Di sala 1975’an de li Bajarê Mûşê, li gundê Sahagê ji dayik dibe. Di sala 1995’an de koçî Almanyayê dike. Bîst û sê sal in li Almanyayê dijî.
Tîna Dilê Min
Li deşta Mûşê porê min reş bû,
Lêvên min bi ken, dil gula geş bû.
Binê siya bav li ber çoka dê,
Çavên hingivî dêmên esmerî.
Wek berxê virnî bê koz bê derî,
Teriqîm ji gur, qetyam ji kerî,
Ez bûm penaber, tixûban yekser,
Li dû xwe min hişt yara kezî zer.
Temen derbas bû porê min gewr bû,
Demsal li dû hev ji salan diçûn,
Ava Mûradê ne jî Şerefdîn,
Edî sar nake tîna dilê min…
Tu Hebû
Min du çav hebûn,
Dema te didîtin,
Roj derdiket,
Dibû ronahî.
Min awir hebûn,
Dema te lê vedida,
Dibûn hespên seglavî,
Dizgîn ji dest berdidan.
Min xem û kul hebûn,
Wexta dil te didît,
Dibû aşê avê,
Hêdî hêdî dihêra.
Mim du dest hebûn,
Dema tu dihat,
Diliviyan li dor alî,
Dema tu diçû diqerisîn.
Min tu hebû,
Di demsala payizê de,
Wexta pelweşanê,
Beriya goristanê…
Bav û Hêvî!
Qelişand qefesa sînga min,
Li ser pişta min a bê pişt,
Xwe li nava cawê sipî aland,
Dilê min…
Gopalê min,
Ji lingên qerisandî re,
Hêviya jiyanê dilorand…
Lê berfa Serhedê,
Vê carê hawara dengê min,
Bi pûk û aşîtan dinixumand…
Çavên dilê min ê biçûk,
Li ser pişta min a bê hêz,
Mirinê ditehmand…
Û min hêsrên xwe,
Bi dengê oreora çiyan re,
Li ser lêvên xwe,
Yên lerzok dikeland û vedixwar…
Arîn Mîrkan
Rojekî har bû dijmin barbar bû,
Li ber pala gir, cenga giran bû!
Heval civiya ne, kozik vedane,
Li Miştenûrê agir dadane…
Serfermandar bû ji qewmê ar bû,
Bi asasê xwe keça medan bû,
Şêra zeman e Arîn Mîrkan e,
Li Kobaniyê gorî bi can e…
Hatin bikujin, xwînê bimijin,
Ji bîr kiribûn Kurd ji hesin in,
Serî pêça ne qewmê hovan e,
Ji çolistana Erebistan e…
Li hember xwînxwar, bu giloka ar,
Girê Miştenûr bû gora barbar,
Navê rûmetê çiqas li te tê,
Sertaca jinê bûka Kobanê!..
Bêhna Te
Bêhna genimê bihare,
Bêhna nanê tendûrê,
Bêhna ariya kucik,
Bêhna şîrê kizirî,
Bênha firoyê Noginê,
Hulma dewgirarê,
Ji zendikên te difûr e…
Tu jîn î, jiyan î, jin î
Bermaliyeke kubar,
Bêrîvaneke xembar,
Evîndareke stûxwar î tu…
Ji destên te tehma kedê,
Ji dilê te şewqa jînê,
Ji awirên te tîrêjên tavê,
Ji dêmên te rengê sêvê,
Ji kitana te keskesor,
Û ji kenên te evîn dibişkive.
Bêhna sînga te jiyan, tu jîn î…
Bêrîtan!
Pêşenga dozê,
Hêza azadiyê,
Rext li ser bejnê,
Tu xemla jinê…
Tu yî Bêrîtan xemla van çiyan ,
Li serê latan, tu bûyî destan…
Wan çavên kenfûr,
Dêmên wek sêvê,
Navê jiyanê,
Kevoka jînê…
Tu yî Bêrîtan xifşa xezalan,
Li ser zinaran tu bûyî destan.
Destên xwîn xwaran,
Vekirî û vala,
Tu azad firya,
Li rûbar û newalan
Tu yî Bêrîtan sembola keçan,
Li Kurdistanê tu bûyî destan.
Keçên Şervan
Li guliyên her darekî welatê min,
Porê keçên Şervan alandî ne!
Li qefa her çiyayên welatê min,
Xortan ken li dû xwe hiştine!
Edî kes nikare,
Me di gola Hêsrên me de bifetisîne!
Berxa Qerqaş!
Derdeke bê derman e,
Êşeke kelfûr û bi jan e.
Ne li holê zar maye
Û ne jî ziman e.
Hevparê mirinê,
Birayê kuştinê,
Di nava koma Guran de,
Berxeke Qerqaş e Welatê min…
Bi Soz Be!
Bi peyman be!
Bi gorên bênav be!
Bi laçikên dayikan be!
Bi xwîna nav pêlên Ferat be!
Bi meytên li dû panzêran be!
Bi girê miştenûrê,
Bi Farqîn û Cizîrê,
Bi Nisêbîna rengîn,
Bi Gimgima şîrîn,
Bi gorên Şehîdan be,
Em ê we tar û mar bikin
Û ji welatê xwe derxin!..
Zarokên Kurdistan
Hinek çi çavreş in,
Hinek çi ken xweş in,
Hinek por dirêj in,
Hîna şîr dimijin!
Neviyê Xanî, kurê Herîrî,
Lawê Cegerxwîn, keça Cizîrî…
Zarokên Kurdistan,
Tev lem in li bostan,
Ew jî birapar in,
Wek zarokên cîhan…
Li Helbesta Tîrêj, bilbilê dil şad,
Ji pênûsa Feqî, teyrê li perav…
Hinek jê pêxwas in,
Hinek bê kiras in,
Hinek hîn bênav in,
Tev şêr û şepal in…
Ew in pêşeroj, ji rengê beybûnê,
Ew in him xêlî û xemla Kurdistanê…
Êş
Çendî êş di nava xwe de xwedî kir.
Çendî birîn kew kir.
Şevên dirêj,
Êvarên kerr min baş nas dikin.
Lihêf û balgiyên penaberiyê.
Şevê çend caran,
Xeyalên çilmisandî,
Xeml û xeftanên evînê,
Kil û temeziyên bûkînê,
Li bejna te,
A yekta dikir…
Bila şevên xewkuj min dîl bigrin
Û tîrêjên zîvîn lêvên te bikenîn in.
Bila aso pişta xwe bi min de bike
Û stêrkên nûbişkivî,
Bi te re meyê binoşînin…
Birîn
Bejna te bihar e,
Gulan dixemilîne,
Birînên canê min
Kewa xwe dîtine…
Awirên te tûj in,
Welat bi bîr tîne,
Nizanim tu hawar
Keça Cegerxwînî…
Singa te zozan e,
Bala dil dikişîne,
Dixwaze konê xwe
Li ber daçikîne…
Eger dil poşman be,
Kêlan biqetîne,
Birînê xwîn bike
Bila kes nebîne…
Bûka Li Zeyî (Kurdistan)
Pêlek ji gola Wanê ye,
Tozek berfa Sîpanê ye,
Germahiya Bohtanê ye
Li çav kilên sibhanê ye…
Mêrgemîra cîhanê ye,
Qîza mîrê merwanî ye,
Qorên zêran li serî ye
Bi kofî û tembolî ye…
Li Serhedê zozanî ye,
Li Hewlêrê azadî ye,
Mahabad qada zindî ye
Qamişlo bisk û kezî ye…
Li Dêrsimê çiyayî ye,
Li Bîngolê koçerî ye,
Tasek ava Xerzanî ye
Wekî bûka li zeyî ye…
Delal
Delal bûka li zeyî ye,
Wekî berfa yekşevî ye,
Bi ser min de hûr barî ye
Min ji xwe re dîl girtî ye.
Sîng deşta li ber çiya ye,
Min bi lêvên xwe pîva ye,
Mêrgemîra li dila ye
Xeyalên min lê raza ye.
Sêva li nava reza ye,
Ekla ziman û lêva ye,
Wekî Hîva li çarda ye
Di dilê min de şewq daye.
Dest û pêçîk bi hinne ye,
Gustîla zîv lê şewle ye,
Xêliya sor bi morî ye
Li gerdenê dor alî ye.
Çûyin!
Ez ê îşev sûka vî bajarî
Ku ji stûxwariya min,
A pêxwas re malzaroktiyê kiribû,
Bi sêdara dilê xwe ve bi darve bikim
Û xewnên revok jî…
Xewnên revok,
Yên ku bi meşekî seglavî,
Ber bi sibeheke qemer ve hêviliye…
Piştî vê berbangê,
Ez ê bi destên zereqên tavê bigrim,
Û hêviyên xwe pê bimêjînim.
Li dû xwe,
Li dewsa lingên xwe,
Yên ku vî bajarî gav bi gav pîvabûn
Û west û hêviya jînê lê çandibû,
Li erdnîgariyeke dinê ramûsînim….
Çûyin…
Çûyin kuştina kolanên vî bajarî,
Yên ku temenekî binax dike,
Xêzên qedereke gulîjêkirî,
Di hundirê xwe de dihewîne
Û bîranînan ber bi stêrkan ve difirîne…
Çûyin mirin e!
Erê,
Mirina destpêka jiyaneke din e…
Delal Canê
Delal hîva gundê me derketî ji pişta çiya,
Bi zereqên tavê re xwe berdim gelî ji jor da,
Bikevim ser rêç û şopa xezal û pezkûviyan,
Belkî min bighîne çavxezala di vî dilî da…
Delal canê ez nexweş û bêhalim îşev pê da,
Nakeve herdû çavan xewa şîrîn di odê da,
Rabim qam û qidûmê xwe bişidînim werim wêda,
Belkî çavên reş û belek bibînim di xewê da…
Delalika kubar xwezil bibama li te mêvan,
Bi çavên min neketa xewa şevê êşa giran,
Xwezila şev dirêj ba li min biba sal û zeman,
Heta roja mirinê min bipîva dêm û lêvan…
Delal canê Şerefdîn çiqas xweş e bi êl û war e,
Çem û kanî dikişin ji hevraz de têne xwar e,
Rabim kela dilê xwe li avê xim bikim sar e,
Êşa giran ji sînga xwe derxînim bînim xwar e…
Demsal
Baharê kesk û hêşîn im,
Bi deşt û zozan û jîn im,
Li mêrg û zevî bêderan,
Ked û zadê direşînim…
Havînê tav û tîrêj im,
Li hêşa konan dengbêj im,
Bi awaz û jan û êş im,
Dilê evîndar dipêjim…
Payizan pelên zerîn im,
Cîh û war diguherînim,
Desmalên zer û morîn im,
Rûyê keçan dikenînim…
Zivistanê har û dîn im,
Wekî Zagrosê birîn im,
Deşta Mûşê dinalînim,
Kurdistana dêm rengîn im…
Deşta Mûşê
Deşta Mûşê bi du çem e,
Bax û bostan û kelem e,
Wusa zelal diherikin
Dimêjîne lem û pele…
Deşta Mûşê bi genim e,
Cotên çeman jê re xeml e,
Mûrad timî serhildêr e
Ava reş bi derd û xeme…
Deşta Mûşê bi titûn e,
Du zerî pelan dihûne
Navê yekê ez nizanim
A bejn zirav xas xatûn e…
Deşta Mûşê wekî bûk e,
Şerefdîn jê re eynik e,
Kurtik jor de mêl û xwar e
Wekî hespê li binê siwar e…
Dilê Pijandî
Li ser vî dilê pijandî,
Ez ê xaçepirsekî xîz bikim.
Yek bi yek navê gul û beybûnan,
Li ser rêz bikim.
Li nava xaçepirsê,
Dêmên genimî,
Aheng bi aheng,
Ez ê nexş bikim.
Axîneke kûr,
Ji dilê dayika xwe,
Dilopeke kil,
Ji çavên xwenga xwe,
Neh stêrk,
Ji asîmanê dilê xwe
Û bişirîneke şîrîn,
Ji sêwiyên gundê xwe,
Recû û rica bikim.
Ava du rûbaran,
Rengê çar demsalan,
Astarê dilê du bûkan,
Tevî hev bikim.
Û bi pelên sor,
Ên sosinên deşta Mûşê,
Sorxêlî bixemilînim,
Di şeva leyletul qedrê de,
Bi destên fêrişteheke Xwedê,
Li binê ronahiya hîvê,
Diyarî dilê te yê tenik bikim.
Yar
Bi tîna ramûsanên ji lêvan,
Ji xewneke kûr şiyar bû,
Dilê min ê sêwî…
Hêviya min,
A ku di çavên zarokatiya min de,
Bê mirad û mexsed,
Di deriyê dilê min re bi çapelûkan,
Ber bi asoyeke kesk ve rê digirt…
Xewên min,
Ên ku min bi pêsîrên şevê gojî dikir,
Êdî wekî qîzeke çardeh salî,
Bi memikên şevê şa dibû…
Qam û bejna min,
A ku ji hestan re bûbû girtîgeh,
Êdî hew ferman ji qasidan re dixwend…
Hestên min,
Ên bi kêlên hûr hatibûn dirûtin,
Di qefesa sînga min de,
Li defa hawarê dixistin
Û moriyên gerdena te,
Bi çavên min dijimartin yar…
Bayeke hênike evîna te…
Şîrê xezalê ye gerdena te…
Pelên dareke topîn e bijangên te…
Ava kaniya kewa ye bejna te…
Tu dayika hestên min,
Xwişka kederên min,
Hevparê dumayika temenê min î yar…
Dilê Te
Behreke bê ser û bin e dilê te Delal.
Eger tu destûr bidî,
Ez ê bibim qerax jê re.
Ez ê ji her pêlê re seccadê raxim.
Ez ê dilê xwe bi her dilopê bişom.
Dilê te behreke serhildêr e.
Eger min noqî nava xwe bike,
Ez ê ji keştiyên barevînan re bibim rê.
Ez ê tofana Nebî-Nuh hembêz bikim.
Dilê te behreke kesk e Delal.
Dixwazim her dilopê,
Her pêlê,
Her xwişînê,
Her êşînê
Û her birînê maç bikim..
https://www.bernamegeh.org/2019/08/09/jiyana-xaki-bingol/