Mordem Zel

Jiyana Mordem Zel

Mordem Zel, nivîskar, lêkolîner û wergêrê zimanê Kurdî ye. Mordem Zel, di sala 1975’an da li gundê Husênik a girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê hatiye dinyayê. Zel, dibistana seretayî li gundê Husênik xwendî ye. Ji ber bûyer û serpêhatiyên salên dawiya 80’yî û destpêka salên 90’î derfetê wî yê xwendinê çênebûye.

Piştî bûyerên salên 90’î bi malbatî ji gundê Husênik koçî bajarê Amedê dike. Demekê dirêj li Stembolê di nav karê hunera mûzikê de dixebite. Di sala 2007’an da vedigere Amedê û bi kar û barê ziman û wêjeyî re eleqedar dibe.

Mordem Zel, ji sala 2011’an û vir da li ser çand û hunera kurdî lêkolînan dike. Heta niha bi dehan çîrok, serpêhatî û stranên gelerî yên di arşîvan de cih negirtine berhev kiriye. Bi dehan gotarên wî yên li ser çand û dîroka Kurdistanê li ser malpera AmîdaKurd hatine weşandin.

Mordem Zel, hetanî niha du berhem ji zimanê Tirkî wergêrandiye zimanê Kurdî.

Berhemên wergerandî ye ev in.

(Satranç-Setrenc) M.Sîraç Bîlgîn
(Nişancı-Sekvan) Metîn Aktaş

Zel, niha li Amedê dijî û xebatên xwe yê çand û wêjeyî didomîne. Di heman demê da Zel, yek ji endamê Koma Helbestê ya Amedê ye.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !