dîsa hewes wey ku bibêm wey ku nebêm
Dîsa seraser ateş im ˈaşiqê rûyê dilgeş im
Mest û xerab û serxweş im wey ku bibêm wey ku nebêm
Ev suxenê ti min dur in ez çi bikim ku nakirin
Zahir û batin im pir in wey ku bibêm wey ku nebêm
Ev suxen in bi qîmetê bêgav dibêjim kilmetê
Maniˈê xelqê nekbetê wey ku bibêm wey ku nebêm
Durguher in biha yin ev cumle ji ber cema yîn ev
Li ˈaşiqan sefa yin ev wey ku bibêm wey ku nebêm.
Sûhtîme ez dîsa çikim wey ku bibêm wey ku nebêm
Derdê xemê wê kîve bim wey ku bibêm wey ku nebêm
Sûhtî wesanî bilbil im qutbê xema û tehel im
Her ti Xwuda ez tikel im wey ku bibêm wey ku nebêm
Derdê xemê dil est û bes bakê nedirîm ez ji kes
Girihtime dîsa hewes wey ku bibêm wey ku nebêm
Dîsa seraser ateş im ˈaşiqê rûyê dilgeş im
Mest û xerab û serxweş im wey ku bibêm wey ku nebêm
Ev suxenê ti min dur in ez çi bikim ku nakirin
Zahir û batin im pir in wey ku bibêm wey ku nebêm
Ev suxen in bi qîmetê bêgav dibêjim kilmetê
Maniˈê xelqê nekbetê wey ku bibêm wey ku nebêm
Durguher in biha yin ev cumle ji ber cema yîn ev
Li ˈaşiqan sefa yin ev wey ku bibêm wey ku nebêm.
Car car ki tibit şeb şeb hey hey Çelebî qum qum
Xweş xweş tibim ez heb heb hey hey Çelebî qum qum
Sotim ji xemê mû mû ta çendî biçim sû sû
Ey dost(i) were zû zû hey hey Çelebî qum qum
Mehbûb ki vehat xeh xeh ti dil im kir ha reh reh
Dîsan xweş im ez weh weh hey hey Çelebî qum qum
Hûn lêm negirin zeq zeq yêkcar(î) bûyim şeq şeq
Heq maye tinê Heq Heq hey hey Çelebî qum qum
………….……..xweş xweş ta sa vebim ez geş geş
…………..….…weş weş hey hey Çelebî qum qum
…………………………………………….dem dem
We dilim diçin xem xem hey hey Çelebî qum qum
………………….…dil dil birêşte wekî bilbil
Bû ………… sil sil hey hey Çelebî qum qum
……………………………ta ez fexûrim her her
……………………….hey hey Çelebî qum qum
………………hey hey saqî tu werîn mey mey
………….….key key hey hey Çelebî qum qum
Saqî ku tibit ew ew xem her tirijin dû dû
Nesîm vetidin hû hû hey hey Çelebî qum qum
Kunde dibêjit qu qu hûdhûd xwe dibêjit pû pû
Ez her dibêjim hû hû hey hey Çelebî qum qum
Hêstir ku tiçin şet şet sakin netibin qet qet
Seyran tikinê bet bet hey hey Çelebî qum qum
Derd im ji te bit tex tex munşeqq e dil im rex rex
Dîdar me tivê ex ex hey hey Çelebî qum qum
Her geh ku ti bê car car feryad tikim ez zar zar
Daim dibêjim yar yar hey hey Çelebî qum qum
Ey dost bike lez lez bal im ve bibez bez bez
Suhtim ji xemê ez ez hey hey Çelebî qum qum
Pisyar tikim ez rê rê cada ku hebîb tê tê
Bîkan ku demek bê bê hey hey Çelebî qum qum
Ey Xelwetî ta çend çend qiflan li te kin bend bend
Bit gêrîn li te kend kend hey hey Çelebî qum qum.
Mehbûbê qedeh dîsa ji nû daye vi dest im
El minnetu lillah ku dîsan waleh û mest im
Vemxwar(i) ji xumxaneyê ˈişqê ezelî mey
ˈEql û dil û dîn cumle bi çûn nû ve ji dest im
Mehbûbî bi xwe şerbetê safî ku vi min da
Vemxwarî û ji kullê ˈelayîq bê perest im
Şehmarê xemê ˈişqê dîsan ser ku hilîna
Feryad û fîxan ku‟v dilê mecrûh(i) bi gest im
Weh weh ku dilê sohtiyê bêçare ji dest çû
Ev dil ne tinê belkî bi cewher çi ku hest im
Ez bêdil û hem muflis û dîwane tigerhim
Dil berde û giyan suhtî û bêçare î hest im
Bêsebr im û bêfehm im û bêsekne û aram
Heta ku cemalê te bibînim kedperest im
Ney mest û cinûn ez ji xemê ˈişq
Serxoşê meya heq bûme hêj roja elest im
Xweş şefqetê îhsan kirim bo ew nî dûrî
Derhalî te da meqsed û her çî ku tixwastim
Ev Xelwetî er nale b‟kitin lewme mekin hûn
Rastî ku ji hîcranê hebîbê herê west im.
ˈAlem eger çî qal tikin ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Qetl im eger helal tikin ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Munkirê vê ji mêjin ew ji dîriyê dibêjin ew
Xûn im eger tirêjin ew ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Ji derdê ˈişq evan tibêm zahir e hem ˈeyan tibêm
Sirrê xefî beyan tibêm ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Hezar eger înkar tikin menˈê minê xemxwar tikin
Er wekû min bîdar tikin ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Me b‟ xwem wekû ku tewbekim bi nutqê ˈişq deynekim
Wellah neşêm ku ez wek im ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
ˈIşqê mecazî niye ev bêbeseran nediye ev
Dîsa li min vejiye ev ez dibêjim ji j‟ derdê ˈişq
ˈIşqê hebîbê meˈnewî min tike dîsa munzewî
Zor ku tikit li min qewî ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
ˈIşq(ê) li min ku cûr tike dêwê recîmî kor dike
Dîsa li min ku zor dike ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Ji derdê ˈişq tinalim ez mestê ti wecd û hal im ez
Bayê rû û wîsal im ez ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Bicûş im ez ji muhbetê her vedixum ji şerbetê
Dîsa ji nû ku derd ve tê ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Hetta ku maye nîv remeq dersê xem in û meh sebeq
Co ku ve tê li balê heq ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Ew ku e min dikir bi gav zert titibû rengîm û bav
Dîsa ku sot cerg û hinav ez dibêjim j‟ derdê ˈişq
Hetta ku Xelwetî heye ˈaşiqê bêgavê te ye
Her tixerim ku lewme ye ez dibêjim j‟ derdê ˈişq.
Kûje û rûvî bi lafê key tibin manendê şêr
Rextê mêran ger bipûşît pîrejin nabîte mêr
Meˈniyê mêran tişî sûret(ê) nedîrî îˈtîbar
L‟ alî serrafî yeqîn qelbê dexel nayên bikêr
Kok(i) li deˈwiyê ku‟z şahê weqt im ebleh est
Qet bi lafê şexsê birsî bêguman nabîte têr
Hêş(i)tîne ta ku hestin meˈrîfet nayê ji te
Lafê insanî meke heywan(i) asa her biçêr
Xelwetî irşadê pîrê xwe bigir mûhkem bi dest
Guh li xelqê qet medêr madam ku Baqî bête lêr.
Wey kerê min wey kerê min vervî û wey laxerê min
Xweş vebûn derdê serê min ku kerê min par(i) mir
Wey mixabin derd(i)rêjim kes nizanî ku ‟z çi bêjim
Hêstiran ez lew tirêjim ku kerê min par(i) mir
Nakim ez lafê bideˈwa munkir est nadan û eˈma
Xweş tizanin ehlê meˈna ku kerê min par(i) mir
Ev rumûzê cawidanî ehlê meˈna vê tizanî
Her dibêjim zahidanî ku kerê min par(i) mir.
Şukrê Heq daim tikim ez ku kerê min par(i) mir
Secdeya şukrê tibim ez ku kerê min par(i) mir
Ew kerê rehwar û vervî betir û bêdest û kûvî
Jêm nema yêkcar(i) hîvî ku kerê min par(i) mir
Ew kerê vervî û rehwar bêsim û bênal û bizmar
Jê hesam ev salî yêkcar ku kerê min par(i) mir
Ker mir û kevn bûye palan bar(i) yêkcar bir bi talan
Ez xweşim ev car li halan ku kerê min par(i) mir
Ez xweş im ev car ku ker mir xaib est û niye haêir
Sirrê xeyb lêm bûye zahir ku kerê min par(i) mir
Ker mir û ez jê hesa im remzê xeyb mekşûf e daim
Xweş dil û pir hal û şa im ku kerê min par(i) mir
Kes nizanî ku ‟v çi hal e ev çi meˈna ev çi qal e
Ez tibêm be z‟banê lal e ku kerê min par(i) mir
Ew kerê ku ‟z lê siwar bûm ez ji dest efkar û zar bûm
Ew mir û ez li ew diyar bûm ku kerê min par(i) mir
Geh li ser min ew tibû bar geh tibûm ez li wî sîwar
Min li xwe evro çêtir bû ku kerê min par(i) mir
Ker mir û ez bûm bi tazî nuke dil xemgîn tixwazî
Ta nekim ez lehw û bazî ku kerê min par(i) mir.
Derdê ˈişqê weh li min rojê ezel kir sernivişt
Her ji hingê dilê kul bûye çi biryan û birişt
Ev dilê kul sûz û derdî ji te besin ta ebed
Nemit vê hûr û qusûr û cumle lezzatê bihişt
Hûn mebên ku ‟v derd e evro rast e dilê kul helat
Ev e mîraå hate bal min qern bi qern û pişt bi pişt
Derd û ˈişq herdu cemabûn hatin ser dilê xerab
Lew perat ev dil ku hingavt hem bi şîr û hem bi xişt
Talibê dîdarê yar im custûcu daim tikim
Ger xerabat est û mescid wer çi keˈbest û kenişt
Her ji hingê wer ku bûyîm aşnayê derdê dost
Terkiyan xom kird(i) hergiz lê navêtim mal û çişt
Leşkerê ˈişqê ˈelem înave şehristanê dil
xarit kir ehlê şehir çend lêk tibûn hor û durişt
Çend‟kî ez big‟rîm ji sûzê û derdê hîcranê hebîb
Her ku pêjabû li giyan im istiran im cumle şuşt
Gotim ey dil qet nebî carek ji wî xafil bibe
Nuke bêşek hestê xeflet lal di destê fiˈlê zişt
Mehw(i) nabîtin li ber dilê xerab im neqşe yar
Ta kî mesken qebr û balînim bibîtin berdê hişt
Ta vi kengî muntezir bim sebr û taqet min neman
Ey hebîba way li min ku ‟v Xelwetît yekcarî kuşt.
Mest û xerab im ji meyê ten tele lat la la
Dibêjim ez ya lebeyê ten tele lat la la
Xwardive şerbeta saf bûyime wekî kûhê
Qaf Nabêjim ez evê gezaf ten tele lat la la
ˈAşiq û dîwane yim ez muqîmê meyxane yim ez
Sot wekî perwane yim ez ten tele lat la la
ˈAşiqê rûyê dilber im mest û xerab û bavzer im
Sotiyê biryan ceger im ten tele lat la la
Çûye ji min sebr û qerar tigrîm bi feryad û hewar
Navêt e min xeyrî dîdar ten tele lat la la
Çi b‟kem dîsa kûve b‟revim suhtim ji ser hetta qedem
Wellah ku ez ˈaşqê te wim ten tele lat la la
Îname nav ˈehd û wefa xeyrî te me havêt qefa
Ku gehe min zewq û sefa ten tele lat la la
Zewq û sefa û wijdê hal cumle li min bûn be Celal
Êmin im ez ji qal û hal ten tele lat la la
Êmin im ez ji qal û qîl li vê rêyê ˈişq e delîl
Xweş e ki hestin ev sebîl ten tele lat la la
Mubah bûwest li min şerab ava bûyî dil mî xerab
ˈişqê tu rast neql û kîtab ten tele lat la la
Waleh û faş mest im ez mestê meyê elest im ez
Rind(ê) qedeh ti destim ez ten tele lat la la
Sata ki dave me qedeh gote emin feqed efleh
E‟ tayim û mest û fereh ten tele lat la la
Ten telela tibêm hunûn waleh mest im û cinûn
ˈAşiq im ez li yekî bêçûn ten tele lat la la
Ten im tinî û ten tenî ˈişqa te ez kirdim xenî
Ji nav eme cûstîmenî ten tele lat la la
Li ˈaşiqê te suhbetî ku bîxûd bûye şerbetî
Dîsan bixwe çû Xelwetî ten tele lat la la.