Classic Layout

Sey Qajî

Jiyana Sey Qajî

Sey Qajî Helbestvanê kurd. 1871 Dêrsim, Gemîkê. Bi sê saliyaxwo ber nexwaşiyê her dû çawên xwo winda kir. Sala 1936ê Gundê Xişkulê wefat kir. Sey Qajî helbesta Aşîra Demenu Sero Vata da, behsa gelê ku bi zoriyê hatîye koçberkirin û cihên wan yên îbadetê hatine girtin dike. Asma Gulanê Nao ame serê asma gulanê Çarê mal û ga û waxtê …

Zêdetir Bixwîne
Jaro Duhokî

Jiyana Jaro Duhokî

Jaro Duhokî helbestvanê kurd e. Navê wî yê rast Celal Mihemed e. Di sala 1959-an de, li bajêrê Duhokê ji dayik bûye. Her li Duhokê xwendîye û di sala 1985an de, danîşgeha Mîsil bi dawî anîye. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirine. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd e …

Zêdetir Bixwîne
Qadir Qeçax

Jiyana Qadir Qeçax

Qadir Qeçax siyasetmedar û helbestvanekî kurd e. Heta niha 12 berhemên wî hatine çapkirin. Qadir Qeçaxê ku niha li Başûrê Kurdistanê dijî, di şerê azadiya Kurdistanê de pêşmerge bû û piştî deshilatdariya kurd li başûrê Kurdistanê di salen 90’î de bi cih bû, Qadir Qeçax demekê berpirsiyarê PDK’ê liqê 1’ê (li Duhokê) bû. Qadir Qeçax damezirînerê Muzexan Qeçax ya Kelturî (Muzexaneya Qeçax a Kulturî) ye, …

Zêdetir Bixwîne
Mîkaîlê Reşîd

Jiyana Mîkaîlê Reşîd

Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Sovyetê (yê berê) yên herî mezin û navdar e. Ew li rex helbestvan Firîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen di salên 1950-an de bibûn nîşanek nû ya helbestvaniya kurdî. Helbestvan û wêjevanê mezin Mîkaîlê Reşîd, yek ji pêşengên nûjentiya helbesta kurdî ya kurdên Soveyetê bû. …

Zêdetir Bixwîne
Êl Begê Caf

Jiyana Êl Begê Caf

Êl Begê Caf[1][2] (Êl Begî Caf) di sala 1492’an de li bajarê Şarezûrê di malbateka ji êla cafan de ji dayik dibe. Baweriya yarsaniyê wî wextî li herêma Şarezûrê belav bû. Wî li Şarezûrê dest bi xwendinê kir û herwiha çû Bexda û bajarên Îranê jî. Ew ji bo xweparastina ji dijminên yarsaniyan, ji Şarezûrê çû Hewramanê û li wê derê bi cih bûye. Êl …

Zêdetir Bixwîne
Nîzamî Gencewî

Jiyana Nîzamî Gencewî

Nîzamî Gencewî (z. 1141 – m. 1209), helbestvanekî navdar ê zimanê farsî yê sedsala 12’an e. Di berhemên xwe de gotiye ku dayika wî Reysa (Ra’isa) kurd e, û navê bavê xwe (Ûsiv an jî Yûsiv) bêyî neteweya wî nivîsandiye.[1][2][3] Berhemên wî Nîzamî bi berhema xwe ya bi navê Xemse an jî „Pênc Gencîne“, ku ji pênc berheman pêk tê …

Zêdetir Bixwîne
Besam Mistefa

Jiyana Besam Mistefa

Besam Mistefa (z. 1977 li Hesîçeyê): Helbestvan, nivîskar û wergêrekî Kurd e. Jînenîgarî Besam Mistefa di sala 1977’an de li bajarê Hesîçeyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Besam kurê Ekrem kurê Faris kurê Silêmanê Mistê ye. Ew bi eslê xwe ji eşîra Elikan, Mala Dîbo ye. Cih û meskenê wan yê resen navçeya Xerzan e, ango ew bi …

Zêdetir Bixwîne
Sadiq Behaedîn Amêdî

Jiyana Sadiq Behaedîn Amêdî

Sadiq Behaedîn Amêdî (1918-1982) nivîskarekî kurd e ku di gulana 1918an de li Amêdiyê (Badînan) hatiye dinyayê. Wî di 1944an de zanîngeha Bexdayê ya Dar el-Muelîmîn el-Aliye kuta kiriye. Di hin karên girîng de berpirsyartî kiriye. Çend pirtûk bi zimanê kurdî nivîsandine û lêkolîn li kilasîkên kurdî û folklora kurdî kirine. Di 16ê hezîrana 1982an de …

Zêdetir Bixwîne
Ebbas Celîliyan

Jiyana Ebbas Celîliyan

Ebbas Celîliyan an jî Ako (b. 1972 li Arûnîawa – ) nivîskar, ferhengnivîs, lêkolîner û zimannasekî kurd e ku ji mijara zimanê kurdî û folklora Rojhilata Kurdistanê wekû Kirmaşan, Îlam û herwiha kurdên lek kar dike. Ew zortir ji bo Ferhenga Başûr hatiye naskirîn, ku ferhengeke mezin e ku şiroveya peyvên wê bi zimanê Kurdiya Başûrî û farisî ye, û heta niha çirtirîn ferhengekî Kurdiya Başûrî tê bi ejmartin. Ako Celîliyan yekemîn romana Kurdiya Başûrî bi nava Agir …

Zêdetir Bixwîne
Ebdullah Bîtûşî

Jiyana Ebdullah Bîtûşî

Ebdullah Bîtûşî an Mele Ebdullahê Bitûşî, alim û nivîskarê îslamê yê kurd ê Rojhilata Kurdistanê ye. Di sala 1774an de li gundê Bîtûşê hatiye dinyayê. Navê wî rastî Mihemed Ebdullahê kurê Mihemedê Kurdî ye. Li piş xwe gelek pirtûk hîştiye. Ebdullah Bîtûşî xên ji pirtûkên dîn pirtûkekî wî jî a helbestan e, di helbestên xwe de besna gundê xwe dide. Sala …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !