Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965’ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye.
Li sala 1984’ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987’ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Baas ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge.
Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî Enfalên1988’ê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike. Li sala 1991’ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Elmaniya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta Schleswig Holstein akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg (Welt Universitet) zimanê elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998’ê li welatê Denmark akincî dibe. Li 2001’ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin.
Berhem
- Çirayê Şev, Helbest, Duhok (2006).
- Rojên Êtûn, Roman, 252 rûpel, Duhok (2007).
- Nalînên Peravan, Roman, Bergê 1, Weşanên Han.Berlîn, Çille 2010, ISBN 978-3-940997-27-2
- Nalînên Peravan, Roman, bergê 2, Weşanên Han,Berlin, Sibat 2011, ISBN 978-94040997-02-3
- Feryadên Burcan, Roman, ISBN, Weşanên J&J, Amed, 2014, ISBN 978-605-4852-48-2
- Bagerên Reş, Roman, Weşanên J&J, Amed, 2016, ISBN 978-605-9302-37-1
- Cengel,Roman, Weşanên J&J, Amed, Adar 2017, ISBN 978-605-9302-82-1