Ebbas Celîliyan an jî Ako (b. 1972 li Arûnîawa – ) nivîskar, ferhengnivîs, lêkolîner û zimannasekî kurd e ku ji mijara zimanê kurdî û folklora Rojhilata Kurdistanê wekû Kirmaşan, Îlam û herwiha kurdên lek kar dike.
Ew zortir ji bo Ferhenga Başûr hatiye naskirîn, ku ferhengeke mezin e ku şiroveya peyvên wê bi zimanê Kurdiya Başûrî û farisî ye, û heta niha çirtirîn ferhengekî Kurdiya Başûrî tê bi ejmartin. Ako Celîliyan yekemîn romana Kurdiya Başûrî bi nava Agir Malüç nivîsandiye.[1]
Berhem
- Tarîkxane: Nasnameyekî Nwê bo Mêjûyekî Kon, Taran: Dastan, 2011.
- Rengame (Kome çîrok), Taran: Şola, 2006.
- Zeřîne û Sîmîne (Pendên Kurdî), Taran: Şola, 2006.
- Ferhenga Başûr (Kurdî-Kurdî-Farsî), Taran: Pursiman, 2006.
- Agir Malüç (Novêl), Arûnîawa, 2009.
- Kurdîka (Ferhenga Kurdî), Kirmaşan: Dîbaçe, 2015.
Çavkanî
- ↑ Destbeser kirina Nivîskarekî Kurd li Kirmaşanê, 2008