kemal tolan

Helbestên Kemal Tolan

Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Bişêrî-Batmanê ye, ji dayîk bûye.

Birîndar

Em in birîndar û xemxwar
Em in dinava çar dîwaran de dikin qîr û hawar
Em in bîst û çar seatan li gelê Kurd dikin hawar
Em in dibêjin, bese şanî hevûdin nedin rêçin xwar
Em in dibêjin , gerek em Kurd ji hevre nebine neyar
Em in dibêjin, şerme şêrên çiyan ji kedê mane bêpar

Şerme ji xeynî me tû kes nema bê cî û war
Dagirkeran xûna me tevan bizorê vexwar
Bes qedir bidine wan şêx û axên kedxwar
Ewan Kurdîstan belakir, em hîştine bê par
Ewan maden û petrola welat tevdek xwar
Welatê meyî şêrîn, ji xwere xêstine cî û war.


Berx û kar

Ez ne berx û ne karim
Ez heywaneke ker û lalim
Ez dimahrim li deşt û diyaran
Bitenê digerim li hemû zozanan
Bê Şivan ezê çibikim ji waran

Werin birano em xebat bikin
Em berdine wan xûnxwaran
Em bi şivan bikin berx û karan
Bila kesek nemîne li ber deriyan
Em şênbikin cî û warên bapîran.


Bîra nakim

Wexta emrê min hebû dora deh salan
Di dilê min de tûnebû qet kîna tû evdan
Hingê milîtarîstan êrîş anîne ser gunadan
Jin, mêr,zarok û kal civandin li bênderan
Hemûk didane ber dar û qûnçikê tivingan
Agir berdidane mal û xaniyên gundiyan
De hêja min fahmkir ji xezeba xwînxwaran.


Canana me

Hîna tu zarok û gelek ciwan bûyî
Tu gelek can fida û dilovan bûyî

Ji xeynî xebata te ,ya di firman de
Her roj ji sibê zû heyanî roj avayê
Di rojin betlanê, di îd û êreftan de
Li hemû ciyan û di nava malê de,
Tiştê ji destê te dihat, te bêtir dikir
Weha Te gelek kar û barê zor dikir

Ciwaniya te, qediya bi xem û girîn
Herdemê ji bo me nedît kêf û şahîn
Tu yê hergav bijî , evîna dilê bibirîn

Dilovanî û berketina te,nabe nesîbê her kesî
Bila Xwedê te afobike , kesera heyanî ebedî

Sipasî bi tenê ,ji bo şexsê te hendike
Dayîka Şêran , Dewran û Heyam
Tu yê her wextî hebî, li ber dilên me.


Civat !

Civata evdên wê , ne ji bo netewiya gelê xwe bin
Ew mecalê ne de xwandin, nêvîsandin û lêkolînan

Gava malbentên wê ne ji bo tifaqa ola xwe bin
Hîna hefsûdî, fesadî û xezeb di navde gelekbin

Komikên wê nikaribin bihevre hevakariyan bikin
îbadetxane, dibistan û mamostên wê tûnebin

Heta heval û dil êşên wê ne bi dilê rast pêrebin
Asteng û dawên wê, yên kevnare ji ortê ranebin

Wexta qîz û xortên wê ne azad û ne serfirazbin
Ewê çewa xwe biparize , ji bela û êrşên dijminan ?
Gelo wê çewa bimîne nav û dengê wê li Ewrupan ?


Gundê me

Bi sed salan ve ava û şênbû gundê me
Ew tije zahmet û berxwedana bapîrê me
Di hate parastin, her sitarbû ji bo kultura me
Di wirde çêbûn bi hezaran şîn û şayiyên me

Îro dibêjin; pepûk dixunin li ser kavilên me
Ew xirakirine,tiştek nema ye li gundê me
Dijminê gel cirîdan didin li nava warên me
Ewan perçiqandin hemû gûl û rihanên me

Pîroz
Pîroz, pîrozbe cejna ciwanan
Werin em pîrozkin qîz û xortan
Hêldin jorê ala bidestê karkeran
Rûgeş û xweşkin dilên ciwanan
Pêşengî bikên ji bo keç û lawan
Ewê xwedî bikin Kurd û Kurdîstan.


Cunta Faşîst

Cunta faşîst di şewitîne gund û bajaran
Bê war dike hemû xebatkar û cotkaran
Xaniya di helweşîne, koçeber dike Kurdan
Hêlînan beladike , saxa davêje zêndanan
Bikêfa xwe qetildike û daldiqîne şoreşgeran
Ew sînoran nasnake û êrîş dike ser herderan
Bûye xwelamê NATO û generalên Emerîkan.


Dunya

Hey dunyayê hey zemano
Dunya dem û dewranê Xweda ye

Ka birênin li hemû dîrokan,
Ka kî ji hükûmdar û zordaran,
Li ser rûyê erdê gehîştiye miradan

Hey dunyayê hey zemano
Dunya dem û dewranê Xweda ye

Tû kesî bi çavsorî û hukûmdarî zêde ne doman
Li ser rûyê erdê ne gehîştiye hemû mexsedan

Ger demeke qut an jî dirêj, ew her helweşiyan
Tev jî ji textan wergeriyane ,bi çolande reviyan
Mal û serwetê wan li dinê bûye bela li serê wan.


Gel gülüm kaçma

Bahar geçti diye rengini güneşe karşi solma
Açılsın yeni çiçeklerın kokusunlar her yana
Sarılsın gölgen bütün yeni doğan Şêranlara
Şêranlar seni kurur, yeşireceksin her baharda

Gel gülüm kaçma yeni doğan çocuklarda
Onlar seni yaştacak, her devir va zamanda
Onlar istiyorlar dalların sarılsın her yana
Kalksın eski kalıntılar,yok olsun zorbalar

Gel gülüm darılma yeni doğan çocuklarda
Yaşamak güzeldır, hür ve serbest ortamda
Kimse kimseye olmasın düşman, bu çağda
Gel artık yeter ,faydan olsun tüm çocuklara.


 

Dîrok

Gerek em dîrokê bînine ber çavên xwe
Em birênin li doza mîlet û welatê xwe
Berxwedan û qetliyaman bînin bîra xwe

Em fahmbikên ka ji ber çê em li hev ne civiyan,
Çima me nikaribû biqewitînin birakuj û nebaşan,
Ji ber çê em Kurd jî wek gelên li cîhan azad nebûn.?

Werin em êdî dîrokê fahmbikin, rakin cûdetiyan
Pêşta xwe bêdine pêşta welatparêz û tekoşeran
Emê birastî bêhevre çêkin pêştgirtî û dostantiyan
Wê hengê bişkê pêşta koloniyalistan li kurdîsatan.


Gelî Êzîdiyan

Gelî Şêx , Pîr û Pêşîmaman !
çiqas Mirîd, Feqîr û Merebiyan !
hemû Koçek, Qewal û Mîran !

Emê kengî xelazbivin ji derd û belan
Heta kengî emê wa bimînin nezan
qey kesê ji me derbe nexwarbe man
Şiyarbên bala xwe bidêne dewran
Birênin ka bi kurve çûn ew adatan
Çima wenda dibin ew sed û hedan

Ka rêzanên me yî ji bona erkanan
Ka ew rojên me yên îd û êrefatan
Ka ew tifaqên me, yên berî salan
Ka ew tevger û bervedana dostan
Ka ew heskirin û berketina xwediyan
Kaye yekîtiya keç, kur û malbetan
Ka xwedî li hevderketina jin û mêran

Ka bi kurve diçên ew qîz û xortên ciwan
Gelo çima em hijan jî , weha bê sermiyan
Kî here û em destên xwe nedin ber wan
Pêşerojê wê me jî bike hevalê manfêatan
Emê hingê, tevê bimînin bê xwedî û xwedan.


Xwarziyê Dilovan

Gava tu çêbuyî dûdû xweşkên Te hebûn
Navên wanî delal yek Dîlber û yek Dîlan
Me navê Te, yê xweş û şêrîn jî danî Dilovan
Bi çêbuna Te re geştirbû dilê Xal û Xaltîkan

Vaye em ji bo Biska Te tevdek li hev civiyan
Em cardin li bîra xwe tînin wan rêz û erkanan
Em serbilindin bi van êrf û adetên bapîran
Em van rojan diparêzin ji bo Ol û çandan
Em hêvîdarin,Tû jî bimeşînî rêça Dê û Bavan

Tu yê bivî zane, berketî û rêberê xweyiyan
Tu yê rûmet û hurmet bidî hemû zeyiyan
Tu yê li çande, ziman û dînê me nekî ziyan

Roja em nikaribin li Te bivine mêvan !
Me di van rojin pîroz yên şîn û şayiyan
Ji bîranekî , ûmîda xûşkan xwarziyê Dilovan
Û bizanî be ; bîna diyan tê ji Xal û Xaltîkan.


 

Bihara me

Bihara me tê bixêr û bêr
diqedin ew rojên şilî û sar
dê vebin gulên kesk û sor
bîhnê bidine kesên evîndar
ewê geşkin dilên dost û yar.


Gewra min

Rabe gewra min rabe
Vaye roj li me diçe ava
Êdî li me dibe derenge

Barê me girane û gelekî zore
Kû em bi vî barê wek risas
Di vê şevereşê de bimeşin
Emê wenda bikin rêça xwe
Emê tera bivin di kaşan de

Lê em naxwazin gewra min, em naxwazin
Emê sebir bikin heta roja me bavêje
Şewq û ronayî bike pêşiya me
Hingê wê zelal xwanêbe şopa me
Emê cardin netirsin ji şevereşan
Emê xelas bivin ji derd û kûlan
Emê serfiraz û azadbin li kurdîstan

Wê bê gewra min ewê bê
Ew roja meye xweş wê bê
Berxwe bide û jê bawerbe ,
ewê bê.


Demê

Demê, dewrê li te yemanê
Wexta kî Xunis çiqas xweşbû bi moranê
Mij xweş û delalbû li ser bahra Wanê
Gul û nergiz çiqas geşbun li ber kaniyê
Jinên kurd çiqas bi qedirbûn li Kurdîstanê

Lê bala xwe bidine vê demê ,êdî sihûd nemaye
Xwezî ne bi wê rojê ,ku berê me kete Elemane
Roja me çav berda ye mal û milkê li Elemane
Hingê me xîret û namûsa xwe xiste bin piyane
Birêne me wendakirin gelek qîz û xortê ciwane
Mixabin gelek jinên ciwan mane li ber deriyane
Qedrê wan li soqaqê Eleman, hate penç perane (G. Temîn)


Gulîstan

Gulîstan ji malê derket û di girte riya çiyan

Satêl dida destan û tûrê bêriyê dida milan

Hin dimeşiya û hin jî di fikirî li halê zarokan

Di lezand û bala xwe dida kûlîlk û deviyan

Tûrê li milan xwe berdida ser namilên pahn

Ji qehra riya dûr û zor ne razîbû ji şêvanan

Bi destekî sêvik didot keriyê mêşin û bizinan

Bawer nedikir kû zû vegere ser halê zarokan.


Hêvî

Ev birîn ne bêrîna gulle û xenceran
Ev hesret ne hesreta keç û kuran
Ev evîn ne evîna xweşik û delalan
Eva serê çend hezar salane sebra dilan
Nûra herdû çavan,quweta dest û lingan
Evîna te ya şêrîn , ji bavan gehîşte lawan
Evîna me yî, ey Xweda yê mezin û dilovan

Me weke xelqê tûnebû Camî, Dêr û dibistan
Hoste û rêberê me tû yî xaliqê êrd û êzman
Evîna te ye şêrîn , ji dê û bavan gehîşte lawan
Eva çiqas war têne guhertin,nayê hesaban
Hîna jî wek dema berê,li ser sera û ser çavan
Hêviya me tu yî, ey Xweda yê mezin û dilovan.


Hezarên Salan

Tu bi hezarên salan ve , di kovala dilan de
Tu hatî veşartin û hezkirin di her ciyan de
Tu zanî zordestî û eziyeta tê serê mîletê Te
Tu evd nikare tevan bi nivîsandinê diyarke

Ev tev li ba Te xaliqê ins û cins xwanê ye
Vaye rewşa me ye îro jî , li ba Te diyare
Tu yê belengaziyên me yên îro jî bibore
Tu zanî em ji sir û kermetên Te bi hêvîne
Tu yê çira û fenerên me li cîhanê ne vemrîne.


Jiyana me

Dîrok şadê rewş û berxwedanên me
Wexta koledar hatin ketine warên me
Xerabû sitara me û nema rehetiyan me
Ji hingê ve şûrê şerîatê ranebû li ser me
Şêx û melan her vexwarin xûna mîletê me
Beg û axan bi hezaran kuştine neferên me
Kevneperestan timî şewitandine malên me
Koledaran nehîştiye tûcarî vebin çavên me
Weha gelek caran diyarkirine fermanên me
Bi zohrê ji me sitandine ser ax û bin axa me

Gava diketine tengasiya soz û bext didane me
Di peyre dîsa di pelişandin gund û bajarên me
Lewma jî bext û wîjdanê hûkûmdaran qet tûne
Ewan timî bizanistî belakirine ol û erkanên me
Me jî herwextî bi zahmet parastiye çanda xwe
Me nehîştiye qet wenda bive nav û dengê me
Em hîna jî serfiraz û şadin bi rêz û rêzanin xwe.


Kurdîstan

Ax , axa Kurdîstana şêrîn û zerîn
Ax , Kurdo tû şêrê bi birîn û axîn
Di dilê tekoşeran deye doza şerîn
Tû jî dev û dil bike yek, dest hilîn
Bi tekoşîna xwe baweriyê werîn
Guh mede rêç û rêzanên derewîn
Ew naxwazin em rojên azadî bivînin
Bizane ji xeynî me tû kesên me nînin.


Bavo

Lo bavo min xweşik nego bavo
Û te jî bi hiskirin nego çiye lawo
Te derbaskir pêr rojin gêran
Ji bo te tûnebû xewa şevan
Te her di xwast ez bêvim dilovan
Lewma te ez şandime dêbistanan
Te digo :
Dema tê ji bîrmekî emekê salan
Ezê xelaz bêvim ji derd û kûlan
Çavê minê nemîne li ber destê axan
Lawê minê bive hêviya belangazan
Ezê dilşah bivim û hew dikim loman
Belê bavo:
Ez çewa bikim ji vê rewşa gêran
Şensê nebaş, berê min da almanyan
Weha li min wergeriya dem û dewran
Fersenda min nema ji bo êrf û êdetan
Daxwaziyê ku te ji min di xwastên
Mane li benda jiyana mine li aleman
Kete navbera min û te menfêata markan
Tê zanibî rewşa min û te hija bû perîşan.


Tawûsî-Melek

Wexta hîn cîhan tevdek bahrbû,
Ne Érd,ne Çiya û nejî banî hebûn
Êzdanê dilovan tû kirî meznê Melakan
Ji hingê hetanî îro navê te li herciyan
Tû yî Xaliqê Érd ,Ézman û Rehêlberan
Tû yî mezinê çiqas sir û kerametan
Tû yî mefera dînê Ézîdî li her Mekanan.


Nizanim

Ez nizanim ?
Di kîjan wextî û di kîjan ciyî de ?
Di kîjan salê û di kîjan mehê de ?
Li kîjan gundî û li kîjan bajarî de ?
Li nava kîjan malê û kîjan odê de?
Ez nizanim kengî û likur hatime dinê?

Ez nizanim ?
Di kîjan Biharê û li ber kîjan tavanî de ?
Di rêya bêriyê, di kîjan danê rojê de?

Di kîjan Havînê û li ber kîjan paleyê de ?
Di bin kîjan qeleqijê û sîya kîjan darê de?

Di kîjan Payîzê û li ber kîjan bûstanî de ?
Di kîjan çiyayî , li ber kîjan taht û kevirî de ?

Di kîjan Zêvistanê û li ber kîjan teyrokê de ?
Li ser kîjan xwelî , êsîlê û li kîjan quncikî de ?
De ka çewa ji dayîkê çibûme û hatime dinê ?
Ez nizanim ?
Di bin zordestiya kîjan Beg û Axayî de ?
De ka di kîjan ferman û di kîjan talanî de ?
Di bin zêlm û zora dema kîjan koledarî de ?
Di dadgeha kîjan bajarî û di kîjan hepsê de ?
Di rewşeke çawan de û li kîjan warî de ?
Ka çewa, ji dayîkê çibûme û hatime dinê ?
Bibêjin lo, de ka ez kengî çêbûme ???????!!!


Wayê Mîro

Ezê sêbe yekê zû , çû me geliyê şengalê nava Êzîdiyan
Min dî Mîr Elî Begê li dîwanê rûniştibû li cem kal û pîran
Li ser milê wî hebû kurk û eba, di dest de ya pêncderban
Di got: gelî rûsipiyên Êzîdiyan û endamên civata rihanî !
Osmanî dibêjin:“ gereke Êzidî werin ola me qebûlbikin
têkevine bin bandora qanûn û nîzamê me Sultanan,
gava ew neyên qanûn û nîzamên me nas nekin
Emê qirbikin zar û zêçên wan, ola wan ji ortê hilînin.“

Min dî hemû evdên Êzîdiyan rabune ser piyan û gotin:
„Hole hol hola Êzîdî sore , yan îman yan neman,
Em sondixwin bi Tawisî-Melek, serê me bi serê te re,
Heta yek ji me hebe, em nahêlin tû kes bikeve cî û warên me“

Xwedê xera bike mala sultan Suleyman
Emir da paşweriyan,ku li Êzîdiyan rakin tofan
Wan Xwedê ne nasan berê xwe dane geliyê Şengalê
Lê xistên qîzên xam, bûkên serbixêlî û xortên ciwan
Xûna jin û mêran di herikî weke ava çem û kaniyan

Min dît jineke extiyar dikire qîr û hawar, digo :
„Ax lo bira fermane, dîsa fermana me Êzîdiyan
Agir berdane geliyê Şengalê û gundên Êzîdiyan
Ew Xwedê nenas ,di xeniqînin egît û xweş mêran
Eva ku hatiye serê me, bila neyê serê gurê çiyan“

Xwedê xera bike mala Osmaniyan
Min dî sultan û padîşan li hev dikirne qîrin
Digotin: „Me dilgirtiye Elî Begê Mîrê Êzîdîxan“
Lê xistên qîzên xam, bûkên serbixêlî û xortên ciwan
Xûna jin û mêran di herikî weke ava çem û kaniyan
Berê qeflê bûk û qîzên Êzîdiyan dîsa didane şaristanan.


Dawetiye

Mêzgîn li heval, gundî û cîranan
Li çiqas zeyiyên bav, ap û xalan
Vaye ezepên me biryar standin
Keç û lawên me xwe êdilandin

Qîz û bûkên me bejna xwe xemilandin
Jin û mêrên me nûçên nû li hev gerandin
Tevde bangî we dostan dikin û dibêjin:
Werin em bihevre bûk û zavê me pîrozkin.


Tekoşer

Hildaye ser milan tevgera xebatkaran

Can fêdaye ji bo azadiyan bindestan

Tekoşînê dide her wextî bi şev û rojan

Êrîşan dibe ser kozikên koloniyalîstan

Di pelişîne rêç û şopên kevneperestan

Di çêrîne sînorên Rus,Tirk, Îraq, Sûrî û Îran

Ew fêdekare, canê xwe dide ji bo kurdîstan

Ewê herdem bijî li ba keç û kurên qehreman.


Gelo Xweda ho

Gelo Xweda ho, emê înca bi kurde herin
Qey em Kurd jî ne evd û ne beşerin
Hetanî kengî emê wa bigerin li ber deriyan
Qey me bi xweşiya dila warên xwe berdan
Ma ne bese piştî vaqas ferman û felaketan

Ne Tê bi tenê zanî bê çiqas ji me heribîn
Çendheb pîr û ciwanên me hatine kuştin
Çendek bûne hêsîr û çiqas ketine hepsan
Çend caran cî û warên me hatine guhartin
Çiqasî urf û adetên me hatine perçiqandin

Gelo Xweda ho ,wê çawa be, va em heliyan
Tu zanî ,sitara me nemabu li wan cî û waran
Em ne ji bo menfêatên xwe hatine Ewrûpan
Em ji Te gelek hêvîne ,ronayekê berde dilan
Ji bo li Ewrûpan wenda nebe çande û ziman
Kî bêje

Kî çê dibêje , bila bêje, ez bi xwe Êzîdî me

Ez baş dizanim bav û dayîkên min jî Êzîdî ne

Dîrok şade ye, ku hemû bapîrên min Êzîdî ne

Elimdar zanin, ku ola me berî Adem û Hawa ye

Me jê berê ve bawerî bi Xweda yekî tenê heye

Em timî dibêjin, şer û xêr bi destê yek Xweda ye

Ew Tawûsî-Melek îmana me ye û wekîlê Xweda ye

Em li her mekanî û her demê de bi vê ol xwe razî ne.


Gelyê Şengalê

Gelyê Şengalê li palê , gelyê Waywaykê li palê
Elî Beg sûwarê xezalê, fermane li ser Şengalê

Emane, xweş emane, Elî Beg mîrê şêxane
Li Musilê buye beyane , ji bo xatirê Êzîdiyane

Gelyê Şengalê tenge, gelyê Waywaykê tenge
Şeşxanê daye renge, Êzîdiyan maye renge

Emane, xweş emane, Elî Beg mîrê şêxane
Li Musilê buye beyane , ji bo xatirê Êzîdiyane

Gelyê Şengalê kure, gelyê Waywaykê kure
Şeşxanê fûre fûre, Êzîdiyan nema destûre

Emane, xweş emane, Elî Beg mîrê şêxane
Li Musilê buye beyane , ji bo xatirê Êzîdiyane
(M. Bayrak. Kilam û stranê kurd r.147 )


 

Bijîn

Bijîn bijîn dê û bavên me
Biqîmet parastin çanda me
Bijîn bijîn rêz û rêzanin me
Ewin herdem taca serê me
Bijîn bijîn Keç û Lawên me
Ewê her bajon erkanê me
Bixêr wê her hebe zarê me


Êzîdîno

Êzîdîno, werin em xema dema were bikin
Bese gidî êdî dev ji menfiatên şexsî berdin
Hinekan jî rijandin ji bo me stêrkên çavan
Li xwe herimandin mal, xewa şev û rojan
Wenda kirin,çun gelek keç û xortên ciwan
Wan berxwedan kirin tev ji bo Tol hildanan
Nexwastin kes ji kesîre bibe xwelam û şêvan

De werin em jî , bihevre çêkin hevkariyan
Em jî xwe bigînine rêça mirovatî û hevalan
Em xwe zane bikin, ji bo pêşeroja zarokan
Em nehêlin zarok jî, wek me bibine perîşan
Nexapin, çavê xwe bernedine delalî û milkan
Kes ji me azad nabe bi mal û markên Alman.


Hêvîdarim

Hurmet û rûmet ji bo evîn û jiyana Xwuşk û Biran

Heskirin û berketina we ya eva serê çend salan

Taqet û sebra we ye mezin, bilindkir serê Dê û Bavan

Xweşkir dilê hemû hûr û girê malbatê û xweyiyan

Hun bune sembola evîn û berxwedana qîz û xortan

Hêvîdarim hunê her demê dilxweşbin tevlî keç û kuran.


Çend hezar

Çend hezar caran
Hate pelçiqandin
Hate talankirin
Ferman lê rakirin
Xwastin wendabikin
Xelasbikin îmana min

Lê wenda nebû îmana min
Nehate ji bîrikin erkanê min
Tawisî-Melek her mefera min
Bixêr nû geşdibe çanda min.


Bi xêr hatin

Hûn bi xêr hatine gelî Xwuşk û Biran
Hûn bi xêr hatine gelî Xal û Jinxalan
Hûn bi xêr hatine gelî Ap Û Jinapan
Hûn bi xêr hatine gelî Xaltîk û Metikan
Hûn bi xêr hatine gelî Dotmam û Pismaman
Hûn li ser çavanre hatine gelî dost û Hevalan

We bi vê hatina xwe gelek qedir da Bapîran
Em her wextî razîne ji çanda Dê û Bavan
Lewma jî gelekî sipas ji bo hatina we hemuyan
Em tev de hêvîdarin ji Êzdanê rehman û dilovan
Çêbivin ev rojên xweş û dîlan li ber derê we gişan.


Mizgîn

Mizgîn li we gelî Xweşk û Biran
Mizgîn li we gelî Xal û Jinxalan
Mizgîn li we gelî Ap Û Jinapan
Mizgîn li we gelî Xaltîk û Metikan
Mizgîn li we gelî Dotmam û Pesmaman

Mizgîn li we gelî Xweyî û Pesmaman
Hun jî xeberê bidine dost û Hevalan
Bibêjin“dû ciwanên me ………û……
Dixwazin bi meşînin Êrf û adetên Bavan“
De werin em devde xweşbikin kêf û dîlan.


Pîroz be , pîroz be

Bîryara Dê û Bavan pîroz be
Pîroz be , pîroz be
Qîz û Xortan hev xwastin pîroz be
Pîroz be , pîroz be
Xuşk û Biran ew ecbandin pîroz be
Pîroz be , pîroz be
Dost û Hevalan ew xemlandin pîroz be
Pîroz be , pîroz be
Bûk û Zave li hevûdin pîroz be
Pîroz be , pîroz be (Bixêr be bixêr be)

Zewaca ……….. û ……………… pîroz be (bixêr be)


Lê Şimzê !

Lê Şimzê şimza nav şêrîn
Tû hesreta bav û kalên min
Te himêzkiriye bapîrên min
Tûyî hêlîna urf û adetên min
Tûyî mekanê ol û erkanên min

Lê Şimzê şimza şên û nav şêrîn
Tû vêga jî xwem û xeyalên min
Ez hewildidim werim te bivînim
Hinga ku ez werim te himêzbikim
Dê hingê nû şah bivin bapîrên min.


Xera nekin

Nekin Xwûşk û Birayên min nekin
Nekin ronayiya çavên min nekin
Bizanin ol û erkanên me tev yekin
Em yekin me ji hevûdin cûdenekin

Bes ji hev cûdekin Çêlkî, Berîvanî û Xaltiyan
Ferqiyetê qet nexine nava Deştî û Çiyayiyan
Bizanin em Îraqî, Sûrî, Tirkî û Rûsî tev de yek in
Gava emtev de dest bidin hevûdin, em jî gelek in
Bese gidî ji bona Xwedê , êdî hevûdin xera nekin.


Ez dibînim !

Ez dixwînim ji hemû kes û Qelenderan

Dibihîzim ji gelek zane, nebî û ilimdaran

Tev dibêjin:“ li vî erdî jiyane gelek padîşan

Ewan jî derbaskiriye gelek dem û dewran

tevan jî xwar û rijandine tahmên ser sifran

ewan derxist û çêkirine gelek pirtûkên bo îman

bo xwe tekûz avakirin gelek şiklên Pyramîdan

bawer dikirin, dê her hebe rih û fikira wan li cîhan“

Lê, kanî çima ne sitirîne û çima çune ji van mekanan

Çima bedenên wan riziyan ne û nemaye serweta wan

Ka tû kes ji wan cardin ne hatiye û ne jiya ye dûcaran

Ne hatin ne gotine , ka rewşa wan çewa ye li wê Cîhan ?

Eşkere ye li vî erdî serê seran Xwedê ye û dûre dilê Evdan

Hinga dilî nexweş be, mirov saxnabe bi mal û mûlkê Cihan.


Ciwanî çû

Hinga muyên sipî xwe berdane nav cênîkan
Ewan di nava porê reşî qetranî de di çirîsan
Min rakirin bi mûçinkan, nehat dawiya wan

Heyfa wan diranên ku spî di biriqandin
Tev sal bi sal li peyhev ji piduyan ketin
Di şûna wan de dibe req reqa taximan

Ew jiyana ciwaniyê ya gelekî giran buhan
Ew rojên xweş û geş çûn, wê bivin destan
Bizanibin ev lipêşya we ye jî gelî xort û keçan.


 

Lê dayê

Tu zanî sê tiştên biqîmet hene lê cîhanê
Yek ax, yek jê yare û yek jî tû yî lê dayê
Mirov bêyî wan qet nabe û najî lê dayê

Wexta ez te li virê nabînim lê dayê
Sebra min li virê qet nayê lê dayê

Hinga ez ne li ser axa xwe bim lê dayê
Ciyê min livira qet xweş nabe lê dayê

Gava dost û yarên min tûnebin lê dayê
Dilê geş nabe û eşqa min tûne lê dayê

Heger ev her sê tiştên mirov tûnebin lê dayê
Wê tahma jiyana mirov jî tûne be lê dayê “

 

https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-kemal-tolan/

 

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !