Jiyana Bedirxan Epozdemîr

Di sala 1949’an de li bajarê Sêrtê, li qeza Bayqanê, li gundê Minar hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û ya mamostetiyê li Amedê qedandiye. Di sala 1968’an de dest bi mamostetiyê kiriye. Heya 12 Îlona sala 1980’an li gelek herêmên Tirkiyê û Kurdistanê mamostetiya xwe domandiye, Ne hewce ye ku meriv bêje, Epozdemîr jî wekî gelek Kurdên rewşenbîr para xwe ji eş, azar, girtin û nefiyê girtiye.

Ew ji ber van êş û azaran koçber bûye û salên dûr û dirêj li Hollandayê jiyaye. Di sala 2012’an de vegeriyaye welat. Vêga li Tetwanê dijî.  Epozdemir di salên xortaniya xwe de dest bi karê nivîsê kiriye. Li welat û derveyî welat wek axaftvan beşdarî gelek panel û konferansan bûye, di gelek waran de teblîxan pêşkêş kiriye.

Di gelek sendika, rêxistin û partiyên siyasî de kar kiriye. Endamê Rêxistina Navnetewiya Efûyê û PEN’a Kurd e. Bedirxan Epozdemîr, bi zimanê Tirkî û Kurdî di gelek kovar û rojnameyan de helbest, nûçe, gotar, hevpeyvîn, bîyografî, lêkolîn, çîrok û werger nivîsandine. Epozdemir, xebatên xwe yên edebî didomîne.

BERHEM:

Awazên Xerîbiyê, Helbest, Weşanên Aso, 1997, Stenbol

Kumsorê û Gurê Dengbêj, Zarok, Weşanên Aso, 1997, Stenbol

Bi Serbilindî Temaşa Cîhanê Dikim, Werger, Orhan Kotan, Afiş Medya, 2003, Rotterdam

Jan û Jiyan, Helbest, Weşanên JJ, 2018, Amed

Hüzün, Helbest, Weşanên JJ, 2018, Amed

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !