H. Kovan Baqî, (z. 1972) nivîskarekî kurd e.
Ew di sala 1972an de, li Heramya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdîn ji dêya xwe welidî ye. Dibistana seretayî li Heramya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Niha li Îzmîrê dijî. Zewicî ye. Bavê du lawan e. Di “Weşanên Na” de edîtoriyê dike. Ligel karê nivîskarî û edîtoriyê bi rexnegiriya edebiyatê re jî dixerriqe.
Kitêbên wî yên çapbûyî:
- Çîroka Çîrokan/2004/Çîrok/Weşanên Bajar/Stenbol
- Bêexlaq/2012/Çîrok/Weşanên Na/Îzmîr
- Prematür/2014/Roman/Weşanên Na/Îzmîr (Tirkî)
- Heteroglossîa/2014/Weşanên Ronahî/Diyarbekir
- Aporîa/2015/Weşanên Na/Îzmîr /Kurdî (Li ber çapê ye)
- Aporia/2015/Weşanên Na/Îzmîr/Tirkî (Li ber çapê ye)
Wergerên wî:
- Gunehê Heyştemîn/Tomrîs Uyar/Wergera ji tirkî (Li ber çapê ye)
- Sewta Do’yê/Ferîd Edgü/Wergera ji tirkî (Li ber çapê ye)gg