HILBIJARTINA 2023yan FIRSENDEKÎ PIR MEZIN DAYE ME

Dilbirînê Deşta Mûşê

Divê em vê firsenda mezin bi avê da bernedin. Dîrok ji sed salî incax firsendekî wiha mezin dide meriv. Wek tê zanîn di Hilbijartina borî de HDPê piştevaniya CHPa ku celadê me Miletê Kurd e kir û bi Dengên Miletê Kurd CHPê şaredariya bajarê Stenbol, Enqere, Antalya, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û hwd. yê wergirt.

Lê tişta ko ne layîqî me Miletê Kurd bû, Ekrem Îmamoxlû ew jî kir û: ,,Wêneyê Atatirkî” bir bajarê Diyarbekir û dîyarî HDPê kir. Hûn bawer bikin ko ev dîyarîya Îmamoxlû dubare birîna Gelkujîya Dêrsimê, Gelîyê Zîlan û Îdam kirina Rêber Şêx Seîd Efendî REHÎMULLAH û 46 hevrîyên wî û bi mîlyonan Şehîd û Xazîyên me xwînkir û dilê me Miletê Kurd jî bi xwînê derkir.

JI BO HILBIJARTINA 2023YAN PÊŞNÎYARÊN MIN EV IN

Divê êdî em ji yek û didoyên xwe û dîroka hezar salî şerm û fedî bikin û ders û fêra xwe ya dîrokî jê werbigirin, Miletê xwe yê stembar û ketî nexapînin û wê bedela ko pê bîst (20) Dewlet dihatin avakirinê Miletê me da, em wê bedela ewqas giran bi avê da bernedin. Êdî bes e! Ji me ra şerm û fedî ye.

Bedela Miletê Kurd da ye

Buhayê bîst Dewleta ye

Gelo çima Azad nebû.?.

Ev qebhet ê partîya ye.!!!.

Sîyaseta wek sîya darê!

Me nagîne GULBIHARÊ.

Doza me doza Heq e

Ê nade ew neheq e.

Çima qê “hertişt ji wan ra edet e

Lê ji me Miletê Kurmanc ra qebhet e?”

Ey Miletê min ê bê Dewlet

Heta tu nebî xwedî Dewlet!

Tu azad nabî ji zilm û zîlet.

Doza me doza bidestxistina Heq û Hiqûqa me Miletê Kurmanc e

Lê ne ku doza em çend heb mîletwekîliyan bişînin parlamentoyê ye.

Ji xwe me heştê parlamenter û

Sed û çardeh şaredar hilbijartin, lê pirsgirêka me dîsa çareser nebû û me heq û hiqûqa xwe ji bêdadan nesitend. Lewma ko divê em pêşî tekoşîna heq û hiqûqa xwe ya însanî bidin.

Vêca Heq ji nod û neh Navên Xwedê Te’ala Navekî Mezin û bêmîsal e

Bêşek û goman mandelekirina Heqê me Miletê Kurd kufr e. Ji ber ku Ziman û Rengê me jî wek ê hemî Miletan ji Ayatên Xwedê Te’ala ne.

Wek tê zanîn niha ji bo vê Hilbijartina 2023yan dîrokê firsenda bi qasî giraniya Çiyayê Agirîyê giran firsendê daye me, em pir rind dizanin û dost û dijminên me jî pir rind dizanin ko em Miletê Kurd di vê Hilbijartinê da giranîya xwe bidin kîjan alîyî, wê wî alîyî biserbikeve. Lê divê em vê carê jî wek cara berê ji bo Wêneyê Atatirkî Dengê Miletê xwe nedin tu partiyekî sîstemê.

• Divê vê carê hemî: ,,Partî û rêxistinên me” li ser: ,,Nirxê me yên Netewî” bibin Yek û bi van şert û mercan herin Hilbijartinê, kîjan alî van şert û mercên me qebûl bike, divê em bi wî alîyî ra: ,,Îtifaq û peymana Heq û Hiqûqa xwe” çêbikin û temamî heq û hiqûqa xwe ya însanî ji wan bistînin. Şert û mercên ku ez behs dikim ev in:

1. Divê Alîkarê Serokkomar bidine me Miletê Kurd.

2. Serokwezîrtîyê, an jî Alîkarîya Serokwezîr bidine me.

3. Wezîrê Dadê û Wezîrê Hundur bidine me.

4. Serokatiya Parlamentoyê bidine me.

5. Divê Zimanê Kurmancî di temamî Kurdistanê da bikin Zimanê fermî ê yekemîn, lê Zimanê Tirkî jî bikin Zimanê duyemîn. Herwiha divê Şerî’eta Xwedê Te’ala jî were serbestkirinê û li tevahîya Kurdistanê wehz bi hemî lehçeyên Kurmancî were dayînê.

6. Li Metropolên Tirkiyê Zimanê Tirkî bikin Zimanê fermî ê yekemîn û Zimanê Kurmancî jî bikin Zimanê fermî ê duyemîn.

7. Divê hemî astengî û qedexeyîyên ko li pêşîya: ,,Tv, Radyo, Rojname, Kovar û hwd. yên me Miletê Kurmanc ango Kurd werin rakirinê.

8. Efûya sîyasî bi taybetî ji bo Girtîyên me Miletê Kurd were derxistinê û hemî girtî ji zîndanan werin berdanê.

9. Divê sîstema Cerdevanîyê were rakirinê û vî şerê qirêj jî bi awayekî dualî were rawestandinê.

10. Şûna Gora Rêber Şêx Seîd Efendî û hevrîyên wî û Seyîd Riza û Faîlên Meçhûl jî tev werin dîyarkirinê. Herwiha divê Meydana Daxqapî jî bikin Muze û Zîyaretgeha Gora Rêber Şêx Seîd Efendî REHÎMULLAH. Zîndana Diyarbekir jî bikin Muzexaneya Girtîyan.

10. Divê Olağan Östü Hal (Rewşa awarte) were rakirinê.

11. Hemî zirar û zîyana Miletê me were tazmînkirinê.

12. Eskerîyê ji nav gund û bajarên me şûnda bikişînin nav qişleyên wan.

13. Ji bona me Miletê Kurmanc: divê herî hindik Federasyonekî bidin me. Herwiha Parlamentoya Kurdistanê jî li bajarê Amedê were damezirandinê.

14. Tirkîye êdî dijminatî ya Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê neke û bajarê Efrînê û Serêkaniyê û hwd şûnda bidin Miletê me û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî bi awayekî fermî nas bikin û êdî bi ti awayî êrişî ser wan jî nekin.

15. Divê hemî Navên ku hatine guhertinê ligel: ,,Navê Miletê Kurd û temamî erdnîgarîya Kurdistanê vegerînin ser navên Kurmancî ê kevn û dîrokî û kêşeya Me Miletê Kurmanc jî di fermîyetê da bi cî bikin û binasin.

16. Bi kurtî divê li ser: ,,Mêzîna edalet û wekhevîyê aştîyeke” mayînde pêkbînin” û çi heq û hiqûqa Miletê Tirk heye, hemî heq û hiqûqa me Miletê Kurd û Kurmanc jî wekî a xwe nas bikin û di ANAYASA xwe de jî têkin fermîyet û merîyetê. Ne ji heq û hiqûqa wan kêmtir, ne jî jê zêdetir.

17. Divê van şert û mercan jî hemî di: ,,NOTÊRÊ” da werin nivîsandin û tasdîqkirin û îmzekirinê. Herwiha ji Raya Giştî a Cîhanê ra jî bi awayekî fermî were ragîhandinê.

18. Ew Peymana ku di NOTÊRÊ da tê nivîsandin û îmzekirinê, divê di bin Şahidî û Çavdêriya: ,,Konseya Ewrûpayê û Senatoya Amerîkayê” da jî were îmzekirin û qebûlkirinê.

Kîjan alî dixwazin bi me Miletê Kurmanc ra îtifaqê çêbikin, divê berê ewil vê Peymanê bi me ra îmze û qebûl bikin.

Yana! Divê Miletê me vê Hilbijartina Pêşwext an jî di wextê da were çêkirinê: ,,Boykot” bike û neçe ser sindoqan. Pêşîyên me belaheq negotine: “Mala min barê kerekî, rojê li derekî”. Ma emê ji çiyayê xwe bitirsin? Bila êdî ew ji xwe bitirsin”.

Bi Xwedê eger ku em vê carê giraniya xwe bidin erdê û bi hişmendî tevbigerin û ji heq û hiqûqa xwe pêvabernedin. Bêşek vê carê: ,,Muxalefet û Îxtidara Tirkîyê herdû jî pir neçarin ku yek bi me ra li ser Maseya Peymanê rûnên û bi me ra muzakere bikin. Ji ber ku vê carê herdû alî jî zehf zêde rind dizanin ko ew bê Dengên me Miletê Kurmanc yek jî Hilbijartinê qezenc nakin ji lewma.

Bi hêvîya ko êdî em neyên xapandinê û em rojek zûtir heq û hiqûqa xwe ya însanî bidestê xwe bixînin û êdî em bi serbestî û azadî li ser şeref û rûmeta xwe wek mirovên Dinyayê bikaribin li Welatê xwe bijîn.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

ZIMAN Û NETEW 

Mehmet Gür Dema ku ziman weke pêkhateyeke civakî û navgîna lihevkirina hin civakan tê pênasekirin, …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !