Xaylaza Reşîd

Helbestên Xaylaza Reşîd

Xaylaza Reşîd li gundê Pampê nahiya Sîpanê ji dayîk bûye, malbateke rewşenbîr û xwendevan de, yên ku ola xwe de ezdî bûn. Xwendina xwe ye pêşin, ya heyşt sala, wê li gundê xwe yî Pampa kurda de temam kiriye.

BÊ BEXT IN EM…

Melûl-melûl min nenihêre,
Ne tu mêrî, ne tu şêrî,
Zanim qursaxî, gele qure,
Kê tirsyayî, kê newêrî?.

Zanim dixwazî bextewar bim,
Min ra bêje çi teherî;
Bêyî te bêje çawa şa bim,
Ne ez insan im, ez jî merî.

Ew î bengzê te yî mirûz da,
Ne ez xwexwe, xwe dibînim,
Bengzê te sur da ber min da,
Piştî te, kê bihebînim…

Em hingûfin, zanim-zanim,
Lê bext orta me da şûr danî,
Lema jî melûl î, dizanim,
Bêbextin em, tu rind zanî…


 

ÇIMA, BÊJE ?

Çima, bêje, bêje çima,
Ketî kirê xas xatûna…
Xas xatûnê qure, qubet,
Êl-eşîrê da neke robet.

Bihêl-bihêl, bira here,
Ser milê xwe da nezvire,
Bira bavê hûr gulava,
Ew werdeka devî ava.

Dive bigrî, tu nehêle,
Hêrs be ser da bike hêle,
Ber dila da hêdî werê,
Boy nerêje hêsirê jehrê…

Û car dinê, nazik-nazik,
Bigre tilî-pêçiyê mij-mijk,
Paç ke tilya tu yekoyek,
Ça bikin destê roja neheq…

Serê wê bide ser sîngê xwe
Lezekî bide ber bîna xwe,
Bîn ke gul û gulistanê,
Ev ê xatûna Kurdistanê.

Lê ji bîr neke, tu wê rê ke,
Lezo- bezo zû verêke,
Bihêl-bihêl bira here,
Ser milê xwe da nezivire…


 

XWÎNA ARÎ…

Xwîna me
Ne tehl e;
Xwîn me
Dikele,
Heyf,
Quntara çiya da,
Şehîd
Dinele…
Xwîna me
Ne şor e,
Felek
Me kor e,
Lê,
Dinya bi dor e,
Axa welat,
Me kirin gor e…
Xwîna me
Ne dewê tirş e,
Û
Xayîn,
Çevqul,
Qesas me dirfoşe…
Ka, xema kê ye ?
Bazirganê me barkirî
Xerîbyê da
Diçe, dikişe…
Diqûrim,
Diqûjim,
Dinyayê ra
Dibêjim,
Xwîna me
Şîrin e;

Şehde ye
Dîrok û qurne,

Nizanim
Çima
Bextê me tune…


 

ŞRO DEM E, EZ BI QURBAN…

Bêxayî em dinê geriyan,
Qudûm ketin û em westiyan,
Bi hezaran şehîd me dan,
Bo azadî yê, ey Kurdistan.

Sêwî ber dîwara dimrin
Hestûya erdê va dihêrin
Qure- qure me dinihêrin
Û dibêjin ”haydê” herin.

Û em diçin, diçin û diçin,
Hinek rê da dibehecin,
Hinek avê da roda diçin,
Heya kengê, em ha biçin?.

Xerîbyê da zare-zar in,
Dê û ewled hev digerin,
Hinek hebsa da dinelin,
Êşê ra her, em hevalin.

Îro dem e, ez bi qurban
Mil bidne mil, dest bi destan,
Bistirên eşqê, şîrin hestan
Bo rêfêrêndûma Kurdistan…


 

DESTÊ TENÊ…

Destê tenê nabe tiştekî
Xwe zeft nakî dinê gişkî
Neşewitîne ter û hişkî
Banzd nede tu kêvrîşktî.

Heye dîsa roja sibê
Carina dûman, car bi tavê
Emir jîyan werq dikevê,
Min bo te got: Nevê-nevê…

Eva dinya nerdevan e,
Îro hatî, sibê çûyan e,
Eva gilyê kal-bavan e,
Tê gotinê, sal zeman e…

Rehma dil ewa buhuşt e,
Zorê bidê lê xe veke,
Hela pişt va tu mêzeke,
Gur û berx tev meke-meke….

Durûtî xwe ne pêşe ye,
Heçikê aqil sêrî he ye,
Îsaf weleh destê te ye,
Yek î jorîn wê şehde ye.

Ê, zalima ra kê çi gotiye,
Kê qe ga û beran dotiye,
Hejara dil û hinav sotiye,
Merivê xirav mêrê kotî ye.

Xwezil dinya qe ha nebûya,
Zulma giran lê tune bûya,
Her dem kanî bilqebilq bûya,
Zarok bikeniya cahal şabûya.


 

EM Ê HEBIN Û HER HEBIN…

Tu paqij î ey gelê min,
Mîna zara ber dilê min,
Tu dilgerm î miletê min
Mîna xwîna tamarê min.

Ji dûr tê yî, bi xem xeyal
Hêsrêd te ne Dicle, Ferat,
Te tune bû dost û heval
Ferman timê dû te dihat.

Fermana hat ferman birin
Weke pêlê behr û deriya
Em dîl kirin, reben kirin,
Berê me dane çol û çiya.

Wan dixwastin me qir bikin
Em bûn pola, bûne singiyan
Neyarno dûr va mêze bikin
Em nakevin ji ser pêyan.

Me sîng kuta ba û bahozê
Bûne zinar, li ber teyrokê,
Em berk ketne dew û dozê
Diijmin ketine li ser çokê.

Em hebûne em ê her hebin
Heya heye dinya ronik
Em ê hercar li rex hev bin
Cefê me pir çû, ma hindik…


 

BÛKA TEZE

Bûk anîne ber perdê ye
Çev li rê ye zava bê ye
Dilerizin dest û pê ye
Şewq dide mîna hîvê ye.

Şewqê daye orta xanî
Kulekê ra çiya û banî
Hîvê milê xwe pê ra danî
Xasiyê şîva êvarê anî.

Soromoro bûka teze
Sor û spî tev dibeze,
Gurçikê sûreta al geveze
Çevê belek weke hewze.

Şev e tevî hîva sava
Dil dikute ku ye zava
Sebir nema mîna gava
Ruh lê bû ye cin û seva.

Bûk sekinye pişt perdê ye
Dilerizin dest û pê ye
Ma bendê ye zava bê ye
Lê zeva şehîdê azadiyê ye.


 

EW EZ IM EZ…

Ez Êzdî me
Elewî me,
Ez lorî me,
Û zaza me,
Ez soran im,
Ez goran im,
Ew,
Ez im,
Ez Kurdistan im…
Bi çend û çend
Zaravî me;
Bi çend û reng
Awazî me,
Xwedî dîrokeke
Kevanarî me,
Ez pola me
Hesinî me,
Ew ez im
Ez,
Bi cil û bergê kurdî me…
Li ser laşê min,
Dewsê şûra
Hê jî kendal in,
Tamarê dil
Cizîr û Amûr in,
Xwîn diherike,
Rondik bombê
Neyaran in,
Gurr dibarin,
Miqam zîwîniyê
Dayîkan in,
Kur dinalin,
Ew
Ez im,
Ez,
Pênabereke kurdî me…
Der û cînara
Bi kaniyê me,
Gulê baxçê xwe av dane,
Dara bûk û zavê,
Bi xêliya bûkê me,
Xemilandin e,
Hena me jî hildan birin
Destê keçê wan
Di nav dane,
Îro
Çanda min talan e,
Ew
Ez im,
Ez xwelîsereke kurdî me…
Qîra qijikê da jî,
Qe mal û milk
Nedidizîn,
Serbarê serda
Em ker û gêj kirin,
Em lal û met kirin,
Zimanê me
Kokê va rakirin
Heyran,
Ew jî,
Ew jî,
Ji xwe ra birin,
Em tune kirin,
Em kuştin
Hêja,
Em mirin,
Ew
ez im,
Ez
Gelê kurd im,

Li ber dijmina natewim
Dîsa-dîsa
Bi hêz xurt im…


 

KÎ ZANE…

Îro roja min û te ye
Roja sibê xwedê zane,
Tu dest bide van desta ye,
Evîna dil pir giran e.

Nakeve tayê mêzîn ê,
Bi lall û durr naê kirîn,
Ça jî huba Mem û Zînê
Bi şûr mertal naê birîn.

Ne jî pûşê baharê ye
Lêwî tevî bişo bive
Ew hêlîna xas dila ye,
Ne jî, ne jî betal dive.

Were vê roja buhurtî
Dil ber eşqê birq vedide
Ça bûk zevê zendegirtî
Xêliya serêm wê ba dibe…


 

JI EVÎNA TE DIRTISIM

Ji germaya te dirtisim,
Mîna kevok dimelisim,
Mîna werdek diqilqisim
Ez germaya te dirtisim.

Tava tûj î didî ser min
Diweşînî van belgê min
Gul jî carna xwe dihesin
Hêdî bi hêdî diçilmisin.

Hîvî dikim dûrî min here
Here êdî min negere
Koka min tev da strîne
Ew jî carna min dêşîne.

Ji evîna te dirtisim
Mîna kevok dimelisim
Mîna werdek diqilqisim
Ez germaya te dirtisim.


 

NÊÇÎRA TE

Baltê destê te pr tûj bû
Tu qesabê dilê min
Dewsa derba te pir kûr bû
Tu sebebê serê min.

Nêçîra te gelek dûr bû
Te tîr avîtê bi carekê
Tîr dirûst çû cî da nik bû
Te girt kara xezalekê.

Xezal hate ber mirinê
Bê zar ziman dikaliya
Bi tîra te hat ”kuştinê”
Bê guman ma dineliya.

Go: Qesabo nêçîrvano
Tu bi halê min xirav kî
Bidem sozê camêrano
Bi destê xwe min çel kî.

Axeke nerm, xalîke sar
Tu bavê ser çevê min
Ez ê herim qure kubar
Xem nemînin dilê min.


 

WERE WERE LO GEDE

Di navbera min û te da çil û çiya ne lo gede,
Min te ra got destêm bigre, êdî-êdî bernede,
Evîntî ew gula sor e, wê roj bi roj gul vede,
Dil bahare, dil cinete, min bawer be terk nede.

Carna ewr im giran dibim, hêsirê min dibin baran,
Carna dibim rojek sayî, penc vedidim zozanan,
Dixingirin berbi kaniyê, şivan, gavan bêrîvan,
Dibim eşqa dilê xortan û wan dikim bilûrvan.

Dibime şîrê qasika, destê kevaniyê jîr e jêhatî,
Dibim şekir, dibim kişmiş, ava nemir avheyatî,
Dibim cewik û dikişim, wek tîremer dev geliya,
Mîna qamçiyê van qoroxçiya, dihûnim kezî û guliya.

Xêliya Zînê xwe wer dikim, dibim nîşana evîntiyê,
Û cêrê Leylê hiltînim, ku Mecnûm bivînim xerîbiyê
Xatê Xana Evdilrehman im, dibim nîşana azadiyê
Keça miletê gewreh me, carna dibim ez dara şîyê.

Di navbera min û te da çil û çiya ne lo gede,
Min te ra got destêm bigre, êdî-êdî bernede,
Evîntî ew gula sor e, wê roj bi roj gul vede,
Dil bahare, dil cinete, min bawer be terk nede.


 

TE KUBARÊ…

Te kubarê gerdenzerê,
Hêdî-hêdî berjêr werê
Têr nebûm ez vê dîndarê
Hêsir hûr-hûr hatin xwarê.

Bav lê miryê dilkevirê,
Huş û sewda li min birê,
Roniya çeva îşiqtirê
Îsal mala min xirav kirê.

Were-were berzeqa dîn
Min ra neke eynat û kîn
Dinya welgere xêncî te
Dilê min tucar naê kirîn.


 

LÊ TU ÇÛ YÎ, ÇÛ YÎ…

Min ra bêje horiya şevê,
Vê berbangê ku da çû yî,
Hişyar nebûm şîrin xewê,
Lê tuî çû yî, çû yî, çû yî…


 

Û NEÇÛMA…

Xwezî îşev kevok bûma,
Min daniya ber pencera te,
Xwezî xewna te da bûma,
Û neçûma ji ber serê te…

 

https://www.bernamegeh.org/2020/02/15/jiyana-xaylaza-resid/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !