Li gundê Încovê ku girêdayî Cîhanbeyliya Konyayê ye ji dayik dibe. Dibistana destpêkê li Încovê xelas dike û pişt re bi malbata xwe re bar dike Konyayê û lîseyê li wir diqedîne.
Di salên 70’î de bi Tevgera Azadiya Kurd re dikeve têkiliyê. Di wê demê de gelek caran zilma dewletê dibîne. Tê girtin, îşkence dibîne û pişt re mecbûr dimîne derdikeve derveyî welat. Şeş salan li Almanyayê dijî û lê di demek şûn de dîsa vedigere welatê xwe.
Piştî cuntaya 1980’ê careke din mecbûr dimîne diçe derveyî welat. Îcar tê Swêdê, li bajarê Stockholmê bi cih dibe. Niha li bajarê xerîbiyê, li Stockholmê jiyana xwe bi malbata xwe re li nav salên temenê wêran, kul û keseran û di hesretkêşiyê de berdewam dike.
BERHEM:
Xem û Xeyal, Helbest
Nameyek Ji Rinda Min Re, Helbest
Pêjnên Laşê Mirî, Helbest
Axîna Sîngê Qelişî, Helbest
Pêlên Bayê Felekê, Helbest
Acɪlarɪn sokağı, Çîrok, Tirkî
https://www.bernamegeh.org/2020/10/04/helbesten-xizan-silan/