Bro Omerî (z. 1942 – m. 4ê rêbendanê 2007) nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ew (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di sala 1942’yan de li gundê Çalê yê Nisêbînê hatiye dinê.
Omerî, 1957an de li Nisêbînê dibistana navîn temam kir pişt re, li Mêrdînê lîse û ji pê re jî li Stenbolê xwendina xwe xelas kir û 1969an de bû bijîşk.
Bro Omerî, di 1978an de giştî bû pisporê cerahiya , li Meraş û Mêrdînê midûrîtiya tenduristiyê dike. Di nexweşxaneya Mêrdînê de dişixûle. Di sala 1980Î de, bi darbeya leşkerî tê binçavkirin û paşê jî tê sirgûnkirin. Ji pê re wî li nexweşxaneya Sînopê kar kir. Piştre dev ji kar berdide û li Qoser û Mêrdînê cihek taybetî vedike. Demekê li nexweşxaneya Mêrsînê dixebite û di sala 2002’yan de teqawît dibe.
Heta niha di gelek kovar û rojnemayan de nivîs û helbestên wî bi navê Bro Omerî hatin weşandin. Omerî di 02.09.2006an de bû endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê.
Bro Omerî (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di 4ê rêbendan a 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwedê.
https://www.bernamegeh.org/2020/07/13/helbesten-bro-omeri/