Helbestkar û romannûs. Di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bû. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de peyamhênerî û edîtorî kir.
Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003’yan de di rojnameya Azadiya Welat û kovara Jiyana Rewşenê de hatibûn weşandin di sala 2004’an de bi navê Goristana Stêrkan bûn pirtûk. Beşek ji helbestên wê li ser hestên mirin, sirgûnî û hîçîyê ne. Çakarê, ji bilî du pirtûkên xwe yên helbestan, pirtûkeke kurteçîrokan, ansîklopedîyek li ser çand, dîrok û erdnîgariya Amedê û nivîsên pexşanî yên ku bi navê Leylanok li ser deqên Avestaya Pîroz hatine sazkirin û romanek nivîsîne.
Yildiz Çakar li Başûrê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û li Ewrûpayê der barê helbesta Kurdî ya nûjen, cîyê jinên Kurd di wêjeya Kurdî de û deng û rengên jinan di kilamên dengbêjîyê de beşdarî panel û konferansan bû. Çakar yek ji endamên damezrîner yên Yekîtîya Nivîskarên Kurd e û şeş pirtûkên wê hatine weşandin, ku pênc ji wan wêjeyî ne. Hinek helbest û nivîsên Çakarê bo Tirkî, Erebî, Almanî û Îngilîzî hatine wergerandin û di hinek weşanan de belav bûne. Yıldız Çakar li Amedê dijî.
BERHEM:
Helbest:
Goristana Stêrkan, Weşanên Elma, 2004
Derî, Weşanên Avesta, 2012
Kurteçîroka senaryoyan:
Ala, Weşanên Yekîtîya Nivîskarên Duhokê, 2008
Roman:
Gerîneka Guernicayê, Weşanên Lîs, 2016
Lêkolîn, gotar û bend:
Amed Erdnîgarî Dîrok Çand, li gel Amed Tîgrîs, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Amedê, 2012
Leylanok, Weşanên Avesta, 2014
Xelatên ku wergirtine:
Xelata Kurteçîrokên Filîman a NÇM’ya Stenbolê bi kurteçîroka xwe ya bi navê Pelweşîna Li Biharê
Xelata Tîrêjên Zînê bi kurteçîroka xwe ya bi navê Zayîna Çewt
Xelata Mûsa Anter bi helbesta xwe ya bi navê Tu