2ê Îlona sala 1975an de gundê Qirimqayê girêdayî Qereçana Erziromê hatiye dinyayê û ji Eşîra Retkiya ye pêşiyên wî ji hawirdora Çiyayê Elegezê sala 1915an de payîtexta Ermenîstanê jı Rewanê hatine Serhedê. Yûcel heta sala 1990î tev malbata xwe maye, zarokatiya wî li zozanên Serhedê derbas bûye.
Ew piştî salên 1990î ji ber şert û mercên demê wek piraniya kurdan berê xwe dide Stenbolê. Ew gelek kar û barên cûrbecûr da dixebite, niha debara xwe li ser karê avahîsaziyê dike . Ji bilî kar û xebatên avahîsaziyê, qasî qirara xwe nêzîkatiya wî ya li ser çandê, zargotin û wêjeya kurdî jî heye.
Du heb pirtûkên wî yên helbestan çap bûne navê yekî Hewar navê ya din jî Qemerê ye. Jibilî helbestan gelek gotarên wî yên li ser çanda Kurdî jiyana Kurdên Serhedê hene. Wî bi dengê xwe yî Serhedî rih daye jînenîgariya gelek navdarên Kurd. Yûcel endamê Komeyela Nivîskarên Mezopotamyayê ye û herwisa endamê Pena Kurd e.
Di kanala Kurdên Sovyetê Yekbûn tv de pêşkêşvaniya bernameya Ava Erez dike Ew dixwaze navbera Kurdên Sovyetê û Kurdistanê da bibe pireyeke wêjeyî û miletî. Gelek caran jî li ser ziman û asîmlasyonê bername çêkirine, di vî warî de tevî gelek mêvanên şareza ev mijarên çandî û wêjeyî guftugoh kirine.
BERHEM:
Hewar, Helbest, Weşanên Na, 2015
Qemerê, Helbest, Weşanên Na, 2015
https://www.bernamegeh.org/2020/11/29/helbesten-yucel-aslan-kocer/