Arîstotales

Jiyana Arîstotales

DILBIRÎN DILO

Arîstotales feylesofeke di navbera salên 322 – 384 an de jiyaye. Xebatên wî yên di derbare matematîkî, fîzîkî û metafîzîkî heta îro jî ji mirovahî re bûne ronahî, pêşîya mirovahî rohnî dike.

Bavê wî bijişk bûye demek ew jî bi karê tibbê re mijûl dibe lê piştî 18 salîya xwe diçe Atînayê û li wir di bin bandora Platonî de dimîne. Zanistê bi hawayek analîtîk vedikole û berhemên wî hê jî çavkanî ne ji bo hin zanîstan.

Li Atînayê dest bi xwendina felsefeyê û polîtîkayê dike. Bi mirina Platonî re rêya Arîsto jî vedibe, li dibistana mamosteyê xwe dest bi dersdanê dike.

Her çiqas di hin meseleyan de di bin bandora Platonî de bimîne jî fikrên wî yên xwerû pirtir in. Piranîya jiyana xwe bi dayîna dersê re derbas kirîye. Dersên xwe jî tim li piya û meşê dida. Berhemên xwe bi piranî wek dîyalog nivîsandîne.

Arîstotales li pey şopa rastîyê çûye. Û hebûnê tenê wek tiştên mirov karibe desttêbide dibîne. Û îdda kiriye ku jiyana vê dinê bêdawî ye.

Di mentiqê de di şopa Platonî de çûye lê  li gel Platon mentiqê di îdeayan de dibînê jî Arîsto mentiqê di madeyan de dibîne. Bi saya xebatên wî têgihek wek mentiqa formal derketiye holê.

Ji ber ku fersend nedîye di jiyana xwe de pirtûkên xwe çap nekiriye, berhemên wî piştî mirina wî hatine çap kirin.

BERNAMEGEH 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !