Jaro Duhokî helbestvanê kurd e. Navê wî yê rast Celal Mihemed e.
Di sala 1959-an de, li bajêrê Duhokê ji dayik bûye. Her li Duhokê xwendîye û di sala 1985an de, danîşgeha Mîsil bi dawî anîye. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirine.
Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd e li Kurdistana Îraqê. Sala 1985an, ji ber terora faşistên Bexdayê revîye û gehaye şoreşa kurdî. Heta niha jî pêşmerge ye. Niha jî li kurdistanêye.
Du dîwanên helbestan çap kirine:
- Sirgûm. 1986.
- Ragirtin. 1987.