Xaylaza Reşîd

Jiyana Xaylaza Reşîd

Xaylaza Reşîd li gundê Pampê nahiya Sîpanê ji dayîk bûye, malbateke rewşenbîr û xwendevan de, yên ku ola xwe de ezdî bûn. Xwendina xwe ye pêşin, ya heyşt sala, wê li gundê xwe yî Pampa kurda de temam kiriye.

Piştî wê malbata wan cîguhastî Êrêvanê paytextê ermenîstanê dibe û Xaylaz xwendina xwe ye navîncî dehsale li Êrêvanê tîne dawiyê. Hema wê salê li Êrêvanê kolêdja têknîkyê ye çarsale de tê qebûlkirinê. Ew salên pêşketin gulvedana xwendinê de xwendinê bû. Di Êrêvanê de herdem civîn û şevbêrkên xwendevanên kurd çêdibûn. Hema wan salan, Xaylaza Reşîd nasiya xwe dide xwendkarê zankoya bajarê Odêssa yê dewletê, ya beşa fîzîk – matêmatîk yê Feyzo Maxsoî. Herdu civanên kurd hevdu begem dikin û bi hemû qeyde qanûnê kurmanciyê dizewicin. Piştî wê, ew derbazî gurcistanê li bajarê Tîflîsê dibe û heta roja îro jî li wir jîyan dike bûye xweyî zar, xwey mal û hal.


Xaylaza Reşîd çend salan karê rojnema kurdî kiriye ”Kaniya Spî…Salên 2000ê, tê hilbijartinê çawa endama komela Yektîya Ezdîyên Gurcistanê û di komelê de, para çand û huner da cî digre.
Xudana 3 ”skêyça ne. Ewê hersê têatroya kurt jî, ser dikê raberî temaşevana kiriye, lê pîyêsên wê, nehatine lîstinê, ne jî hatine çapkirinê.

Di Dibistana ermeniyan de di beşa dersên kurdî de mamostetî kiriye…


Pirtûka wê ya ewil ya bi navê ”Kaniya Dilê Min”, sala 2007an, li bajarê Tîflîsê ronayî dîtiye.
Sê pirtûkên wê, li bajarê Amedê, çapxana Lîs ê de, bi berpirsyara Lal Lalêş hat li destê xwendevanan…
Xaylaza Reşîd endama pena kurd e.

Berhem:

-Xêliya Spî, Weşanên Lîs

-Kaniya Dilê Min, Weşanên Lîs

-Hêlîna Xeyalan, Weşanên Lîs

https://www.bernamegeh.org/2020/11/14/helbesten-xaylaza-resid/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !