Jiyana Kakşar Oremar

Jiyana Kakşar Oremar

Jiyana wî

Kakşar Oremar nivîskarekî kurd e. Dibistana destpêk û navîn li bajarên Tewrêz û Urmiyê bidawî anî, lê ji ber pirsgirêkên siyasî û karê rojnamevaniyê nekarî xwendina xwe ya bilind li Îranê bidomîne.

Helwesta malbatê ya ji doza Kurdistanê re bû sedem ku ji hêla dewleta Îranê ve rastî gelek zulim, heqaret û zextên giran bên. Ji salên 1990an û pê de dest bi karê lêkolînvaniyê li ser jiyana kesayetiyên kurd û mijarên dîrokî kiriye. Ji ber ku naveroka nivîsên wî siyasî bû, beşa sansorê izna weşandina wan di kovarên weke “Sirwe û Awêne” de nedida.

Oremar karî ji salên 1993an heya derketina xwe ya ji Îranê (sala 1997an) bi gelek yadigarên serdema komara Kurdistan re hevpeyvînên dîrokî pêk bîne. Ji wan kesên weke nemiran: Mîna Qazî, Menaf Kerîmî, Mihemed Şapesendî, Dr. Seyîd Ebdulezîz Şemzînî, Dr. Haşim Şîrazî, Tahirxan Simko û hwd ku wek proje ji bo çapê amade ne. Ew hevpeyvîn heya niha gelek cara bi kurtî di malperên internetî, kovar û rojnameyên kurdî, tirkî, farisî û almanî de hatine weşandin.

Kakşar Oremar û medyayên kurdî

Ji sala 1998an li Ewropa di MED TV, Mezopotamiya TV, MEDYA TV, ROJ TV, RONAHÎ TV, NEWROZ TV û STÊRK TV de dehan bername li ser jiyana kesayetiyên Kurd durist kirin. Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên internetî de nivîsên wî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî û Farsî hatine weşandin.

Pirtûkên wî yên çapkirî

Dengê azadiyê, sembola biratiye: ARAM TÎGRAN – 2012 Amed, çapa duyê sala 2015 li Amedê Pirensesa bê tac û text: Eyşe Şan – 2012 Amed, çapa duyê sala 2015 li Amedê Dîmane le gel dayîkî Kurd Mîna Qazî ( Bi pîtên Erebî û zarava Soranî)- 2013 Silêmanî Mêjûy Komarî Kurdistan le wêne da ( Pareke arşîva wêne û dukomentên serdema desthilatdariya komara Kurdistan ku nasnameya wêneyan hatiye nivîsandin û şirove kirin). – 2013 Silêmanî.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !