Classic Layout

Jiyana Zerdeşt Cemal

Jiyana Zerdeşt Cemal

Zerdeşt Cemal, di sala 1966’an de li Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê ji dayika xwe bû. Niha li Îzmîrê dijî. BERHEM: Kurdî: Sê Koçrewan, Helbest, Weşanên Na, Îzmîr, 2018 Tirkî: Rimbaud’a, Helbest, Weşanên Na, Îzmîr, 2012 Yalnızken Mırıldandıklarım, Helbest, Weşanên Na, Îzmîr, 2016 Yaraların İmbiğinden Damıtılmış Mısralar, Helbest, Weşanên Na, Îzmîr, …

Zêdetir Bixwîne
helbestvan

Jiyana Zekî Kayar

Di sala 1973’yan de li navçeya Dihê ku girêdayî Sêrtê ye hat dinê. Piştî heft saliya xwe li medreseyê dest bi xwendina Erebî dike. Neh salan perwerdehiya medreseyê dibîne. Piştî bawernameya melatiyê,  salekê peywira melatiyê dike. Di 23yê sermaweza 1993’yan de tê girtin, heya niha jî di girtîgehê de ye. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Yucel Aslan – (Koçer)

2ê Îlona sala 1975an de gundê Qirimqayê girêdayî Qereçana Erziromê hatiye dinyayê û ji Eşîra Retkiya ye pêşiyên wî ji hawirdora Çiyayê Elegezê sala 1915an de payîtexta Ermenîstanê jı Rewanê hatine Serhedê. Yûcel heta sala 1990î tev malbata xwe maye, zarokatiya wî li zozanên Serhedê derbas bûye. Ew piştî salên …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Yilmaz Demîr

Di sala 1971’ê de li navçeya Bêrecûkê ya girêdayî Rihayê ji dayik bû. Di sala 1989’an de derdikeve derveyî welêt û di sala 1990’î de tevlî tekoşina azadiyê dibe. Demek li Ewropayê û demek jî li Rojhilata Navîn (Sûriye û Lûbnan) ma. Di sala 1993’yan de hat girtin, Cezayê muebetê …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Yildiz Çakar

Jiyana Yildiz Çakar

Helbestkar û romannûs. Di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bû. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de peyamhênerî û edîtorî kir. Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003’yan de di rojnameya Azadiya Welat û kovara Jiyana Rewşenê de hatibûn weşandin di sala 2004’an …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Yeqîn H.

Jiyana Yeqîn H.

Yeqîn H. 05.03.1983-Mêrsîn. “Kurdê Mêrsînê” ye -çendîn li Şemrexa Mêrdînê hatibe dinê jî! distrê û dinivîse, kêm û zêdeyê wilo dijî. Ji Kewçêra 2017’an ve ye, ji bêgavi li Genéveê/Suisseê bicîwar e. Berhem: Beytik, Helbest, Weşanên Belkî, 2010 Elîfbêtk, Pexşan-Helbest, Weşanên Belkî, 2018 Xelek, Albûm, Wekî Kom Bi Navê Mahabad, …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Yehya Omerî

Jiyana Yehya Omerî

Di sala 1993’yan de li Êlaskaya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Heyşt salan li Mêrdînê xwendiye. Di pişt re ji bo lîseyê çûye Bursayê. Li wir jî çar salan bêhna jiyana mişextiyê kişandiye. Di sala 2012’an de li Wanê, dest bi zanîngehê kiriye. Di beşa Mamostetiya Ziman û Wêjeya Tirkî …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Xizan Şîlan

Jiyana Xizan Şîlan

Li gundê Încovê ku girêdayî Cîhanbeyliya Konyayê ye ji dayik dibe. Dibistana destpêkê li Încovê xelas dike û pişt re bi malbata xwe re bar dike Konyayê û lîseyê li wir diqedîne. Di salên 70’î de bi Tevgera Azadiya Kurd re dikeve têkiliyê. Di wê demê de gelek caran zilma …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Xebat Yıldırım

Di sala 1978’an de li Nisêbînê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seratayî li Nisêbînê, ya navîn li Amedê û ya amadeyî jî li Edeneyê xwendiye. Li Zanîngeha Dicleyê Beşa Avahîsazî û Endazyariyê qedandiye. Li Merdînê wekî avahîsaz dixebitî û di beşa avahisaziyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Merdînê de jî mastira …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana W. K. Merdimîn

W. K. Merdimîn Çewlîg ra yo. Bi kirmanckî (kurdiya Zazakî) şîîran nuseno. Yew kitabê ey ê şîîran bi nameyê Dîwan Weşanxaneyê Vateyî ra çap bîyo. Nê kitabî ra teber zî şîîrî, meqale û roportajê ey zî kovara Vate û Nûbihar de weşanîyênê.

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !