Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Sovyetê (yê berê) yên herî mezin û navdar e. Ew li rex helbestvan Firîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen di salên 1950-an de bibûn nîşanek nû ya helbestvaniya kurdî. Helbestvan û wêjevanê mezin Mîkaîlê Reşîd, yek ji pêşengên nûjentiya helbesta kurdî ya kurdên Soveyetê bû. Wî gelek stîl, mûtîf û cureyên teknîka helbesta nûjen ya cîhanî xiste nava helbesta kurdî.
Di helbestên wî de teknîka nûjen û giyanê kurdî yên resen di nava hev de bi awakî jîr û hostayî hatiye strandin. Di helbestên wî de deng û bêhna civaka kurd, bi xeml û şemaleke nûjen diherikin. Herî zêde jî wî di nava sepeta helbestên xwe de, wêneyên Kurdistan û nîshtiman bikarhaniye. Hezkirina ji welat, ji xwe bêhtir hezkirina ji netewên din, dilsozî û welatperwerî ji hêmanên hemû helbestên wî ne.
Mîkaîlê Reşîd di sala 1925-an de, li paytexta Gurcistan ê Tîblîsî ji dayîk bûye. Li Êrîvanê xwendiye û di sala 1948-an de, xwendingeha Êrîvanê ya amadekirina mamostetiyê qedandiye. Piştî du salan ew li Înustîtuta Moskowa ya Wêjeya cîhanî Maksîm Gorkî tê qebulkirin.
Di sala 1954an de înstîtutê ye bi dawî dike û vedigere Ermenîstan ê. Li Ermenîstan ê jî çend salan bi karê rojnamegeriyê re mujul dibe. Di Rojnameya “Kolxonîkê Eshterekê” û “Riya teze” de dixebite. Gelek salên du û dirêj jî, di radiyoyê Êrîvanê-Beshê weshana kurdî de wek wergervan xebitiye.
Gelek helbestên wî hatine weşandin û çend pirtûkên wî hatine çapkirin. Mîkaîlê Reşîd bi 3 zimanan helbest nivîsandin (Kurdî, Ermenî û Russî). Bi wan her sê zimana jî pirtûkên wî hatine çapkirin. Ji pirtûkên wî em dikarin çend navan bidin: “Rêdama”, “Mitale”, “SHems”, “Pencere”, “Wede” û hineke din jî hene.
Helbestvan û rojnamegerê kurd yê mezin Mîkaîlê Reşîd di sala 1985an çû ser dilovaniya xwe. Wî gelek berhemên bi nirx yên wêjeyî ji pirtûkxaneya kurdî re hîştin. Wî sermayekî giranbuha ya hozanvaniya kurdî xist xezîneya wêjeya gelê kurd. Hezar heyf û mixabin ku berhemên wî û bi deham yên wek wî negihîştin kurdên derveyî Sovyetê. Sedema sereke jî ew ku hemû bi tîpên krilî hatine çapkirin. Heya ku ev berhemên wan neyên wergerandin ser tîpên latînî, wê xwendevan û wêjevanên kurd ji vê xezîneya binirx bêpar û bê agahî bin.
Em dixwazin di vir de sê helbestên wî biweşînin.
WETEN Dayîka min ezîz avê veduxwe Û kaniya gundê wan tê bîra wê, Dayîka min nanê Somiyê germ dixwe Nanê tendûra wan tê bîra wê, Vê biharê xwesh baran dibare, Ewrê ezmanê wan tê bîra wê, SHeher de dayê hêdî digere, Gundê wanî nas, çûk tê bîra wê, Timê wetenê dûr tê bîra wê, Û Kurdistane navê weten. Hizreta dê de Û çavê wê de Ez Kurdistana xwe dûr dibînim. Baxçê gelek mileta de Vebûn hezar kûlîlk û gul, Lê nav bax û baxçê Kurda Tijî derdin û tijî kul 1966
QÎZA KURDA Nava hezara Ew qey xezale, Baxçê de gule, Mirazê dile. Bi xwe qemere, Enî kevere, Lêve narînin Dişewtînin. Bejne zirave, Sot dil-hinave, Birû kevanin, Çav tîrê wanin. Lê çaxê sher be, Eseh wê shêr be, Ta li dinêbim, Qurbana wêbim. Gelo ew kî ye? Ji çi eslî ye? Shede ezmane, Qîza Kurdan e. 1968
DUA DAYÎKA KURMANC Herro, her sibe Dayê radibe û dua dike: “Rebê alemê, mirazê heftê û du mileta dinê de bike, mirazê xerîb, bêçara bike, mirazê der û cinara bike, tek paşê were tu hewara min û ewladê min, û mirazê min kurê min bike.” Dê bûye dayîka Hemû mileta, Hemû xerîba, û tek dê zane derd û kulê wan, wekî xwe bîrke, boy wan duake. 1966
- ÇAVKANÎ: Rojnameya Mezopotamiya-Hêjmara 1. sala 2002-an.