Ezîz Xemcivîn di sala 10.12.1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, jidayik bûye.
Sala 1985an ji Peymengeha Electric (kehreba) derçûye.
Sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, yekem helbesta xwe li kovara Gelawêj hejmara7/8an sala 1985an) belav kiriye.
Di sala 1990î de yekem berhem (A-B eya Kurdî) alfabêya Kurdî çap kiriye.
Berhemên Çapkirî:
1- Zindana Piçûk- (Helbest) li Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê çap bûye. (2005)
2- Pejal – Pejal (Helbest) Bi rêya Dezgeha Semakurd ya çand û hunerê li Dubey hatiye çapkirin.(2006)
3- A-B eya Kurdî 1990 li Şamê çap bûye
4- Jiyana Mele Ehmedê Palo (Wergerandin ji Zimanê Erebî) Semakurd 2007
5- Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Kurdî. Li Silêmaniyê ji hêla Inistûtya Kelepora Kurdî 2011an çap bûye.
6- Ez li vir im- Helbesteke Esma Seqer Elqasimî (Wergerandin ji Erebî)
7- Zêro (Roman) 2019
8- Çend Bihnok Li Paxila Keserê (Helbest)
Berhemên neçapkirî:
1- Evînî û bîrhatinên Çivîkan (Bîranîn û serpêhatî)
2- Stranên jînê (Dîwaneke Stranan, Helbestên kilasîk)
3- Pêlên Ahîna Matmayî (Helbest)
4- Henaseyên rêwîng. (Helbest)
5- Delîveya Rexneyê (Rexne).
6- Şîrava Elindê (Helbest)
7- Nixîsk (Helbest)
8- Nazê Mûler(Roman)
9- Kewara Girî (Delîveya Rexneyê beşê 2) Taybet li ser Jinê
10- Çêrindeya Evînê (Helbest)
Tabloyine hunerî (Belgefilm)
– Zimnako 20 xukek (Youtybe)
– Efrînê Evînê 25 xulek (Youtybe)
– Penaberino (Youtybe)