Şêx Şemsedînê Exlatî (1588 Xelat – 1674 Dihok) Wêjevan û helbestvanê kurda ye. Helbestvanê wêjeya Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di wêjeya Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.[1]
Jiyana wî
Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Xelatê ku îroj li ser Bidlîsê ji dayik bû ye. Ji ber şerên di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Xelatê ber bi çiyayên Oremarê koçberî bû ye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cîh bû ye.
Şêx Şemsedîn, perwerdehiya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, çûn li ser Xwedê xwe û li wê derê hatiye gor kirin
Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha ya hû Miṣr û Beġdad û Dimeşq im tenenaha ya hû Teşneê abê wiṣal im ji ġemê ‘işqê tinalim ‘Aşiqê Ḥeyyê Celal im tenenaha ya hû
Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş ne hatiye nasîn.
‘Alem eger çi qal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Qetl im eger ḥelal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Munkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê dibêjin ew Xûnim eger tirêjin ew ez tibêjim ji derdê ‘işq
Ji hêla nirxandina edebî ve ziman û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çê kirine. Cihê wî di wêjeya kurdî de pir girîng e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bi kar anîn taybetê bi wî ye. Şêx Şemsedîn, bawerîya wî bi raman wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in.
Çûye ji min ṣebr û qerar tigrîm bi feryad û hewar Navête min ġeyrî dîdar ten tele lat la la
Dîwaneke wî heye bi helbestên kurmancî[2]
- http://nupelda.net/index.php?language=tr&nv=news&op=Zimannasi/Sinoren-Edebiyata-Kurdi-Ya-Klasik-89
- ↑ http://www.kitapperver.com/bamed-serdar-w83613.html
https://www.bernamegeh.org/2020/09/07/helbesten-sex-semsedine-exlati/