Bawer Can

Jiyana Bawer Can

Bawer Can hunermendekî kurd ê muzîkê ye.

Jiyan

Bawer Can li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana Destpêk, Navîn û Dibistana Amadehîyê li Dêrikê xwend. Ket imtihana Zanîngeh û qezenc kir, Armanca wî biva Mamoste lê ji bo ku Stran bi Kurdî digot zilm û zoriyê wî ji welatê wî koçberî Çûkûrova Tirkiyê kir.

Bawer can ji zaroktîya xwe di nava hunerde ye, diçû dawetan li Rîtim ( Darbûke ) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan Yapıştıran di sala 1987 an bi navê Koma Azad komek ava kirin. Li gelek deveran dawet û Konser Çêkirin. Navê wê komê di demek kurt hudûdên Dêrikê derbas kir û li Çûkûrova Tirkiye û li hemû deveran belav bû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya ( NÇM ) re xebatên xweyî çandî û hunerî li wir berdewamkir. Di sala 1994 a bi navê „ Semal „ kaset derxistin. Di meha 4 a sala 1996 a jiber zilm û zoriyê ji welatê wî bi tûmerî bi dûr xist û di welatê Ewrûpa de derket.

Li Ewrûpa jî dîsa xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê berdewam dike. Bi Komekê diçe Dawetan, şahiyan û Konsêran. Nuha Mamosteya Zarokan û Ciwanan dike û ji alyê muzîkê wan perwerde dike. Bawer Can Ji dervî komê bi navê „Vegerya „Kaset û CD çêkir û gelek gotin û muzîk wî çêkiriye. Ji stranên xwe tevan re Kilîp kişand û VCD derxist.

Albûm

  • Semal-1994
  • Vegerya
  • Gulbîn

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !