Dibêjin ku ew di 1932’yê de li Amêdiyê ji dayîk bûye. Ji ber sedemên zor, malbata wê koçî gundê “Kocanzê” yê Bakurê Kurdistanê kiriye, û di sala 1949’ê de dîsa li warê xwe vegeriyaye.
Navê wê yê rastîn Fatima Mehmed e, paşê di jiyana xwe ya hunerî de navê “Gulbihar” ji xwe re hilbijartiye.
Dema ku malbata wê vedigere Başûrê Kurdistanê, temenê wê 17 sal bû. Wê demê Gulbihar yekser berê xwe dide Bexdê û li wir tevlî koma radyoya Iraqê dibe.
Her wiha di koma Yehyayê Fayiq de jî dibe weku dengbêj, lîstikvan û Şanoger. Ev destpêk, dergehên navdariyê jê re vedikin…
Paşê koma Çardehê Temûzê wê wekî endam qebûl dike, û televizyona Bexdê jî wê wekî lîstikvan ji bo çend fîlman de hildibijêre; ji wan filman: Gula Sor û Bûka Feratê.
Ew bi zimanê Erebî bi van karan rabûye, ji ber ku hetanî dawiya salên 50’iyan jî ew wekî hunermend, di nava Ereban de navdar bû.
Ji destpêka salên 60’an û bi şûn de, êdî qonaxeke nû di jiyana Gulbiharê ya hunerî de dest pê dibe û ji civata hunermendên Kurd ên navdar hêj nêzîktir dibe.
Di sala 1963’yê de xewna wê pêk tê, ew jî dema ku sitrana xwe ya yekemîn bi zimanê xwe tomar dike…Êdî dikeve rêza hunermendên Kurd ên navdar û cihê xwe bi xurtî li nêva wan digire.
Hunermenda hestnazik, di sala 2010’ê de bi ahîn û keserên xwe ve koça dawî dike.