Elî Merdan di sala 1904’an de li bajarê Kerkûkê (taxa Tekiye) di nava malbatek nîv halxweş de, hat dinê. Navê bavê wî Ebdulqadir Osmanê Şarbajêrî û dayika wî jî Şanaz e. Malbata bavê Elî Merdan ji gundê Kanî Sardê ne ku girêdayî herêma Şarbajêr e. Dayika wî Şanaz jî ji bajarê Kerkûkê û ji êla Zengene ye.
Hunermend Elî Merdan ji zarokatiyê di Tekiya Şêx Elî Talbanî li bajarê Kerkûkê, dest bi xwendinê kiriye. Wî di hucreyên mizgeftan de babetên ayînî, rêzimanî û edebiyatê bi zimanên erebî û kurdî hîn bûye.
Mamoste Merdan di destpêka ciwaniya xwe de, ji tecrube, azmun û zanyariyên tembûrjen û dengbêjên mîna Kamil Tepeloyî, Mihemed Xelîl Axayê Meqambêj, Seyîd Ehmedê Asinger, Hacî Neimanê Qesab û Xalo Elî Qelayîyê Kerkûkî, gelek mifa stand. Piştî ku evîna xizmetkirina huner û strana kurdî jî ew paldan û teşwîqkirin ku xwe bigehîne radyoya kurdî li Bexda, bi îsrareke bêdawî di hizûra hunermendên Îranî: Murteza Xanê Isfehanî, Esxer Hemedanî, Mihemed Seîd Sabilaxî û Yehiyaxanê Tarzen hînî şaxên din yên hunerê bû.
Stranên hunermend Elî Merdan yên mîna; Ay çend im xoş ew ê, Kiras Kuderî, Ew çawe ciwane, Xom û Ûdekem Fatime du çawî mestit, Key dêtewe, Be yadimke, Şede şil, Giyane besyetî, Erûy Oxir, Gule Bax, Perçem û Egirîce, Kolan be kolan, Çend carim wit, Rencî bêwerim, Yar derwa û bi dehan stranên din li ser navê wî di nava gel de belav bûn.
Elî Merdan xwedî ekolek serbixwe bû. Ew di radioya Kurdî de demeke dirêj (bi qasî 25 salan) xebitî û li rex hunermendên herî mezin di “komîta helsengandina deng û nirxandina berhemên hunerî” de bû. Her wiha çend salan jî di xwendingeha nimuneya kuran li bajarê Bexdayê, mamostayê Solfêc(j) jî bû. Elî Merdan ku cara yekê di sala 1940’an de li radyoya Bexdayê dest bi strîna meqam û stranên kurdî kir, di her ahengekê da ku saetekê an jî zêdetir dewam dikir, tenê dînar û nîvekê Îraqî ji îzgeha radyoya kurdî distand.
Mamostayê mezin Elî Merdan piştî ku gelek salên dûr û dirêj xizmeta hunera kurdî kir, di 24.07.1981’an (demjimêr 04.30 berê sibê), li bajarê Bexdayê wefat kir û li wira jî hat veşartin. Wî wesiyet kiribû ku li goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bê veşartin, lê ev wesiyeta wî cî bi cî nebû.
Çavkanî: Kakşar Oremar