Ednan Hesen

Jiyana Ednan Hesen

Ednan Hesen: di sala 1989’an de li Kobanê ji dayîk bûye, ji ber rewşa malbatê ya aborî xwendina xwe ya seretayî di navber Kobanê û Serê Kaniyê de derbas kiriye û piştre li Kobanê navîn û amadehî xwendiye. Di sala 2008’an de li zanîngeha Şamê beşê mafnasî heta sala çaran xwendiye lê ji ber aloziya Sûrî temam nekiriye.

Ji sala 2012’an de li ser xebatên ziman û wêjeya kurdî li rojavayê kurdistanê xebitiye û wek mamoste di saziya zimanê kurdî, akademiya ziman û wêje, peymangeha amadekirina
mamosteyan û zanîngeha Kobanê de hem damezrêner û hem jî mamoste xebitiye. Her wiha li Amedê di akademiya Cigerxwîn de jî beşê wêjeya kurdî xwendiye lê bi dawî nekiriye.

Di warê nivîsandinê de helbest, çîrok û pexşanên wî hene, hinek ji wan di kovar û rojnameyan de hatin weşandin lê wek berhem nehatine çapkirin, niha berhema wî ya bi navê Çavkuj ku pexşaneke wêjeyî ye li ber çapê ye û dê ji aliyê weşanxenya AVA ve bê weşandin.Di warê çîrokê de bi hin hevalên xwe re pirtûka Çirûskek Ji Berxwedan Kobanê ji weşana Aryen û Şilêr çap kiriye.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !