HEQÊ TELÎFA MUZÎKÊ
Wek tê zanîn hinekan destdane ser Dengbêjî ya Kurmancî û Îda dikin ku Mafê Telîfê ê wan e! Ez bixwe ne Hiqûqnasim. Lê ez ê bi qasî zanîna xwe li ser vê mijarê rawestim:
Heta ku meriv bi yekî ra an jî bi Fîrma Muzîkê ra Peymanê çêneke û Îmze neke: Mafê Telîfa ,,Plaq, Kaset an jî Cd û Klamên” xwe nede wî an jî Fîrma Muzîkê; ti kes nikare Îda bike ku Mafê Muzîka “Filan Dengbêjî’ di destê wî da ye. Di dema Dozvekirinê da li gorî Hiqûqê; xwedîyê îdayê divaye ku Delîla xwe pêşkêşî Dadwer û Dozger bike. Yana ew di Dadgehê de îdaya xwe wenda dike û tezmînat û heqê du parêzeran û Dadgehê ji kîsî xwe dide.
DIVÊ ZARÛKÊN DENGBÊJAN VIYA RIN ZANIBIN
Heta ku meriv di Notêrê de mafê: ,,Mûzîk, Pirtûk, Nivîsar û hwd. yên xwe nede Zarûkên xwe; li gorî Hiqûqê piştî mirina meriv Zarûkên meriv ji temamî arşîva merivan mehrûm dimînin:
1. Arşîva Google!
2. Arşîva YouTube!
3. Arşîva Facebook!
4. Arşîva Twitter!
5. Arşîva Pirtûkan!
6. Arşîva Rojname û Kovaran!
7. Arşîva Tv û Radyoyan.
8. Tiktok û hwd.
Lewma ew kesên ku hîna bavên wan saxin, bila bibin Notêrê û Wesyeta bavên xwe bidin nivîsandin û hemî Heqê bavê xwe yê Telîfê piştî mirinê bidin ser xwe. Yana sibê nikarin ti Heqekî îda bikin.
XWARINA HEQÊ DENGBÊJAN
Her çiqas Dengbêjên me temamî temenê xwe di vê xizmeta netewî ya bêhempa de derbas kirin jî:
Hezar heyf û mixabin hemî Dengbêjên me rewşa ku Heq nekiribûn di nav wê reşa feqîriyê de ji nav me koç û barkirin û çûn ber Dilovaniya Xwedê. Hunermendên xelkê xwedîyê mîlyon û mîlyar Dolarî ne, koşk û sera û Jet û Tirimpêlên wan û hwd. hene.
Lê hezar heyf û mixabin wan Dengbêjê me yên bi navûdeng jî wek masiyên Deryayê feqîr û destvala çûn. Bêşek ev kêmasî di serî de a dewlemendên me ne. Her wiha bi taybetî jî wan: ,,Plaqçî û Kasetçî û Fîrmayên Muzîkê ên ku Heqê wan xwarin, li ser ked û emega wan bûn lord û xwedî pol û diravên bêhejmar.
MEDYA DÎJÎTAL
Wek tê zanîn êdî di nav teknîk û teknolojiya îro de her tişt bûye Dîjîtal. Tu ji Pirtûkan bigirî heta were Muzîkê. Niha her kesî ji xwe ra Malperek di YouTube yê de vekirî ye:
YouTube û Facebook û hwd. yê: bi milyonan Fîrmayan re Peyman çêkirine. Wan Fîrmayan Reklamên xwe di YouTube û Facebook û hwd. da di nav Vîdeoyên meriv da diweşînin. Li gorî di mehekê de çend car hatibin temaşekirin, ewqas Pere jê para merivan didin.
GELO DIVÊ MERIV ÇI BIKE?
1. Kesê ku endamê Mesamê be, Mesam wî Pereyê Reklaman ji YouTube û Facebook ê distîne dide wî.
2. Kesê ku serbixwe be; ew jî ji xwe ra di Banqeyê de hesabekî tenê ji bo vê yekê vedike û di YouTube û hwd. de beşa Reklaman vedike û Hejmara Konto ya xwe dide wan. Eger ku ez ne şaşbim bi vî awayî perê merivan dişînin Kontoya merivan. Lê divê meriv bi xwe yek carekî Reklamên di Vîdeoyên xwe de netikîne. Eva şertê YouTubeyê ye. Eger ku meriv Reklamên Vîdeoyê xwe bitikîne: Êdî Reklaman nadin merivan.
HEQÊ XWE BI KESÎ NEDIN XWARINÊ
Her çiqas îro di Muzîk û Pirtûkên Kurmancî de pereyê zêde tine be jî, bi îzina Xwedê wê her tişt wiha nemîne. Binêrin Elhemdûlîllah! Başûrê Welatê me nîv azad be jî êdî ber bi Serxwebûnê va diçe. Li Başûrê biçûk ango Rojava yê Welat jî Elhemdûlîllah! Îro destkevtinekî mezin heye. Înşa Ellah! “Di dû tengasîyan re tim firehî ye..”
Ango ” Xwedê derîyekî bigre yekî jî vedike..”
Ez Xudayê xwe tika dikim ku Milet û Welatê me jî wek hemî Miletên Dinyayê bigîne azadî û serbestî û serxwebûnê.
Divê em rind bizanibin ku îro bi taybetî di YouTube yê de derfetekî pir mezin heye. Lewma ku heqê xwe bi kesî nedin xwarinê.
MIN MAFÊ TELÎFA ARŞÎVA XWE DAYE ZARÛKÊN XWE
Lewma ji xêncî min: û zarûkên min ti kes nikare li ,,Arşîv û Muzîka” min xwedî derbikeve. Her wiha heta ku ez sax bim, bê îzina min ez Îzin nadim ti kes:
1. Klam û Bilûra min bi awayekî Îlegal bike CD û Kaset!
2. Qesîde, Helbest Klam û Nivîsar û Lêkolîn, Jînenîgarî, Hevpeyvîn, Çîrok, Pêkenok, Mamik, Gotin, Wêne û hwd. yên min bê destûra min biweşînin, ango di Pirtûkên xwe de Çap bikin.
3. Helbestên ku heya niha min daye Hunermendan, Min Mafê Telîfê nedaye ti kesî. Lewma kesên ku Helbest û Stranên min bixwînin: ,,Divê bê îzna min nexwînin û bi min ra Peymanê çêkin.
4. Ew Hunermendên ku min Helbestên xwe daye wan: Divê her Hunermend di Albûm û Klîbên xwe de Navê min li binê Helbest, Klam û Qesîde yên min binivisînin.
5. Kesên ku Klam û Bilûra min bi awayeke Îlegal daxistine û di:
YouTube û Facebook ê de weşandine, pêwîste ku demildest ji Malperên xwe rabikin. Yana ez serî li Dadgehê didim. Bila paşê kes ji min gazina neke.
6. Her kes dikare Arşîva min rasterast ji Malperên min parvebike. Lê ti kes nikare arşîva şexsê min Kopî bike û di Malpera xwe de biweşîne.
7. Ez niha tenê di ,,Kovara Bernamegeh” ê de nivîskariyê dikim.
• Arşîva min li ser van sê (3) Navê min ên Hunerî hatîye weşandin:
1. Dengbêj Ebdurehîmê Mûşê
2. Dilbirînê Deşta Mûşê
3. Dengbêj Evdirehîmê Mûşî