Ilyas el-Kurdî an jî Ilyasê Kurdî (z. 1637, Şam, Rojavayê Kurdistanê – m. 1726) Nivîskarekî kurd û alimekî Îslamê bû.
Jiyana wî
Ilyasê Kurdî navê bavê wî Îbrahîm navê kalikê wî jî Dawid e, Ew di sala 1637’an hatiye dinê, Wî hevotina xwe a dîn li Şamê girtîye. Bi pirranî li ser fiqiha mezheba şafiî xwedî ‘îlim bû Îlyas geleke pirtûk li ser hiquqa Îslamê jî nivîsandiye. Tê gotin pirtûkeke wî bi zimanê kurdî jî heye. Ilyas ku bi eslê kurd bûye ji ber wî jê re gotine “Ilyasê Kurdî” Lê ereb jê re dibejin “Ilyas el-Kurdî”
Di salên xweyê dawîn de çûye Mekkeyê heca xwe kiriye û dîsa vegeriyaye Şamê, sala 1726’an de li Şam çûye ber rehma Xwedê.
Çend Berhemên Ilyas
- 1- Camiul Kasir
- 2- Haşiyete şerhî caimû cewamî
- 3- Haşiyete İsaxucî
- 4- Haşiyete wadî lîl isam
- 5- Haşiyete şerhi akaidî sadî
- 6- Haşiyetû ala senusî