Lîlav Îsa

Jiyana Lîlav Îsa

Lîlav Îsa, di 13’ê Berfanbara sala 2000’î de, li Kobanê ji dayîk bûye û paşnavê wê yê rast EbdElrehman e. Di warê perwerdehiyê de wê ji qonaxên seretayî heya lîseyê li Kobanê xwendiye û hêj jî xwendina xwe berdewam dike.

Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di sala 2012’an de wê di navenda Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî de dest bi xwe fêrbûna zimanê Kurdî kir û heya sala 2014’an her sê astên zimanê kurdî bi dawî kirin. Di ber xwe fêrkirinê de wê gavek din avêt û di 15’ê Îlona 2015’an dest bi nivîsandina helbestan kir û zêdetirî heştî helbestî ji hestên xwe afirandiye, di heman demê de wê di ber helbestê re jî gotar, jîname û çîrok jî dinivîsandin.

Ji ber vê yekê wê piraniya berhemên xwe di rojnameya Dengê Kurd û Kovara Şermola de weşandine. Her wiha di 10’ê Îlona sala 2017’an de jî wê dest bi amadekirina pirtûkekê kir, ew pirtûk jî li ser pakrewanan bû û ew jî weşanên Şilêrê ye. Wê di pirtûka xwe ya bi navê “Manî û Maniya” de çîroka 19 şehîdên berxwedana Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan ji Kobanê ne kiriye û ev dibe yekemîn berhema wê.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !