Jiyana Adil Duran

Adil Duran hunermend û nivîskarekî kurd e.

Adil Duran sala 1955’an di Dêrsimê de li Kurdistana bakur hatiye dinyayê. 1968an de bı karê şano dest bı jiyana huneri kıriye. piştre bi rojnamevani u helbest nivisiyê, çê kirina wêne u xêzikan jiyana xwe berdewam kiriye.

1971 cara yekem ew tê girtin. 1978 an jı ber sedem zor û zilma Romi tê Berlinê ciwar dibe. Li Tirkiyê û derweyi welat di gelek kovar u rojnameyan de berhemên wi tên weşandın, 1984 ligel hunermend û ronakbîrên kurd Navenda çanda amojgariya Kurdi sazî û man dikin u ew dibe berpırsiyarê karê çandi. 1976 an dı wari helbestan de li Tirkiyê xelata yekem distine. di karê xêzıkan de 1977 xelateke taybetî u sala 1979 an de ji lı Kuba yê xelateke mezin ya Navnetewi distine.

Dı wari xebata Wêne an de 1976 dı festivala Yarımca, 1984-85 li Berlinê, 1993 li Siwisreyê, 1996 li Almanya li Kalrsruhe yê u bi alîkariya organizasyonên mirovhez pêşanidaneki mezin rêxist.

Adil Duran Pirtukek bi kurdi Destana Dersim çapkır. 1985 an de çû Swêd û 3 salan li wir ma û federasyona komelên kurdî de xebat kir u demeke kin kete nav redaksiyona Kovara Berbang ê. Piştre jı sedema pêwistiya kar û barên Netewi berê xwe da welat. Di 4’ê nîsanê sala 1989an de hate girtin 15 roj ê şevan êşkence lê hate kirin û 3 salan gırtigehên Romî de ma. Di 1992an de careke dîn derket derve î nefiyê jiyana bû.

Duran jî di kovaran wek Nûdem û Helwest de nivîsand û destwêneyên ji bo pirtûka Çend Şêweyên Efsaneya Şahmaran çêkir.

Duran li Basel (Swîsre) dimîne û ê digel Şanoya Bajar a Baselê xebata şano dıke û karê xwe yi huner u çandi dıdomine.(listıkek bı navê Bajarê bi dil ji bo şano amadeye…)

Duran di Wîkîpediayê de li ser mijarên çandî û hunerî dinivîse.

Berhem

  • Destana Dersim

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !